Festîvala Silêmaniyê diyarî Leyla Guven hate kirin

Festîvala çand û hunerê ya li Silêmanî ya bi şîara “Jin bi berxweanê azad dibe’ diyarî Leyla Guven hate kirin ku li dijî tecrîda Îmralî di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Rêxistina Niwêger, CDO û Naz ên Başûrê Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, bi dirûşmeya “Jin bi berxwedanê azad dibe” Festîvaleka Çand û Hunerê lidarxist.

Festîval li Navenda Talarî Huner a bajarê Silêmaniyê bi pêşengeha hunerî destpê kir. Festîval ew ê heta seatên şevê dewam bike û eleqeyek mezin ji bo festîvalê tê nîşandan.

Di çarçoveya bernameya festîvalê de di kêliyên pêş de ew ê Komîteya Amadekar a Festîvalê peyama 8’ê Adarê bixwîne û piştre Hunermend Hanî derkeve ser dikê.

Komîteya Amadekar a Festîvalê ragihand ku festîvalê diyarî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dikin ku 121 roj din li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

ÎBRAHÎM: SERÊ ME BILIND E

Berpirsa Têkiliyên Karê Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm got, şervanên jin ên li Roajva hêz û îradeya jina Kurd nîşanî hemû cîhanê da.

Îbrahîm 8’ê Adarê li şervanên jin ên Rojava pîroz kir û got bi berxwedana şervanan serbilind in.