Fermandariya Qadê ya Xabûrê ya HPG'ê: Helkefta PDK'ê pir taloke ye

Fermandariya Qadê ya Xabûrê ya Metîna a HPG'ê têkilî sewqiyeta leşkerî ya PDK'ê daxuyanî da û got, ''Ev helkefta PDK'ê pir taloke ye, helkefteke wiha ye dibe ku di navbeyna hêzên Kurd de şerekî giran bîne.''

Daxuyaniya Fermandariyê ya Qada Metîna HPG'ê wiha ye:

''Îro saet li derdora 04:00'an hêzên bi ser PDK'ê ve bi ser tengavê ve ya di navbeyna Girê Çarçel û Girê Colemergê de ku niqteyeke stratejîk a Metîna ye, ji du aliyan ve êrîşek anîne. Ji bo ku ev hêza leşkerî ku her baska wê ji 50 wesayitên zirxî pêk dihat nekevin vê tengavê hêzên me bi çekên şexsî ew hişyar kirine. Lê ev hêz bêyî ku guh bidin vê hişyariyê bi pozisyona êrîşê pêş ve çûne . Qada navborî û derdora wê ti gund û jîgeh li derdorê nînin, ev 25 sal in pêşmerge nehatinê, piranî hêzên gerîla lê ne û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatiye mayinkirin. Li gel ku ev qas tişt têne zanîne jî û li gel hişyariyê jî ji wesayitên ku dom kirin di yek an jî duyan de ji ber teqîna ku sedema wê nayê zanîn teqîn çêbûye û hin windahî çêbûne. Encameke wiha ne bi dilê me ye û dilê mirov diêşîne. Lê berpirsyariya vê rûdanê ne ya me ye, ya wan kesan e ku ev hêz şandine vir.

Ev tevger, li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî operasyona dijmin a  li ser xeta Kêstê û Zendûra ku ev 43 roj in berxwedaniyeke dîrokî dikin, ji desteka ji bo dewleta Tirk pê ve nayê maneyeke dî.  Xwesteka ku ev qad were zevtkirin, wê xizmetê ji wê re bike ku ev qad were bertengkirin, berxwedan were qelskirin û rê li dewleta Tirk veke. Ev her wiha tevgera ji pişt ve xencerlêxistina li gerîla ye. Lê dîsa jî hêzên me yên gerîla ev hêzên ku hatine nekirine hedef, ev hêz bi şaşiya xwe an jî bi encama ku bûne hine dî windahî dane. Piştre bi êrîşa ser hêza me pozîsyona şer kriye û ev pozîsyona şer hê jî berdewam dike.

Di vê serdema girîng a dîrokî de ev helkefta ku ji hêla PDK'ê ve tê nîşandan, helkefteke wiha ye dibe ku di navbeyna hêzên Kurd de rê li ber şerekî giran veke. Tiştekî wiha ji bo Kurdan û ji bo doza netewî ya Kurdistanê tê maneya ziyaneke mezin. Em dîsa jî naxwazin şerekî bêqidoş ê nav Kurdan bidin destpêkirin. Em tenê dixwazin li dijî dewleta Tirk ku dijminê sondxwarî yê gelê me ye li ber xwe bidin û şer bikin. Gerîlayên Kurdsitanê bi berxwedana dîrokî ya 43 rojan nîşan daye ku ew dikarin van êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bişkînin. Daxwaza ku ji pişt ve em werin dorpêçkirin di rêz û rêçikên Kurdan de nîne, her wiha helkefteke wiha wê li ber dahatuya gelê me bibe talokeyeke mezin.

Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdsitanê ji bo ku PDK dev ji vê helwesta xwe biqere di serî de gelê welatparêz ê Behdînanê, bang li tevahiya gelê Kurdistanê, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermendan dikin ku bi peywira xwe rabin.''