Fermandariya NPG'ê çalakiya gerîla ya li Çelê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) çalakiya gerîlayan a di 19’ê Nîsanê de pîroz kir a ku li dijî hêzên dagirker ên Girê Koordîneyê ya Qada Zapê hatibû lidarxistin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di peyama pîrozbahiyê de diyar kir ku gerîlayan di 19’ê Nîsanê de li dijî hêzên dagirker ên Girê Koordîneyê ya Qada Zapê gerîlayan çalakiyeke serkeftî li dar xistine.

Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em vê çalakiya gerîlayan pîroz dikin a ku li hemberî faşîzma ku li kuçe û kolanan êrîşî dayîkên me dike, bûye bersiv. Fermandar û şervanên ku keda wan di vê çalakiyê de hene, em hemûyan silav dikin.

Di vê çalakiyê de tiştek bi hêzên gerîlayan nehatiye û derbeke giran li dijmin xistiye. Ev jî diyar dike ku ev çalakî di çarçoveya avakirina nû de hatiye lidarxistin. Bi baweriya ku wê çalakiyên we yên din jî li ser vê xetê bilind bibe, em hemû rêhevalên li qadê silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 21’ê Nîsanê roja Yekşemê diyar kiribû ku gerîlayan di 19’ê Nîsanê de li Çelêya Colemêrgê li dijî Girê Koordîneyê çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de fermandarê gir jî di nav de herî kêm 12 leşker hatine kuştin. HPG’ê gotibû ku “Gerîlayan ji du milan ve li hêzên dijmin dane û ketine gelek çeperên leşkeran. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 12 leşker hatine kuştin û 10 leşker jî birîndar bûne. 3 bataryayên obusan jî ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin. Di çalakiyê de leşkeran dev ji çeperên xwe berdane û heta niha aqûbeta 3 leşkeran jî ne diyar e.

Di heman demê de hêzên me li yekîneyên dijmin ên li Girê Koordîneyê, Girê Şehîd Zekî û Girê Petrot dane. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.”