Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Rûken Garzan di dewama hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re rewşa Rojava û Başûrê Kurdistanê ya sala 2016'an nirxand.
*Di nava vê salê de ger mirov şênbertir bigre dest, li Rojava û Başûrê Kurdistanê çi pêşketin çêbûn? Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê di kîjan astê de ye û pê ve girêdayî divê mirov operasyonên Mûsil û Reqqayê çawa bigre dest?
Di vê salê de li Rojavayê Kurdistanê jî gelek guhertin û pêşketinên dîrokî çêbûn. Bi taybetî di pêşengtiya PYD, YPG û TEV-DEM’ê de gavên pir mezin hatin avitin. Careke din derket holê ku di pêşengtiya Şoreşa Rojava de, pêşketinên ku li Rojavayê Kurdistanê çêdibin, ji Rojhilata Navîn û cîhanê re dibin mînak. Îsal jî li vê qadê li ser navê azadî û demokrasiyê pêşveçûyin çêbûn; ji milê erdnigariyê ve berfirehbûnek çêbû û hemû gelên Bakurê Sûriye hatin hembêzkirin. Ji Hesekê bigre heya sînorên Raqayê, ji Helebê bigre heya Efrîn, Minbiç û Kobanê qadên azad çêbûn. Di van bajaran de gelek berxwedanên mezin pêş ketin.
Gelê Rojavayê Kurdistanê, li ser xeta azadiya civakê ji bo ku pergaleke demokratîk pêş bixe hewildaneke mezin nîşan da. Vê yekê li cîhanê jî olan da. Raya giştî ya cîhanê û mirovahiyê dît ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşa ku di pêşengtiya felsefeya Rêber Apo de pêş ketiye, ji hemû Rojhilata Navîn û cîhanê re mînak e.
Şoreşa Rojava, konsepta leşkerî û siyasî ku li ser Rojava û Sûriye dihat meşandin pûç kir. Bi taybetî devleta Tirk bi hevkariya DAIŞ’ê dixwest li Rojava, hebûn û deskeftiyên gelê Kurd tune bike. Rejîmên dagirker ku dev ji xeta netewe dewletê bernadin, bi heman konseptê êrîş li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê meşandin. Lê Şoreşa Rojava di meşa xwe ya sala 2016’an de ev konsept pûç kir. Lewma xwe di nava gelên Sûriye de rêxistin kir. Gelên Ereb, Kurd, Sûryanî ûhwd dest dan hev û êrîşên li ser azadî û biratiya gelan pêş dikevin pûç kirin.
Mesela Erdogan dixwest xwe bigihîne eşîrên Ereban, wan rêxistin bike û li hemberî Şoreşa Rojava wan bixe nava şer. Lê belê gelê Ereb nehat vê lîstikê. Lewma gelê Ereb bawer dike ku Kurd û Ereb li Rojhilata Navîn du gelên kevnar ku her bi hev re têkiliyên dîrokî danîn e. Ji ber vê Tirkiye çi kiribe jî, nekarî nakokiyê bixe nava gelan.
Her wiha ji milê leşkerî, siyasî, aborî, jiyanî û civakî ve gelek pêşketin çêbûn. Baweriya civakê bi xwe hat, ji civakbûna xwe şiyar bûn. Pê hesiyan ku şoreş hêz û vîna gel derdixe holê, bawerî û çanda wan diparêze, yekîtiya wan pêş dixe. Ji bo vê jî li pêy vê xetê îsal jî li Rojavayê Kurdistanê meşeke xurt çêbû. Ev nêzikbûn girîng û dîrokî ye.
Lê li Rojava konseptên rojane jî hatin meşandin. Hêzên ku li Rojhilata Navîn berjewendiyên xwe hene, rojane guhertinan çêdikin. Lewma hesabên hêzên weke Emerîka, Rûsya û Ewropa li Rojhilata Navîn mezin in. Her hêzek dixwaze xwe mayinde bike û hêza xwe tekûz bike. Bi taybetî li ser nirxên ku şoreşê derxistine holê, konevaniyên xwe yên dagirkeriyê bimeşînin. Lê di pêşengtiya Şoreşa Rojava de xeta seyemîn bi ser ket. Xeta azadî, demokrasî û wekheviyê ser ket û asteke mezin derxist holê. Pêşketinên ku di 2016’ande çêbûne jî careke din îspat kir ku dê ev xet li Rojhilata Navîn bibin pêşeng. Vê xetê xwe gihand asta mayindebûyinê.
Hê jî li ser Şoreşa Rojava êrîş hene, her kes dixwaze li ser Rojava berjewendiyên xwe bimeşîne. Li hemberî vê guhertin û veguhertinên ku di nava gel de çêdibin, hêza berxwedanê pêş dixe. Mesela pengava Minbiç, pengava Reqqa mînakên herî ber bi çav in. Ango gelên Sûriye li dora Şoreşa Rojava xwe komî ser hev dike. Her wiha diyare ku di 2017’an de pengava Reqqa wê bi xwe re gelek pêşketinên leşkerî, siyasî û civakî bîne. Lewma ji destpêka şerê Sûriyeyê ve, cara ewil pengaveke wisa pêş dikeve.
Her wiha êrîşên mezin yên AKP’ê li dijî Şoreşa Rojava berdewam dikin. Li Rojava bi sedan komplo û lîstik kirin û xwestin ev şoreşa ku bûye hêviya mirovahiyê pûç bikin. Ji ber vê di sala 2016’an de AKP û Erdogan qet xwe vaşa nehiştin. Çawa ku faşîzma DAIŞ’ê xwedî kirin û berê wan dan Kobanê û di şerê Kobanê de heya dawiyê piştgiriya wan kirin. Îsal hewildanên bi vî rengî yên AKP’ê mezintir bûn. Erdogan got, “li Sûriye kî, ji min çi dixwaze ez ê bidimê, tenê bila li hemberî PYD’ê û Rojava bi min re bibe yek.” Ji bo vê yekê jî bazariyên pir mezin kirin û tavîzên bê sînor dan. Ne tenê bi DAIŞ’ê re, bi hemû hêzên navnetewî û herêmî re li ser vê esasê têkilî danî. Tevî ku têkiliyên wan bi rejîma Sûriye re nemabûn û ti gotinên xirab neman ku bi hev re kirin; li dijî me bi rejîmê re jî hewildanên îtîfaqê nîşan dide. Ango hemû hesab li ser esasê serneketina gelê Kurd yê Rojava ye.
Lê ev hesap hemû li dijî pêşketinên û berxwedanên ku li Rojava çêbûne, vala derketin. Ji ber vê yekê li dijî Şoreşa Rojava pir bi rik û kîn girtine. Li ser wî esasî jî di asta herî jor de li ser Rojava lîstik û komployan dikin. Da ku li Rojava darbeyên mezin gelê Rojava bixe û deskeftiyên wan tune bike. Di tevahiya sala 2016’an de me her cureyê van êrîşan dît. Lê gelê Rojava li hemberî vê xwediyê helwesteke şoreşgerî bû. Dijberî tesîrbûna van konevaniyan, zêdetir têkoşîna xwe berv bi serkeftinê ve bir û ji bo pêşerojê bingeheke tekûz ava kir. Her wiha diyar bûye ku di sala 2017’an de bi pengav û pêşketinên çêdibin, dê li Rojava û Sûriye Kurdên Rojavayê Kurdistanê rista xwe ya pêşengtiyê bîlîzin.
HELWESTA GELÊ BAŞÛR YA JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Siyasetên pir qirêj di nava vê salê de li ser Başûrê Kurdistanê jî tên meşandin. Hêzên dagirker di nava hewldaneke wisa de ne ku Kurd nebin yek. Dixwazin Kurd parçe bikin, bi xwe ve girê bidin. Pêşengtiya vê jî devleta Tirk dikşîne. Ango devleta Tirk faşîzma xwe ne tenê li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dimeşîne. Niha jî dixwaze van konevaniyên xwe yên qirkirinê bidomîne. Li ser gelê Başûr jî gef û tûndiyeke mezin heye. Dixwazin sazî û partiyên Başûr bixin nav konsepta xwe. Dixwazin wan li dijî Tevgera Azadiyê, de şer de bi kar bînin. Bêgumûn ji bo ku ev konsept were pûçkirin li Başûr jî hewildanên mezin çêbûn.
Navendeke van êrîşan jî Şengal bû. Şengal hem bi erdnigariya xwe, hem bi ol û çanda xwe xwediyê taybetmendiyên xweser e. Têkoşîna azadî û wekheviyê ku li Şengalê tê meşandin jî, li ser vê esasê pêş dikeve. Di pêşengtiya devleta Tirk de, hêzên dagirker ji bo ku ev pêşketinên li Şengalê çêbûn pûç bikin, çi ji destê wan tê dikin. Agahiya me ji hewildanên siyasî, leşkerî û dîplomatîk ku li ser esasê qirkirina gelê Êzîdî pêş dikeve heye. Lê divê vê yekê bizanibin ku dê di vê qadê de ti caran bi ser nekevin. Çiqasa êrîş dikin bila bikin, nikarin ti qadên Kurdistanê ser bikevin.
Têkoşîna ku di sala 2016’an de li Başûrê Kurdistanê hate meşandin jî diyar kir ku gelê me bi vê xetê re nabe yek. Ji Silêmaniyê bigre heye Hewlêr û Şengalê, helwesta gel a li ser vê esasê derket holê. Gelê Başûrê Kurdistanê, li gel demokrasî, azadî û yekîtiya Kurdistanê ye. Helwesta gelê Başûr, yekîti sipartina hemû hêzên Kurdî ye. Ji ber vê devleta Tirk her çiqasî bi hinek sazî û derdoran re ketibe nava hin îtîfaqan û plansaziyên hevbeş çêkiribin, lê helwesta gelê Başûr li hemberî van konseptan serîrakirinek e. Gelê me yê Başûr, ne dagirkeriya Tirkiye, ne jî dagirkeriya Iraq û Îranê dipêjirîne. Ev helwesta gelê me jî herî zêde di nava vê salê de derket holê. Di pengava Mûsilê de, di rizgarkirina Şengalê de, di êrîşên li ser bajarên Bakurê Kurdistanê de gelê me yê Başûr helwesta xwe diyar kir. Di nava vê salê di tiştê herî girîng ku li Başûr derket holê ev bû.
Bi taybetî li Şengal û Mûsilê li ser gelê Kurd lîstikên taybet hene. Naxwazin Kurd bikevin Mûsilê. Lewma ji milê dîrokî ve wateyeke girîng a vê herêmê heye. Bi hezaran salan Kurd li Mûsilê jiyane û Mûsil di nava erdnigariya Kurdistanê de ye. Ji ber vê yekê, ev konsepta ku di şexsê Mûsilê de Kurdistan parçe kiriye hatiye hejandin, lê bi awayekî giştî hê jî nehatiye tunekirin. Hê jî derdorên ku vê konseptê dimeşînin hene. Ji ber vê hemû bûne yek û naxwazin hêzên Kurd têkîldarî Mûsilê bikin. Lê ger gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike, dê van siyasetan jî vala pûç bike. Wê xwedî li Mûsilê jî derkeve, wê xwedî li hemû nirxên Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî derkeve. Divê hemû amadekariyên partî û siyasetmedarên gelê Kurd li ser vê esasê bin. Tevgera me jî ti caran li hemberî nêzikatiyên bi vî rengî paş ve gav navêje û wê xwedî li hemû nirxên gelê xwe derkeve.
*Herî dawî em dixwazin vê yekê bipirsin, sala 2017’an di heman demê de sala 39’emîn a partiya wê ye. We jî di nava nirxandinên xwe de hinek bal kişand ser, wê ev sala 39’emîn a partiya wê bi xwe re kîjan pêşketinan bîne?
Weke PKK û PAJK plansaziya me ya 2017’an berfireh e. Weke tevger di 2016’an de me gelek civîn û kongreyên girîng çêkirin. Hedefên ku di van kongre û civînên me de derketine holê hene; em ê di sala 2017’an de azadî û demokrasiyê li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn mayinde bikin. Em ê nirx û deskeftiyên gelê xwe biparêzin. Ya herî girîng jî, em ê azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê mîsoger bikin.
Em bawer in, li gorî van plansaziyan em ê sala 2017’an bikin sala Azadî, Demokrasî û Wekhevî ye. Em ê faşîzma ku li ser çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê meşandin têk bibin. Li dijîxeta faşîzm û dagirkeriyê, serîrakirin û berxwedana me wê zêdetir rêxistinî, bi plan û çalak bibe.