Gedo: 15'ê Sibatê li her çar parçeyan şîn hebû

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep û Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê Salih Gedo qala bandora komploya 15'ê Sibatê ya li ser Kurdên li Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir.

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep û Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê Salih Gedo qala bandora komploya 15'ê Sibatê ya li ser Kurdên li Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir. Gedo got, ji bo pêşî li serketina projeya çareseriyê ya Ocalan a li ser Sûriye û Rojhilata Navîn bê girtin, Ocalan hatiye tecrîdkirin.

'EM LI ROJHILAT BI KOMPLOYÊ HESIYAN'

Gedo qala destpêka komploya 15'ê Sibatê kir û got, "15'ê Sibatê dema ku Serok li Kenyayê bi planeke navneteweyî hate girtin, ez wê çaxê li Rojhilatê Kurdistanê bûm. Em wê çaxê diçûn Silêmaniyeyê. Êvar bû, em li restorantekê bûn. Restoran tijî bû, gelek mirov hebûn. Televîzyonek lê hebû û me ji wê televîzyonê bihîst ku Serok li Kenyayê hatiye girtin.

FERYADA BOYAXKARÊ KURD

Li hundirê restorantê Kurdekî ji Rojhilat hebû ku karê boyaxkirina pêlavan dikin. Dema ku bi bûyerê hesiya rahişt sindoqê û li erdê xist. Bi her du destên xwe li serê xwe da û got, 'Hawar hawar! Mala Kurdan xera bû'. Wê wextê her kes bi bûyerê hesiya. 15'ê Sibata 1999'an bû û ez li Rojhilat bûm. Wê rojê ti carî ji bîr nakim. Roja herî reş a Kurdan bû.

MÎNA KU SILÊMANIYEYÊ ŞÎN HEBÛ

Em ji Rojhilat derbasî Başûr bûn. Hatin Silêmaniyeyê. Li wir jî mîna ku şîn hebû. Gel gelekî xemgîn bû. Jin digiriyan, gel bi hêrs bû, beşeke ji dikanên bajêr hatibûn girtin. Bûyerê gelekî zor dabû gel. Serok cihê xwe di dil û mejiyê Kurdan hemûyan de girtibû. Weke ku her kesî tiştek ji xwe winda kiriye.

'MAM CELAL JI BO SEROK BI FIKAR BÛ'

Piştî 3 rojan min Mam Celal Talabanî dît. Ji min re got, 'Salih, ji bo Serok çi ji destê we tê bikin, nebaşiyeke gelekî mezin hat serê Kurdan. Biçin nava gel, meşan bikin, çalakiyan bikin, çi ji destê we tê wê bikin'. Mam Celal digot, Tirk bê wijdan in, ew ditirse ku tiştekî bi Serok bikin. Em hemû em ketibûn nava şoqê hem jî bi fikar bûn.

'ROJA MÎNA KU REŞ GIRÊDABÛ'

Em 15 rojan li Başûr man, piştre derbasî Rojava bûn. Çûn Şamê, li wir me bi hin konsolosxaneyan re hevdîtin kir. Bi konsolosxaneyên Emerîka, Fransa, Îngilîz, Îtalya û Rûsyayê re me hevdîtin kir û ev rewş şermezar kir. Me xwest ku di vê mijarê de zextê bikin. Gotin ku di vê bûyerê de dewleta Tirk û Emerîka berpirsyar in. Wê wextê me li paytexta Sûriye Şamê hin çalakî kirin.

Kurdên li Şamê tevlî çalakiyan bûn. Her kes ji bo Serok û paşeroja Kurdan bi fikar bûn. Li Rojava jî mîna ku li her malekê yek miriye, her malê reş girêdabû.

'RIZGARIYA GELÊ ME BI SEROK Û PARTIYÊ DIDÎT'

Vê yekê çi nîşan dida? Serok serokê partiya herî mezin a li Kurdistanê ye. Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê bi hêvî û bendewariyên mezin dilsozê Serok Apo bû. Gelê me rizgariya xwe bi Serok Apo û partiyê re didît. Dema ku Serok hate girtin, gel ji vê yekê tirsiya; wê bi vê yekê re hewl bidin partiyê ji holê rakin.

'SEROK ŞAGIRTÊN XWE BAŞ PERWERDE KIRIBÛ'

Ji bo PKK'ê digotin ku bê Rêbertî nikare tiştekî bike. Lê PKK piştî komployê bû hêzeke mezintir û bi biryardarî û tecrûbeyên xwe têkoşîna xwe dewam kir. PKK weke PKK ma û xurt bû. Bi vî rengî tirs û fikara gel a li ser tinebûna PKK'ê ji holê rabû. PKK xurt bû û mezin bû. Kesên ku ji aliyê Serok ve hatin perwerdekirin, xuya ye baş perwerde dîtibûn. PKK li ser piyan hiştin û mezin kirin.

'LI ÎMRALIYÊ JÎ BI SER XIST'

Serok Apo jî li hemberî zext û zordariyê ji zindanê, ji Îmraliyê dengê xwe gihand hevrêyên xwe û gelê xwe. Partî, tevger û têkoşîn emzin bû. Bû çavkanî ji Şoreşa Rojava re. Rojava bi felsefeya Rêber Apo bi ser ket û her bi pêş ve diçe.

'XWESTIN PÊŞÎ LI SERKETINA PROJEYA WÎ BIGIRIN'

Esaret û berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê kete sala 21'ê. Ji sala 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne. Nikare malbata xwe jî bibîne û bi rengekî girankirî hatiye tecrîdkirin. Sedemên vê tecrîdê hene. Ya yekemîn, xwestin pêşî li serketina projeya Rêbertî ya ji bo çareseriya krîza li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bigirin. Vê projeyê ne tenê bandor li Kurdan dikir, li Ereban, li Xiristiyanan, li Tirkan û li jinan dikir. Lewma ji bo nêrînên Serok negihêje mirovahiyê tecrîd şidandin.

'SEROK MORALÊ ŞOREŞGERAN HEMÛYAN BÛ'

Ya duyemîn, ji bo moralê gelê Kurd, gelan û şoreşgeran xera bikin, tecrîdê dişidînin. Li gorî wan, eger perspektîfên Serok nebe, partî wê nikaribe li ser piyan bimîne. Bêguman baş analîz kirine, ji ber ku Serok û PKK niha bûye çavkanî û hêvî ji tevgerên şoreşger ên li gelemperiya cîhanê re. Lê belê divê vê zanibin; nêrînên Serok êdî bûye malê partiyê, Kurdan hemûyan û gelên herêmê. Gelek mirov ji Ewropa, Emerîka û welatên din tên tevlî partiyê dibin. Nêrîn û projeyên Serok lêkolîn dikin û xizmetê ji şoreşa me re dikin.

'KOMPLOYÊ ŞERMEZAR DIKIM, ÇALAKGERAN SILAV DIKIM'

Îro bû roja 100'î ku Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya wê dest pê kirin li her derê belav bûn. Kurd li her devera dinyayê ji bo bidawîbûna tecrîdê çalakiyan dikin. Ne tenê Kurd, gelên herêmê, gelên gelek welatan tevlî çalakiyan dibin.

Di salvegera komployê de komployê careke din şermezar dikim. Her kesên ku ji bo Serok û di şexsê Serok de ji bo paşeroja gelên me di greva birçîbûnê de ne silav dikim. Em heta dawiyê bi wan re ne. Em ê tecrîdê ji holê rakin. Bi bîr û baweriya min, bi têkoşînê wê projeyên Serok Apo yên jiyana însanî bi ser bikevin. Bang li Kurdan hemûyan dikim ku têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin."