Garzan: Berxwedana gel di nava mercên Rewşa Awarte de geştir bû

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Garzan: Hin hêz, berjewendî û feraset hene, ku civaka Kurd a xwedî feraseta azad û demokratîk naxwazin. Girîngiya kongreya neteweyî ji ber vê ye. Kongreya neteweyî wê projeyên ku pêşî li van êrîşan bigire, derxîne holê.

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Rûken Garzan bû mêvanê bernameya "Ulkeden" a NewsChannelê û rojeva heyî nirxand.

Garzan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên li dijî tecrîdê tên lidarxistin û got, "Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd, nirxên azadiyê û nirxên civakî hatiye tecrîdkirin, zext tê kirin. Pêkanîn û polîtîkayên qirkirinê tên ferzkirin. Her ku têkoşîn li dijî vê yekê geş bibe wê sîstem, tecrîd û pêkanînên li Îmraliyê bişikên. Di vî warî de gelê me bi biryar e. Wê konsepta heyî, tecrîd û îşkenceyê ji holê rake."

DIXWAZIN ŞOREŞA ROJAVA JI HEV PARÇE BIKIN

Garzan bal kişand ser êrîşên li dijî Şoreşa Rojava û got, "Dixwazin şoreşê bi sînor bike û parçe bike. Pêkanînên dewleta Tirk, ji bo jiholêkirina paradîgma û însiyatîfa Şoreşa Rojava ye. Êrîşa ku dixwazin li Efrînê bikin û êrîşên li ser sînorê Rojava, hewldanên ji bo dagirkirinê ne."

HETA KU SÎSTEMÊN SERDEST HEBIN, WÊ RÊXISTINÊN WEKE DAIŞ'Ê JÎ HEBÎN

Di dewama axaftina xwe de Garzan têkoşîna li dijî DAIŞ'ê nirxand û got, "Hêza DAIŞ'ê li pêşberî şoreşa li rojava şikest. Her kes vê dibîne û ev rastiyek e. Lê belê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ qediya ye. Heta ku sîstemên serdest hebin wê rêxistinên weke DAIŞ'ê her tim derkevin holê û bên bikaranîn.

Pêwîste ev yek were guhertin, ji holê bê rakirin. Eger ev bibe wê rêxistinên weke DAIŞ'ê bê wate bimînin ya jî nikaribin xwe birêxistin bikin. Ji ber ku sîstemên serdest timî krîzan derdixînin, rêxistinên mîna DAIŞ'ê dafirînin, bi vî rengî krîzan girantir dikin û hewl didin jê bixwin."

YA KU ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN PÊK TÎNE, ŞOREŞA KURDISTANÊ YE

Rûken Garzan destnîşan kir, ku bi saya şoreşa Kurdistanê şoreşa Rojhilata Navîn pêk tê û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê êrîş li mirovê azad û civaka azad a li dora şoreşa Kurdistanê tê kirin û bi vî awayî hewl tê dayin bandora vê şoreşê li herêmê bê şikandin. Berxwedana li dijî vê yekê, bi xwedîderketina li vê helwesta azadiyê pêk tê. Çalakiyên li Efrînê, serhildana gel vê yekê radixe pêş çavan. Gel ji hêzên sîstemê û dagirker re dibêje, "Hûn nikarin azadiya me, şoreşa me û nirxên wê dagir bikin. Em ê li dijî we bi topyekûn şer bikin, li ber xwe bidin û bi ser bikevin'. Armanca wan çalakî, meş û xwepêşandanan ev e."

BERXWEDAN DERKET ASTA HERÎ BILIND

Li ser Rewşa Awarte ya li Bakurê Kurdistanê Garzan bibîr xist, ku gelê Kurdistanê her tim di nava Rewşa Awarte de hatiye hiştin, lê belê şêweyê Rewşa Awarte ya ku ji ailyê Erdogan û AKP'ê ve di salên dawî de tê meşandin, ji bo tinekirina jiyanê li Kurdistanê ye.

Garzan bibîr xist, ku dewleta Tirk her tim êrîşî têkoşîna azadiyê kiriye, konsepta înkar û tinekirinê her tim xistiye dewrê û got, "Bi darbeya Rewşa Awarte re dewleta Tirk dest bi êrîşa herî mezin a 40 salên dawî kir. Xeta di şexsê AKP-MHP'ê de derket holê û pêkanînên vê xetê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê rê li ber xisarên giran vekir. Di ser darbeya Rewşa Awarte re salek derbas bû. Di nava vê salê de berxwedana 40 salî ya gel xwe spart nirxên hatiye afirandin û derket asta herî bilind."

HIN HÊZ HENE KU NAXWAZIN YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDAN PÊK WERE

Mijareke din a ku Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Rûken Garzan nirxand, hewldanên ji bo kongre û yekîtiya neteweyî ya Kurdan e. Garzan diyar kir, hin hêz hene ku naxwazin ev yekîtî pêk were û got, "Hin hêz, berjewendî û feraset hene, ku civaka Kurd a xwedî feraseta azad û demokratîk naxwazin. Girîngiya kongreya neteweyî ji vî alî ve jî derdikeve pêş. Konrgeya neteweyî wê projeya ku pêşî li van êrîşan digire, derxîne holê. Lê belê di rewşa heyî de ji bo kongreya neteweyî pêk neyê, hem li Kurdistanê hem jî li derveyî Kurdistanê gelek êrîş tên kirin. Li nava Kurdistanê hin hêzên berjewendîparêz hene ku xwe ji desthilatdariyê û serdestan qut nabe. Ya ku vê dike, hêzên serdest ên navnetweyî ye. Hêzên mêtînger ên li Rojhilata Navîn e.

Her wiha hêz û derdorek heye ku xwe nade ber hevgirtina Kurdistanê, nade ber yekîtî, demokrasî û azadiyê. Bi taybetî eniyek li Başûrê Kurdistanê heye ku li dora vê êrîşê li hev civiya ye. Kongre û yekîtiya netweyî, bi têgihiştina têkoşîna neteweya demokratîk ji bo şikandina van êrîşan tê kirin. Ev hewldan girîng e, watedar e û dîrokî ye."

Di vê çarçoveyê de Garzan bal kişand ser girîngiya karê ji bo amadekirina 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî û destnîşan kir, ku karê ji bo Konferansa Jinê ya Neteweyî ji bo pêşîgirtina li konsepta tinekirin û înkarê, ji bo jiholêkirina zîhniyeta serdest, xwedî roleke mezin e.