Fermandarên YPJ’ê li Silêmaniyê hatin bîranîn

Bi boneya roja 40’an a şehadetên Fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr ên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn, li Silêmaniyê merasîmek a bîranînê hat lidarxistin.

Di saetên êvarê de li Silêmaniyê bi boneya roja çilan a şehadeta her sê fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr, ji aliyê Kongra Star ve merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Di merasîmê de nûnerên gelek rêxistinan, partiyên siyasî, kesayet û rewşenbîr amadebûn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyeê rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ber wêneyên her sê şehîdan gul hatin danîn û mûm hatin pêxistin.

Di merasîmê de Nûnera Kongra Star Roza Hesen axivî û got: “Ji beriya 40 rojan dewleta Tirk a dagirker sê jinên şoreşger ên gelê me hedef girt ku hemû jiyana wan di nava têkoşîn û şerê dijî çeteyên DAÎŞ û dagirkeran de derbas bibû. Armanc ji vê êrîşê şikandina îradeya gelê Kurde. Dijmin jî baş dizanin şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye. Ji bona wê ev şoreş wê biser bikeve. Em soz didin tola şehîdan hilînin.”

Her wiha peyama bi dîmen a Fermandara YPJ’ê Nûjîn Dêrik jî di merasîmê de hat guhdarkirin. Nûjîn Dêrik soza tolhildana her sê fermandarên jin da û got, “Dewleta Tirk a dagirker hevkarê sereke yê çeteyên DAÎŞ’ê ye ji bo wê fermandarên jin dike hedef.”