Fermandarên YJŞ û YBŞ'ê 4'ê Nîsanê pîroz kirin

Fermandarên YJŞ û YBŞ'ê bi gotina "Tav ti carî di binê ewran de namîne. Her derdikeve û tîrêjên xwe belav dike" fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase kirin û 4'ê Nîsanê li gelan pîroz kirin.

Ji fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Jiyanda Êzidxan û yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Xelîl Ereb bi wesîleya rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala wate û girîngiya fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Şengalê kirin.

'RÊBERTÎ JINÊN ÊZIDÎ JI TUNEBÛNÊ XILAS KIR'

Yek ji fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Jiyanda Êzidxan wiha dest bi axaftinên xwe dike; "Em di serî de 4’ê Nîsanê li Rêbertî û gelên cîhanê pîroz dikin. 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna kesayetekî ye, 4’ê Nîsanê roja yekbûyîna gelan nîşan dide. Wek jinên Êzidî hebûna fikrê Rêbertî ji bo me pir cûda ye. Ji ber Rêbertî jinên Êzidî ji tinebûyînê xilas kir. Yê ku gelê me da jiyîn Rêber Apo ye."

Fermandara YJŞ'ê  Êzidxan bi dewamî got, "Di roja me ya îro de li ser Rêbertî tecrîd hîn girantir kirine. Ev tecrîd ne tenê di şexsê Rêbertiya me tê meşandin, ev tecrîd li ser tevahiya gelan ferz tê ferzkirin."

'HÊVIYA ME EW E KU BI RÊBERÊ XWE RE LI SER XAKA ŞENGALÊ AZAD BIJÎN'

Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê Jiyanda Êzidxan herî dawî wiha got; "4’ê Nîsanê rojbûna me hemûyan e. Heviya me ew e ku bi Rêberê xwe re li ser xaka Şengalê bi rengekî azad bijîn. Her wiha dayika ku ev mirovê pîroz aniye dinyayê em vê rojê diyariya dayika Ûveyş dikin."

'FIKRÊ SEROKATÎ FIKRÊ FÎLOZOFÊ DEMA NÛ YE'

Ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Xelîl Ereb jî wiha dest bi axaftinên xwe kir; "4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertî  hem ji bo gelên Iraqê û hem jî ji bo gelên cîhanê rojbûna vejînê ye. Fikrê serokatî mirov dikare bibeje fikrê fîlozofekî dema nû ye. Mirov dikare bibêje ji ber fikrê Rêbertî fikrekê navnetewî ye, hemû gelan di nava xwe de dihevîne. Her wiha piranî dewletên ku heyî di roja me ya îro de bi şerkirinê tên terbiye kirin, lê fikrê Rêbertî fikrêke ku dihelê jin û zilam li nava civakê azad bijîn."

'TAV TI CARÎ DI BIN EWRAN DE NAMÎNE, HER DERDIKEVE Û TÎRÊJÊN XWE BELAV DIKE'

Fermandarê YBŞ Xelîl Ereb wiha berdewam kir; "Em jî wek gelê vê xakê me jî li ser vî fikrî xwe bi rexistin kir û xak û civaka xwe parast. Ji bo vê jî rojbûna Rêbertî ji bo me kêfxweşî û moralekê pir mezine. Ev ferq û cudahiya di navbera pêkhateyên heremê de bi saya wî  fikrî rabû. Em dikarin wî fikrî wisa penase bikin 'Tav ti carî di binê ewran de namîne. Her derdikeve û tîrêjên xwe belav dike'. Ji bo vê rojbûna rêbertî rojbûna me ye. Em vê rojê tevahî gelên cîhanê pîroz dikin.