Fermandarê YBŞ'ê Şengalî: Em ê heta dawiyê Êzidxanê biparêzin

Yek ji Fermandarên YBŞ’ê Tîrêj Şengalî diyar kir ku hatina çeteyên PDK-AKP’ê ya Şengalê ji bo rakirina fermaneke din e û got, "Em ê rê nedin vê yekê. Em ê heta dawiyê axa xwe Êzidxanê biparêzin."

Yek ji Fermandarên YBŞ Tîrêj Şengalî êrîşên çeteyên PDK’ê li ser bajarokê Xanesorê nirxand.

Tîrêj Şengalî êrîşa ku di 3’ê Adar û aloziya ku derketî wiha vegot: "Dema ku çeteyên girêdayî PDK- AKP’ê di 2’ê Adarê de hatin herêma Xanesorê da ku êrîş bikin, me nedixwest em bi wan re bikevin nava şer. Me xwest bi wan re baxivin ka armanca wan ji hatine vir çi ye. Ev herêm di sala 2015’an de ji aliyê hêzên me ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin. Ne tenê Xanesor, her wiha gundên Medîban, Heyal , Sikênî jî hatibûn rizgarkirin."

Şengalî diyar kir ku hatina çeteyên PDK’ê û AKP’ê li herêma Şengalê nayê qebûl kirin û got: "Lewma dema hêzek were û bixwaze herêmên wiha bi xwînê hatine rizgarkirin dagir bike, ev nayê qebûlkirin. Ji ber ku me sozek daye gelê xwe em ê axa xwe ji hemû cureyên terorê bi parêzin. Armanca hatina dagirkera ne parastina axa Êzidxanê bû, berevajî wê dagirkirin bû dixwaze vî gelê parçe bikin." 

Şengalî sedem û armanca hatina çeteyên PDK-AKP’ê wiha şîrove kir: "Ev komên çeteyên PDK-AKP’ê dema hatin gotin em ji bo parastina sînorê Rojava hatine û carna jî digotin em ji bo derbasî Rojava bibin hatin vê derê. Lê ev hemû ne rastin. Ji ber ku cihên tê re derbas bûne ji deriyê Sêmalka heta ber deriyê bajarokê Tilkoçer di bin kontrola wan de. Yanî armanca wan ne yek ji van hemûya bû, armanca wan tinekirina miletê Êzidî ye. Çawa di fermana 2014’an de pêşmergeyên PDk dev ji miletê me berdan û reviyan. Ev jî bû sedema ku bi hezaran keç û dayikên me ketin destê DAIŞ’ê. Miletê me penaber bû îro jî dixwazin rêbazên bi vî şeklî fermanê dubare bikin."

Di dawiyê de Tirêj Şengalî bang li pêşmergeyên Êzidî kir û got: "Bangawaziya me ji tevahî pêşmergeryên Êzidî û pêşmergên din jî heye ji nava wan derkevin. Ji ber ku van çeteyan navê pêşmerge xirab kirine, em nikarin jê re bêjin ku ew pêşmerge ne. Ji ber ku berê jî navê Pêşmerge navekî pîroz bû. Niha jî gelek ji miletê Êzdî jî Pêşmerge ne. Em bangawaziyê ji tevahî miletê Êzidî dikin ku nebin şirîkê vê xiyanetê û li hemberî miletê xwe, li hemberî xwişk û dayikên xwe sileh nerakin.