Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê: Êrîş hat şikandin, 11 çete hatin kuştin

Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê ragihand, di şerê dijwar ê duh de ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li gundê Tewrayê rû da, 11 çete hatin kuştin. Fermandariyê diyar kir, di vî şerî de gerîlayekî HPG'ê yê bi lehengî li xwe da, şehîd bû.

Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê der barê êrîşa duh a çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî çeperên wan ên li gundên Xeyale û Skîniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê di 21'ê Adarê saet 12'ê şevê de, êrîşeke mezin birine ser çeperên wan ên li gundên Xeyalê û Skîniyê û hat gotin, "Piştî ku hêzên me bersiv dan, li gundê Tewra ku li başûrrojavayê gundê Skîniyê û Xeyalê ye şer derket. Vî şerê dijwar heta danê nîvro dewam kir."

Fermandariyê diyar kir, ku bi qasî wan zelal kirine, di vî şerî de 11 çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Fermandariyê destnîşan kir, ku bi hawanan gelek kozikên çeteyan hatine rûxandin, lewma hejmara miriyên çeteyan zêdetir e.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, 4 wesayîtên çeteyan û balafireke keşfê ya bi tîpa Dron hatine rûxandin.

Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê diyar kir, bi dijwarbûna şer re gerîlayên HPG'ê yên li herêmê dest li rewşê werdan û di vî şerî de gerîla Rustem Cûdî heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.

Fermandariyê ragihand, di encama çalakiyên hêzên wan de êrîşa çeteyan hat têkbirin û çeteyên mayî neçar man xwe vekişînin.