Fermandarê HPG'ê Rojhilat: Dewleta Tirk nikare li hemberî gerîla şer bike

Ji fermandarên HPG'ê Sîpan Rojhilat diyar kir ku dewleta Tirk a nikare bi berxwedana gerîla, çeka kîmyewî bi kar tîne û got, "Artêşa Tirk tirsonek e, nikare li hemberî gerîla şer bike. Li holê artêş nîne."

Ji fermandarên HPG'ê Sîpan Rojhilat tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û êrişên dewleta Tirk, berxwedana gerîla nirxand.

Hevpeyvîna bi fermandar Sîpan Rojhilat re hatiye kirin, wiha ye:

Yek ji herêmên ku êrişên giran li ser çêbû û berxwedaneke mezin hate nîşandan herêma Avaşînê ye. Berxwedan niha jî dewam dike. Ji destpêka operasyonê heta niha asta şer çi ye?

Dewleta Tirk dest bi operasyoneke berfireh kir. Armanca dewleta Tirk ji vê operasyonê ew bû ku tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Yek ji van qadan ku di demên derbasbûyî de bi rola xwe rabû herêma Avaşîn e. Ji demên derbasbûyî ve herêma Avaşînê weke herêmek çalak tê naskirin. Bi zor û zehmetiya xwe meşhûr e, bi îradeya xwe meşhûr e. Gerîlayên li herêma Avaşînê ne tenê di dema operasyonê de, di kêliyên beriya operasyonê de jî bi dijwariyê mezin re rû bi rû tên. Herêmeke Zagrosê ye, herêmeke asê ye. Ji bo wê jî gerîlayên ku li Avaşînê ne, demên bihurî jî ji bo karibin çalakiyekê bike, carna bi rojan dimeşiyan. Bi rojan dimeşiyan, diçûn ber hedefên xwe, hedefên xwe îmha dikirin, dihatin. Gerîlayekî bi vî rengî ye. Ji ber wê dewleta Tirk esas van derbên ji gerîla dixwar, ji her sê Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwest wan hinekî bêdeng bike. Di heman demê de armanca xwe dewamkirina operasyona li Heftanîn û herî dawî li Xakurkê û Garê bû. Derba ku li Garê xwar, xwest bi vê operasyonê hinekî telafî bike. Lê belê hesabê Tirkan nehate serî. Ji 23’ê Nîsanê û vir ve nêzî 3 meh in operasyon dewam dike. Encamên ku dewleta Tirk hêvî dikir, qet negirt. Sedema wê çi bû? Dewleta Tirk qet bawer nedikir ku gerîla dikare ewqasî li ber xwe bide. Ji ber wê di destpêka operasyonê de bêtecrûbeyek hebû. Yanî tecrûbeyek ku em bêjin li hemberî dewleta Tirkan şerê tunelan, şerê tîman çawa bimeşînin, kêmasî hinekî rû dan. Lê belê di heman demê de berxwedana li Mamreşo hate meşandin, di şexsê wan 7 hevalên li wir şehîd ketin, ku ji bo me bû mînakek, bûn hevalê pêşeng, berxwedana ku wan meşandî hinekî rêveçûna operasyonê diyar kir. Diyar kir ku em ê çawa operasyonê bişikînin. Hem tiştên ku li Mamreşo, Şehîd Serdar qewimî ji bo me bû tecrûbeyek ku em li tunelan şerekî bêhempa bimeşînin. Niha li herêma Werxelê, Girê Sor wan deran jî şer heye, bi mehan e dijmin dixwaze hinek tunelên me bi dest bixe, nikare bi dest bixe. Ev rastiyeke xwe heye. Dijmin li hemberî gerîla dişikê, ev tiştekî ku mirov dikare pişte bi mînakan vebêjin. Niha tişta ku li Avaşînê diqewime hesabê Tirkan li bin guhê hev xist. Par, pêrar û salên beriya wê jî pêngavên ku gerîla li hemberî dijmin kirin, vê carê gerîla li nava Avaşîn bi xwe ev pêngav li dijî artêşa Tirk dike. Çawa dike? Mesela dijmin dixwaze xwe nêzî tunelan bike, heval lê didin, nahêlin xwe bigihînin. Ji xwe dijmin newêre xwe nêzî tunelên hevalan bike. Gelek caran hevalên me jî di çapemeniyê de tîne ser ziman, bi rêbazên pir tirsonekî nêzî hevalan dibe. Dewleta Tirk ji gerîla ditirse. Mînakên berçav bêjim; Mesela hatin cihekî, hevalan di hezar, hezar û pênc sed metreyî de li Zagrosê 2 fîşek avêtin leşkeran, nêzî 15-20 leşker bûn, leşkeran çekên xwe hiştin û reviyan. Piştî 5 deqeyan komeke din a leşkeran hatin bi dizî ew çek birin û çûn. Em bi artêşeke wisa re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê şerê ku niha li Avaşînê dimeşe; dijmin digot em ê biçin di nava hefteyekê de her derê paqij bikin û gerîla tune bikin, ew hesabê Tirkan li hev nehatin. Niha bi rastî jî di serî de li Mamreşo û Şehîd Serdar, bi taybetî jî li hemû herêmên Avaşînê ji Şûkê, Basya, Mamreşo, Mervanos li van deran gerîla li cihekî bi tenê jî dest ji mewziyên xwe bernedane. Dewleta Tirk çi dike? Di televîzyonan de dibêjin, ‘cihên ku kesî bawer nedikir, em ketine’. Dewleta Tirk neketiye. Dewleta Tirk bi teknîka xwe ketiye. Piştre mirov dikare berfirehiya teknîka dewleta Tirk bînin ser ziman. Em bi artêşeke çawa re rû bi rû ne? Mirov dikare vê bîne ser ziman. Artêşeke ku behs dikir nîne. Operasyona li Avaşînê da nîşandan ku hêza dewleta Tirk, hêza leşkerên Tirk ku li hemberî gerîla şer bike, nîne. Mînakên wê hebûn. Hatin xwestin bikevin tunelên şer ên Werxelê, hevalan dîmenê wan girtin, hevalan li wan dan. Qarewar bi wan ketibû. Me guhdar dikir, hevalên ku li wan didan û hevalên ku ew dişopand. Yanî leşkerên Tirk digiriyan, direviyan, qîjevîjek wisa bi wan ketibû. Artêşek bi vî rengî wê çawa şer bike? Tu bi 150 leşkerî bi hemû teşhîzatên xwe hatiye dixwazî bikeve nava tunelên şer, heval bi çekên sivik li te dide, ewqasî qarewar bi te dikeve. Tu bi teyarên xwe, bi keşfên xwe bi hemû teçhîzatên xwe tu li van gerîla dide, lê rojekê van gerîlayan gavek bi paş ve neavêtiye. Lê belê li hemberî bîsîvîngekê tu dikare dest ji mewziyên xwe berde û bireve. Ji ber vê yekê rewşa operasyonê, ji roja destpêkê û vir ve li hemû çeperên Avaşînê berxwedan dewam dike, berxwedaneke serketî dewam dike. Ne berxwedaneke ji rêzê ye ku mirov bêje tenê heval li hemberî wan sekiniye û şer dike. Bi rastî jî mînaka berxwedana Avaşînê mînaka serketinê ye. Niha li Werxelê 40 roj in li hemberî Tirkan li ber xwe dide. Her roj teqemenî, TNT û gazên kîmyewî tînin datînin ser tunelan û bi kar tînin. Heta niha hevalan bi gavekê jî paşve neavêtine. Berevajî vê heval her tim li wan didin. Niha li Avaşînê berxwedaneke serketî dimeşe.

Dewleta Tirk di operasyonê de pişta xwe spartiye teknîkê. Bikaranîna teknîkê û şerê dewleta Tirk di kîjan astê de ye?

Dewleta Tirk ne tenê pişta xwe bi teknîkê ve girê daye. Em mînak bidin. Carna em dibêjin, dewleta Tirk bi teyar û keşfê parastina xwe dike. Ne tenê teyarên şer e. Teyarên şer e, bi keşfan e, bi dehan keşfan dixin qadê. Ew bi xwe jî psîkolojiya leşkerên wî rehet nake. Li her yekîneyeke wan drone heye. 24 saet droneyên wan li derdora wan digerin. Ew jî ne bes e, vê carê kûçikê wan hene. Bi kûçikan xwe diparêzin. Kûçik xistine eraziyê ji bo li hemberî gerîla derbê nexwe. Ew jî ne bes e, kontra, cerdevanan û çeteyan dixin dewrê. Yanî em bi artêşek wiha re rû bi rû ne. Weke bêje, ji xwe re mertal çêkiriye. Yanî artêşeke welê ye ku ji her alî ve li parastina xwe difikire. Berevajî tiştên ku dibêjin ‘em qehreman e, em dikevin qadên gerîla’. Bila li qadên gerîla mîna gerîla bin. Qet nebe bila di dengê gerîla de be. Lê ne bi vî rengî ye. Mînakê bidim, li herêma Avaşînê pênc, şeş kes, wekî din nîne. Her ewkek çêdibe, teyar, Kobra. Ev ne bes e, weke min got ji drone, heta kûçik û kontra û cerdevan hemû xistin nava liv û tevgerê. Hedef çi ye, hedef ‘ez xwe biparêzim’. Ew jî têrê nake. Çima têrê nake? Ji ber ku ew jî psîkolojiya leşkeran rehet nake. Mesela diçin ber tunelê qaşo bangaziya teslîmbûnê li hevalan dikin. Tuyê teslîmî kê bibe? Artêşa li hemberî te artêşeke hilweşiyayî ye, artêşeke tirsoneke. Ma çawa tuyê teslîmî artêşê bibe? Ev rastiyeke xwe heye. Yanî artêşeke ku şikestî ye. Niha bang dikin, ‘werin teslîm bibe, ava me heye’. Ava gerîla jî zehf e. Herhal ew gerîlayên li wan tunelan şer dikin wisa birçî, tî, bêxwedî nîne. Ji berê ve amadekariyên xwe kiriye. Amadekariyên xwe yên erzaqê kiriye, avê, cebilxaneyê kiriye, mewziyan kiriye. Psîkolojiya xwe eyar kiriye, hemû rêbazên xwe eyar kiriye. Ez ê mînakê dîsa bidim. Ji ber ku bi mînakan baştire. Li Tabûra Ereban hevalan bi çekek taybet li artêşa Tirk dan, dibe ku dîmenê wê jî heye dabin televîzyonê jî. Di dîmen de heval roketê diavêjin leşkerên Tirk. Komek leşker derbê dixwe, komek leşker pêş de direve, komek leşker di nava agir de dimîne. Leşkerên ku direve nayê hewara leşkerên din. Ev rastiyeke. Direve, weke ku bêje ‘ez xwe xilas bikim, yê din cehenema wan kiriye’. Rojekê di tunelê şer de jî gaz bi kar anîn, kîmyasal bi kar anî. Hinek hevalên me bi bandor bûn. Hevalên ku bandor li wan nebû, çûn wan hevalên bi bandor bûn xilas bikin. Mînak, tu diçû gel kîjan hevalî, te digot ez ê te xilas bikim, wan jî digotin, ne min, lê hevalê din xilas bikin. Tiştek bi hevalan nehat ji xwe. Heval hemû saxlem derketin, ji ber ku rêbazê hevalên ê li hemberî kîmyasalê şer bikin jî heye. Mesela heval li şûna ku li xwe bifikire, li rewşa hevalên xwe dipirsiyan. Hesab bikin ku ferq di navbera herdu mînakan de çiqas e. Yek, tu lê dide, direve. Esker in, weke ku bêjin ew jî hevalê hev in. Lê belê hevalê xwe dihêle û direve, qet li pey xwe mêze nake. Hevalên wî di nava agir de dişewite. Ya din jî di heman demê de li tunelê kîmyasal li dij hatiye bikaranîn, lê belê ji xwe zêdetir li hevalê xwe difikire. Yanî di ber hevalê xwe de fedakariyê dike. Artêşeke wisa li hemberî roketeke hevalan perîşan dibe, hildiweşe, ji psîkolojiyê dikeve. Dema ku tu fîşekekê diteqîne, leşkerekî bi tenê jî li eraziyê namîne, direvin. Mînakên wê zehf in. Heval li kîlîsê roketê diavêjin, guleyeke taybet diavêjin diçe li ku dikeve, leşker ji ku direve? Halbûkî yê me ne wisa ye. Bi dehan caran bombardûman li ser hevalên me çêdibin, hevalên me yên ku bombardûman dixwin cuda, lê yên din qet pozîsyona xwe naguherînin. Li dijî van tunelên me yên şer teyareyan bi kar tînin, keşif bi kar tînin, kîmyasalê bi kar tînin, gazên taybet bi kar tînin, teqemenî bêhed bi kar tînin. Mesela niha heval tekmîlan didin dibêjin ku Skorsky tên leşkeran datînin, leşkeran danînin, nîvê wan Skorsky teqemeniyan tînin. Bi tonan teqemeniyan tînin datînin derdora tunelan, bi wan teqemeniyan dixwazin tunelên hevalan hilweşînin bikevin hundir. Em bi artêşekê re rû bi rû ne ku ne artêşa şer e. Artêşa propagandayê ye. Ji xwe li Hûlûsî Akar binerin tu yê artêşa wî nas bike. Yanî tîpekî wisa dikare artêşeke wisa çêbike. Li qadê dema ku dixwazin bi ser komek ji hevalan biçin, heta ku bi teyareyan, bi kobra û keşfê lê nedin naçin ser hevalan. Cesaret nakin biçin ser cenazeyên hevalan. Illehî divê net bikin ku tiştek nîne, hevalek birîndar bûye yan na, ji bo ku karibin biçin wê derê. Em bi artêşeke welê re rû bi rû ne ku ji her alî ve tenê xwe ji bo parastinê amade kiriye. Di heman demê de pir tirsoneke. Teknîka niha di destê hevalan de teknîkeke pir mezin û xurt nîne. Lê belê heval wê teknîkê jî bi profesyonelî bi kar tînin. Yanî zanin ku li ku derê çawa li leşkeran bidin. Leşker ji tirsa teknîka hevalan jî xwe vedişêre. Tu lê digere ku leşker bibîne. Ji tirsa xwe vedişêre.

Cudahiya navbera berxwedana gerîla ya li dijî vê operasyonê û operasyonên beriya niha çi ye?

Ji pêvajoya şerê tunelan me tecrûbeyên mezin bi dest xistin. Eger em karibin van tecrûbeyan bixin meriyetê ez di wê baweriyê de me ku em ê di vî şerê tunelan de encameke baş werbigirin. Ji ber ku teknîka dewleta Tirk di şerê tunelan de bi kêr nayê. Herî zêde kîmyasal bi kar tîne, ew jî weke min gotiye hevalan rêbaza têkoşîna li dijî wê dîtine. Lê di heman demê de hevalan di gelek mijaran de teknîkên ku karibin çembera dewleta Tirk têk bibe, rêbazên wê ji xwe re çêkirine. Yanî vî şerê tunelan gelekî afirîner bû. Yanî em di tunelan de rûneniştine û ne li benda dewleta Tirk in. Berevajî vê yekê. Yanî wan çi kiribin, hevalan alternatîfa wê afirandine. Rast e, yê wan bi teknolojiya pêşketî çêbûye, yê hevalan bi teknolojiya pêşketî nebe jî afirînerî û rêbazên hevalan ji yên wan pêşketîtire. Ew rastiya xwe heye. Ev yek dewleta Tirk dixitimîne. Nahêle ku dewleta Tirk bêje ‘ez çûm, min girt, min îmha kir û ez hatim’. Ew teoriya wan vala ye. Yanî tu çûye, lê tu nedikare bigre, nedikare îmha bike. Berevajî wê dibe ku tu îmha jî bibe. Yanî ev rewş hinekî din dewam bike û gerîla jî hêdî hêdî bikeve nava êrişê, wê operasyona artêşa Tirk hilweşe. Ji ber ku her ku operasyon zêde dibe tecrûbeyên gerîla jî çêdibe. Şerê ku niha em li Avaşînê dimeşîne, di wê nuqteyê de ye. Niha di destê Tirkan de tenê madeyên kîmyasal heye. Bi kar tîne, hîç teredût nake. Dewleta Tirk pir tirsoneke, qet li hemberî me şer nake. Heta niha li Avaşînê hevalek bi tenê jî bi destê dewleta Tirk şehîd neket. Heval hemû ya bi kîmyasalê yan jî bi êrişa balafiran şehîd ket. Artêşa li holê ye, tenê teyare ne, drone ne, keşif e, kûçik in, kontra û cerdevan in. Artêşeke bi vî rengî ye. Ferqa di navbera şerê îro û şerê doh de çi ye? Berê em pir profesyonel nebûn. Lê êdî hêdî hêdî hem li ser hem jî binê erdê em profesyonel in. Hem li ser erdê bi sîstema tîm em tecrûbeyekê digirin. Di şerê tunelan de jî îradeya serketinê tê afirandin. Mamreşo destpêk bû. Niha hêdî hêdî em li Werxelê jî li Girê Sor jî sibe li cihên cuda jî em gihîştine asteke wisa ku em dikarin em li hemberî dewleta Tirk berxwedaneke serketinê çêbikin. Niha zemînê wê heye û niha pêk tê. Berê dewleta Tirk dihat di nava 2-3 rojan de xwe digihan nuqteyên me. Lê niha 45 roj, 2 meh, belkî heta demeke dirêj biajo. Hevalan jî amadekariyên xwe kirine. Di tunelan de pirsgirêkên hevalan ên avê, xwarinê û cebilxaneyan qet nîne. Pêwîstî pê nîne ku dewleta Tirk zehmetiyê bide xwe û biçe ber tunelan bike qîrîn. Kesekî ku teslîm bibe nîne. Ji ber ku gerîla îradeya xwe wekî pola ye û bi vî rengî şer dike.

Gelo ihtimal heye ku dewleta Tirk vê operasyonê dirêj bike û derbasî deverên din jî bibe?

Tevgera me jî gelek caran da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê ye. Ev tê wê wateyê ku operasyonên dewleta Tirk jî wê dirêj bike. Erdogan ji bo xwe operasyonê weke rantê bi kar tîne. Ev ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Weke ranteke siyasî, ji bo karibe di hilbijartinê û hwd. de xwe serketî nîşan bide operasyonan dimeşîne. Operasyonên dewleta Tirk li  her derê jî dirêj dewam bike, amadekariyên gerîla temam in. Hem jî gerîla amade ye ku operasyona dijber jî bike. Ne tenê ji bo pêşwazîkirina operasyonê, em ji bo operasyonê bikin jî hêzên me hemû amade ne. Hemû çeperên me bi temamî ji bo şer amade ne. Berxwedana ku heta niha hate nîşandan, bi taybetî jî berxwedana Zendûra ku ji bo me bû mînakeke baş, mirov wê jî bi dil û can silav dike. Ew îrade, ew berxwedana li wê derê bi rastî jî nîşan da ku em dikarin bi mehan jî berxwedaneke bi dijwar bikin. Bi rastî jî weke berxwedana Keleha Dimdimê ye. Ez bawerim dikim ku berxwedana hevalên me ji efsaneya Keleha Dimdimê kêmtir nîne. Çeperên me yên mayî jî, yên ku neketine nava şer ji bo heman şerî, ji bo heman îradeyê amade ne. Dewleta Tirk dixwaze xwe li hemû çeperan jî biceribîne, wê tenê artêşa xwe biwestîne, lawaz bike. Ji 23’ê Nîsanê ve leşker daniye qadan, bi rengekî aktîf kîmyasalê bi kar tîne, gazên cûrbecûr bi kar tîne. Lê beriya wê jî li ser tunelên me timî şer bû. Teyare her roj li tunelên şer didin. Ji Avaşîn, Zap, herêma Çemço, Metîna heta qadên me yên din ji xwe timî teyare lê didin. Tişta ku leşker li ser wan tunelên şer, ji lêdana teyareyan zêdetir nîne. Bi bandortir jî nîne. Cihê ku qazan bandorê lê neke roketên bîsîvîngê wê çawa bandorê lê bike? Bandor nake. Tişta ku lê zêde bûye, madeyên kîmyasal lê zêde kirine. Lê weke min gotî, destpêkê tecrûbeya me li dijî kîmyasalê tune bû, lê êdî hêdî hêdî tecrûbeyên me çêbûne, em ê çawa kîmyasalê pûç bikin. Ji ber vê yekê bên qadên din jî ji tecrûbeyên heta niha şikestina operasyona Tirkan gengaz e. Di heman demê de li gorî derfetan wê gerîla paşerojê dest bi operasyona dijber jî bikin. Em ê bikaribin wan di gelek milan de bişikînin. Artêşa Tirk artêşeke çawa ye? Bi rastî jî artêşeke newêreke. Li naverastê weke serseriyan digerin, xwe li binê wan daran dirêj dikin, bêçand in. Ji xwe re dibêjin, ‘Komandoyên taybet’, ku komandoyên wan ên taybet wisa bin gelo leşkerên wan ên ji rêzê çawa ne. Dewleta Tirk ji bo vî şerî bide meşandin, hemû enerjiya xwe xerc dike. Binerin, trafîka Skorsky heye, 24 saetan tevdigerin. Mînak 50-60 leşker li ser girekî ye, tu dibîne carna şevê 7-8 caran Skorsky tên. Çima? Bi nêrîna min ew Skorsky ne tenê ji bo erzaqê tê. Psîkolojiya wî leşkerî li wê qadê xera be. Ne leşkerên wisa ne ku karibin li ber xwe bidin. Lewma ji bo karibe psîkolojiya leşkerê xwe rehet bike, bi derfetên xwe neçar e ku bi zorê leşkerên xwe li wê derê bi cih bike. Bi dehan mînakên vê yekê hene. Mesela beriya ku bişin cihekî, kûçikên xwe destpêkê dişînin. Dedaktoran bi kar tînin. Ew ne bes e, robotan didin pêşiya xwe. Yanî artêşeke bi vî rengî ye. Dema ku tu derdikeve û 2 fîşekan diteqîne jî ew artêş li holê namîne. Bi dîtina min operasyona niha li Avaşînê di halê hazir de fiyasko ye. Dema pêş eger bixwazin hewldanên cuda bikin, ancax karibin bi rêbazên derveyî exlaqê bikin. Çima? Ji ber ku bi rêbaza; ez ê leşkerên xwe bibim ser tunelê şer, nikare bike. Belkî bixwaze kîmyasalê bêhtir bi kar bîne, bêhtir teqemeniyê bi kar bîne. Wekî din li derveyî van rêbazan, dewleta Tirk nikare bi van tunelên me yên şer. Ev net e. Tunelên şer ji bo me bû tecrûbe. Eger em bi van rêbazan biçin em ê karibin dewleta Tirk ji gelek aliyan ve têk bibin. Ji bo Erdogan, Soylû, Akar kuştina leşkeran ne muhîm e, îtibara siyasî ji bo wan muhîm e. Ji xwe dema leşker dimirin jî nabêjin. We dîtiye ku di jêrnivîsê xwe de gotine; leşkerekî me miriye? Na. Bi dehan leşkerên wan dimirin. Ne tenê heval leşkerên wan dikujin, ji tirsa jî dimirin. Lê belê hemûyan vedişêrin. Çima? Ji bo îtibara wan a siyasî li bin guhê hev nekeve. Ji bo ku nebêjin em li bin ketine. Bi vî rengî biçe, encama dewleta Tirk encameke serketî nagire. Hele hele bên cihên cudatir ku çeperên me xurtir in, ez bawerim ku wê bi mezinî bişikên. Hem moralê gerîla, hem amadekariyên gerîla bi temamî amade ye. Îradeya gerîla li gel ti artêşekê nîne. Hîç li xwe nafikire, li hevalê xwe difikire.

Di dawiyê de hûn dixwazin çi bêjin?

Bi rastî jî di dema dawî de me rojên têr û tijî derbas kir. Bi taybetî jî îsal. Biharê hevalê Serhed beriya biçe Mamreşo, me pê re nîqaş dikir. Wî bi xwe jî bi israr dixwest biçe herêma Mamreşo, herêma Govendê. Di xwest li van xetan bi rola xwe rabe. Pir bi xwestek, pir bi kelecan çû. Ji dema ku me şand, çû gihîşte wê derê, operasyonê dest pê kir. Em pê re axivîn, me got ‘Hevalê Serhed te bi xwe pêşniyar kir, tu bi xwestek çû. Te digot ez ê derbên mezin li Tirkan bidim, vaye Tirk hatine’. Henek dikir, digot, ‘Belê li şûna ku ewqasî biwestim, digot baş e ew hatin ku bila ew biwestin’. Ne tenê hevalê Serhed, hevalên pê re hemû belkî hevalên bijartî bûn. Li Avaşînê heval hemû xwedî tecrûbe bûn. Dibe ku di nava wan de hevalê herî nû hevalê Kamûran bû. Hevalê Kamûran bi xwe bi ruhekî cuda tevdigeriya. Dema ku operasyon li wir çêbû, wan hevalan digotin, ‘çi dibe bila bibe divê em wan di Mamreşo de bişikînin’. Bi nêrîna min, dibe ku ew heval şehîd ketin û îro dewleta Tirk kete Mamreşo lê dewleta Tirk bi ruhekî şikestî kete Mamreşo. Ji ber ku van hevalan heta deqeya dawî bi ruhê serketinê tevgeriyan. Hevalê Serhed bi xwestek çû Mamreşo, bi hêviyeke mezin çû, hem xwesteka xwe pêk anî, hem jî hêviya mezin da me hemûyan. Heman demê hevalên li Aris Faris şehîd ketin, di hundirê şikeftê de çalakiya fedayî li dijî artêşa Tirk kirin. Ji ber vê yekê rojên têr û tijî me li herêmên Avaşînê derbas kir. Tecrûbeyên hatin wergirtin wê neyê jibîrkirin. Kes ji me ji bîr nakin, em ê her tim bi bîr bînin.