Fermandariya YBŞ’ê: 2 çete hatin kuştin

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrîşa duh şev daxuyaniyek da û got: “Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin, 2 çete hatin kuştin.

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên duh şev agahî da û diyar kir ku 2 çete hatine kuştin û rêjeyek cebilxane jî hatine desteserkirin.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Duh şev di saet 01:00’an de, dema ku çeteyên DAIŞ’ê hewl dan bi dizî bikevin çeperên me yên li gundê Sekeniye yê girêdayî Şengalê, şervanên me bersivên tund dan û êrîş hate şikandin. Li ser hewldana çeteyan a ku bi awayê întixarî xwestin pêk bînin, bi ferqkirina şervanên me re, tedbîrên pêwîst hatin girtin û êrîş hate valaderxistin.

‘2 ÇETE HATIN KUŞTIN’

Di şerê nêzî 2 saetan dom kir de, 2 çete li gel cebilxaneyên li ser wan û tevî çeka wan bi mirî hatin hatin desteserkirin. Çeteyên din jî neçar man ji hermêmê birevin.

Di encama şer de 2 çete hatin kuştin, 2 êlekên întixarî, 2 çeka keleş, 5 bombeyên destan, du bombeyên bi destan ên girêdayî dem hatine eyarkirin ketin destê şervanan. Ti windahiyên hêzên me nebûne.”