Fermandariya Eyaleta Merdînê hişyarî kir
Fermandariya Eyaleta Mêrdînê kesên ku erdnîgariya Kurdistanê talan dikin û xebatên sîxuriyê dikin hişyar kir
Fermandariya Eyaleta Mêrdînê kesên ku erdnîgariya Kurdistanê talan dikin û xebatên sîxuriyê dikin hişyar kir
Fermandariya Eyaleta Mêrdînê got, “Bi talîmata dewleta Tirk a dagirker bi taybet li herêma Omeryan li gelek deverên Merdînê dar tên birîn. Ji aliyê hêzên me ve hate tespîtkirin ku kesên daran dibirin têkiliya wan bi îstîxbarata dijmin heye, dijmin wan bi rê ve dibe û di heman demê de ev kes xebatên sîxuriyê jî dikin. Gelê herêmê jî li hemberî van pêkanînên ku xizmeta dijmin dike û erdnîgariya herêmê talan dike, bertekeke mezin nîşan dide. Em kesên ku van tiştan dikin, bi qestî û yan jî bêyî hemdî xizmeta dijmin dikin, hişyar dikin. Him sîxurî him jî talankirina xwezaya Kurdistanê sûc e. Divê ti kes van sûcan neke û xizmeta dijmin neke.”