Fermandariya HPG'ê ya Kerkûk-Mexmûrê daxuyaniyek da

Fermandariya HPG'ê ya Kerkûk-Mexmûrê ragihand ku hin organên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê, nûçeyên derewîn li ser wan diweşînin.

Di hin organên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê de hatibû dîtin ku 3 cenazeyên çend roj berê li Kerkûkê hatine dîtin, ên gerîlayên HPG'ê ne. Fermandariya HPG'ê ya Kerkûk-Mexmûrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev îdîa derew e.

Di daxuyaniya Fermandariya HPG'ê ya Kerkûk-Mexmûrê de wiha hat gotin:

"Rojên dawî li hin malperên înternetê û hesabên medya civakî yên li Başûrê Kurdistanê, hin agahî li ser hêzên me hatin weşandin. Di van nûçeyan de bi rengekî bêbingeh hat îdîakirin li avahiya rêxistina partiyekê ya li Kerkûkê 3 cenazeyên gerîla hatine dîtin. Em ji raya giştî û gelê xwe yê hêja re radigihînin ku ti eleqeya van îdîayan ji bo derxistina tevlîheviyê hatine kirin, bi rastiyê re nîne.

Em van weşanan û yên van weşanan dikin dişopînin û careke din bang li gelê xwe dikin ku bi van îdîayên derveyî rastiyê bawer neke."