Fermandariya Giştî ya YBŞ/YJŞ’ê, nasnameya 7 şervanên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere kir

Fermandariya Gişti ya YBŞ û YJŞ bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên YBŞ/YJŞ’ê û 2 gerîlayên HPG/YJA-Star ên di encama êrîşa çeteyên PDK’ê ku li ser Xanesor a Şengalê de jiyana xwe ji dest dabû eşker kir.

Fermandariya Gişti ya YBŞ û YJŞ bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG/YJA-Star ên ku di encma êrîşa koma bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ ku ser bi PDK’ê ne ku 3’yê Adarê de qewimî jiyana xwe ji dest dabûn eşeker kir.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 2’yê Adarê de komek çeteyên ku navê “Pêşmergeyên Roj” li xwe dike û girêdayî ENKS’ê ye, bi armanca dagirkirina Şengal û herêmên di bin kontrola hêzên me de, ji aliyê Sihêla û Dihokê hatin Xanasorê. Van çeteyên ku di nava wan de komên tevlî fermana 73’yan bûne jî hebûn, bi awayekî hovane êrîş kirin. Li hemberî êrîşan şervanên YBŞ/YJŞ’ê û gelê me berxwedanek mezin nîşan dan û bersiva pêwîst dan.

Fermandariya Gişti ya YBŞ û YJŞ’ê, destnîşan kir ku bi vê berxwedanê destkeftî û nirxên civaka Êzidî hatin parastin, ji bo hemû cîhanê peyamên girîng hatin dayîn. Bêguman ev destkeftî û nirx bi saya têkoşîna pîroz û bedelên mezin hatine afirandin. Çawa ku ji bo rizgariya ji bin hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û piştekên wan, ji bo parastina baweriya Êzdayetiyê, cangoriyên azadiyê, lehengên mezin canên xwe feda kirin, îro jî bi heman ruh û fedekariyê pêşengên gelê me canê xwe feda kirin.

Li dijî êrîşa dawî ya çeteyan ku wekî berdewama fermana 73’yan e jî, berxwedanek mezin hat nîşan dan û di vê berxwedanê de 7 rêhevalên me gihîştin şehadetê. Hemû hevalên me bê tirs, bi awayekî fedekarî heta dawiyê têkoşiyan û tevlî karwanê pakrewanan bûne.

Fermandariya Gişti ya YBŞ û YJŞ’ê têkildarî şervanan û gerîlayên HPG/YJA-Star ev agahî dan:

“Di destpêka şer de Heval Çekdar û Heval Orhan ku herdu jî endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) in, şehîd ketin. Lê herdu heval jî, ji bo ku li herêmê şer û alozî dernekeve hatibûn cihê êrîşa çeteyan. Herdu heval bi vê ferasetê tevgeriyan û xwestin ku pêşiya şer bigirin. Lewma jî dema çeteyan di sibeha 3’yê Adarê de êrîş pêk anîn, herdu heval derketin pêşiya panzerên çeteyan û ji bo ku karibin wan bidin sekinandin bi rihekî fedayî bedena xwe kirin mertal.

Rêheval Şehîd Orhan ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji malbateke welatparêz e. Ev demek dirêj e di nava tevgera azadiyê de cîh digire û li qadên cuda de yên Kurdistanê têkoşîn meşandiye. Bavê wî Îsa Hiso jî her di nava têkoşîna azadiyê de cih girtibû û di serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo de ji aliyê hêzên rejîma Baas ve hatibû girtin û êşkencekirin. Di sala 2014’an de jî, ji aliyê hêzên tarî ve di encama êrîşek bombeyî de şehîd bû. Xwîşkek Şehîd Orhan jî di heman salê de tevlî refên tevgera azadiyê bûye.

Heval Çekdar jî salên dirêj di tevgera azadiyê de cihê xwe girtiye û piştî gelek herêmên cuda yên Kurdistanê, ji bo mudaxelekirina êrîşên çeteyan ên li ser Şengalê bibû yek ji endamên komên yekemîn ên HPG’ê yên ku hatibûn Şengalê. Li Şengalê tevlî gelek pêngavên rizgarkirinê bû û li cihên herî zor li dijî çeteyan şer kiriye. Heval Çekdar bi fedekarî, durustî û hêrsa xwe ya tolhildanê dihat nasîn. Tevî ku gelek caran birîndar bû û pirsgirêkên tenduristiyê hebûn jî, ti caran ji têkoşînê paş ve gav ne avêtin.

Heval Arif Tilqesep, Çiya Zerdeşt û Şoreş Sîba endamên YBŞ’ê. Heval Amed Şengalî jî endamê Asayîşa Êzdîxanê ye. Rêheval Çiya ji destpêka fermana 73’yan ve tevlî têkoşînê bû û pêşengî kir. Bi kesayeta xwe ya ku baweriyê dide, bibû çavkaniya moralê û wekî kesayetek têgihîştî ji bo hevalan bibû hêzek. Heval Şoreş Sîba demek dirêj e di nava têkoşîna azadiyê cihê xwe girtibû û bi sekna xwe ji bo hevalên xwe bibû çavkaniya moral û têkoşînê. Hevalê Arif demek kurt e ku tevlî refên YBŞ’ê bûye, lê bi sekin û helwesta xwe di nava hevalên xwe de bû cihê bawerî û heskirinê. Heval Amed jî ji destpêka avakirina hêzên Asayîşê ve, tevlî xebatan bûye û li herêma Xanesorê erka xwe bicîh di anî. Herçar heval jî, bi bawerî, heskirin û têkoşîna xwe ya bê hesap di nava hevalên xwe de hatin naskirin. Her wiha ji bo parastina nirxên Êzdîxanê û baweriya êzdayetiyê bê tirs heta dawiyê têkoşiyan.

Rêheval Têkoşîn Serhed di sala 2015’an de tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye. Dema ku çeteyên hov êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn, heval Têkoşîn jî, wekî gelek hevrêyên xwe yên jin, ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de, berê xwe da Şengalê. Rêheval Têkoşîn jî li gelen eniyên şer di noqteyên bi xeter de têkoşîn meşand. Bi kesayet, tevlîbuna kar û helwesta xwe wekî çavkaniyek moralê hat naskirin.

Şehîd paşeroj û pêşeroja me ne. Em bi saya têkoşîn, lehengî û bedelên wan gihîştine roja îro. Her wiha hemû nirxên hatine avakirin encamek têkoşîna şehîdên azadiyê ye. Lewma parastina van nirxan girêdayî mezinkirin û parastina bîranîna şehîdan e. Em jî wekî hêzên YBŞ û YJŞ’ê careke din diyar dikin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û ala wan bilind bikin. Dîsa soza xwe ya jiyanîkirina bîranîna wan û tolhildanê nû dikin, sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û gelê xwe dixwazin.

NASNAMEYÊN ŞERVAN Û GERÎLAYÊN KU JIYANA XWE JI DEST DANE

Nasnameyên şervan û gerîlayan ên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nav û Paşnav:

Nasnav: Çekdar Qers

Navê Dayikê

Navê Bav:

Cîh û Dîroka Jidayîkbûnê:

Dîroka Tevlîbûnê:

Cih û Dîroka Şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

***

Nav û Paşnav:

Nasnav: Orhan

Navê Dayîkê:

Navê Bav:

Cîh û Dîroka Jidayîkbûnê: Qamişlo

Dîroka Tevlîbûnê

Cih û Dîroka Şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

***

Nav û Paşnav: Elyas Xelef Îsa Xidir

Nasnav: Çiya Zerdeşt

Navê Dayikê: Besê Reşo

Navê Bav: Xelef

Cîh û Dîroka Jidayîkbûnê: Zomanê /1985

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Til Koçer- 12 Tîrmeh 2014

Cih û Dîroka Şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

***

Nav û Paşnav: Zuleyha Sarialtun

Nasnav: Tekoşîn Serhed

Navê Dayikê: Rabîa

Navê Bav: Abdulbarî

Cîh û Dîroka Jidayîkbûnê: Kop/Muş 1991

Cîh û Dîroka Tevlîbûnê:Wan /05,07.2015

Cih û Dîroka Şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

***

Nav û Paşnav: Xidir Meto Quto

Nasnav: Şoreş Sîba

Navê Dayikê: Meyan

Navê Bav: Meto

Cîh û Dîroka Jidayîkbûnê: Sîba Şêx Xidir 1997

Cîh û Dîroka Tevlîbûnê: Şengal -3 Adar 2015

Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

***

Nav û Paşnav: Selam Elî Mixebir

Nasnav: Amed Şengalî

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Elî

Cîh û Dîroka Jidayîkbûnê:

Cîh û Dîroka Tevlîbûnê: Kampa Newroz

Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

***

Nav û Paşnav: Feysel Xelef Nepsa Dirbo

Nasnav: Arif Tilqesep

Navê Dayikê: Sarê

Navê Bav: Xelef

Cîh û Dîroka Jidayîkbûnê: Tilqesep -1990

Cîh û dîroka Tevlîbûnê: Xanesor / 08.01. 2017

Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017