Fîncanci ku Leyla Guven muayene kir: Xetereyeke mezin heye

Seroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnek Korûr Fîncanci, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de li mala wê muayene kir. Fîncanci got; “Xetereyek mezin heye.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD'ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven, di roja 105'an de didome. Her diçe tenduristiya Guvenê jî xirabtir dibe. Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, çû mala Guvenê û ew muayene kir. Fîncanci, tevî Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr û endamê odeyê Cengîz Gunay serdana Guvenê kir û paşê derbarê muayeneyê de daxuyanî da.

Fîncanci, diyar kir ku ji roja TÎHV hatiye avakirin ew çalakiyên greva birçîbûnê dişopînin û piştî Guvenê qebûl kiriye wan ew muayene kiriye. Fîncanci, destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Guvenê qet nebaş e û got: "105 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji taqet ketiye. Di warê girtina tiştên avî û vîtamîna B'yê de, li gor sala 1996'an di salên 2000'î de rewşeke cuda rû da. Nexasim jî, raçînga mêjî û sînîr tên parastin. Ev pir girîng e. Çimkî, vîtamîna B û nexasim jî vîtamîna B1 nahêle texrîbatên mezin çêbibin. Loma vîtamîna B girîng e."

‘XETEREYEKE MEZIN HEYE’

Fîncanci, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê bi tena serê xwe vîtamîna B tune ye û loma çalakgerên greva birçîbûnê kompleksa B'yê bi kar tînin û got: "Me bihîst ku ji bo çalakgerên li girtîgehê vîtamîna B1 a nû hatiye peydakirin. Lê belê ev ne mecbûrî ye. Li Tirkiyeyê vîtamînên kompleksa B hene. Ji evana tenê du hebên 250 mîlîxiram bê girtin jî bes e. Me tesîrên vîtamîna B'yê li ser Leyla xanimê dîtin. Sînîrên wê di roja 105'an de hatine parastin. Lê belê rîskeke mezin heye. Hem ji ber emrê xwe hem jî ji ber rewşa tenduristiya xwe, divê pir baş bê parastin. Di rewşên wisa de her ku masûlke zirarê bibînin, ev yek tesîrê li masûlkeyn dil jî dike. Rîskeke bi vî rengî heye."

‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE'

Fîncanci, bal kişand ser daxwaza Guvenê jî û got: "Tecrîd bi tena serê xwe êşkence ye. Divê bi tu awayî pêk neyê û ji bo hemû girtiyan şert û mercên civakiyî bên peydakirin. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî 300 girtî di greva birçîbûnê de ne. Divê sedema greva birçîbûnê bê zanîn. Berî ku tiştekî nebaş û mirin çêbibin, divê demilest daxwazên wan pêk bên û divê em jî vî dengî ragihînin hemû gelên Tirkiyeyê. Divê rayedar jî bibihîsin. Em dixwazin demildest tecrîda li Tirkiyeyê bi dawî bibe û mirov nemirin."