Fermandariya Eyaleta Heftanînê hişyar kir

Fermandariya EYaleta Heftanînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker hin cerdevan û kontrayan bi kar tîne û hewl dide xwezaya Kurdistanê talan bike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên ku ji dewleta TC a faşîst re dibin alîkar wê bibin hedefa hêzên me."

Fermandariya Eyaletê ya Heftanînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di operasyona dagirkirinê ya artêşa TC a dagirker de ku 23'ê Tebaxa 2019'an li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, di navbera hêzên me û dagirkeran de şer didome. Artêşa TC a dagirker hewl dide li herêma operasyonê daran bibire û xwezaya Kurdistanê talan bike, bi vî rengî baregehan ji xwe re ava bike. Di vê çarçoveyê de dewleta TC a dagirker di serî de cerdevan hin yekîneyên kontra tîne qada operasyonê û bi rêya wan daran dibirin. Li herêmên dagirkerî lê heye şer didome û bi hincetên cuda li vê qada şer birîndara daran û talankirina bedewiya xwezaya Kurdistanê sûcekî girane. Divê gelê me nekeve van xefikan û bi baldarî tevbigere.

Em hêzên ku li qada şer xwezaya Kurdistanê talan dikin û li dijî hêzên me kar dikin hişyar dikin û dibêjin, li qada şer hêzên ku alîkariyê didin dewleta TC a faşîst a ku xaka Kurdistanê talan kiriye wê bibin hedefa hêzên me."