Fermandariya Sevk û Îdare ya Parastina Medyayê hate pîrozkirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji ber çalakiya wan a di 5’ê Tîrmehê de Fermandariya Sevk û Îdare ya Parastina Medyayê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel got ku “Di vê çalakiyê de ya ku bi taktîka serdema nû hatiye amadekirin, derbên giran li dijmin hatiye xistin û tiştek bi gerîlayan nehatiye. Em hemû rêhevalên di vê çalakiyê de pîroz dikin û serkeftinê ji we re dixwazin.”

Di peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de ev tişt hate diyarkirin:

“Di bin fermandariya we de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 5’ê Tîrmehê saet di 10.30’an de li dijî konvoya leşkerî ya dagirker a ku ji alaya Êrîşê ya Çelêya Colemêrgê diçû Girê Xeregolê çalakiyeke serkeftî û encamgir hatiye lidarxistin.

Di nava rojê de, li qadeke ku dijmin xwe gelekî ewle hîs dike, bi nepeniyeke kûr û bi sebreke mezin wê kemîn li ber konvoya dijmin daniye û derbên giran lê daye. Ev çalakî li gorî taktîka demê ye.

Ligel ku di destê dagirkeran de her cure teknîk hene, gerîla bi derfetên biçûk û bi giyanekî afirîner ev çalakî li dar xistiye. Careke din îrade, bawerî û afirîneriya gerîlayan derketiye holê.

Di vê çalakiyê de ya ku bi taktîka serdema nû hatiye amadekirin, derbên giran li dijmin hatiye xistin û tiştek bi gerîlayan nehatiye. Em hemû hevrêyên di vê çalakiyê de pîroz dikin û serketinê ji we re dixwazin.”