Fermandarê gerîla Roj: Em ê Ocalan û gel bigihînin hev

Ji fermandarên HPG'ê Rodî Roj destnîşan kir, ew bi biryar in ku tecrîd û komployê parç bikin, gel û Ocalan bigihînin hev û wê ti carî dest ji vê biryardariya xwe bernedin.

Ji fermandarên HPG'ê Rodî Roj diyar kir, komploya ku 32 dewlet di nav de hebûn û rola piyon dan Tirkiyeyê, ji gelek aliyan ve hatibe pûçkirin jî hîn weke konseptekê dewam dike.

Fermandarê HPG'ê Rodî Roj bi wesîleya salvegera 21'ê ya komploya navneteweyî ji ANF'ê re axivî.

Roj destnîşan kir ku di sala 22'an de wê têkoşînê xurti bikin, komployê û tecrîdê parçe bikin û bi vî rengî gel û Ocalan bigihînin hev û got, "Biryardariya me ya ji bo têkoşînê wiha ye."

Rodî Roj diyar kir ku bi komploya navneteweyî re xwestin rastiya Rêbertî bêdeng bikin, bitepisînin û got, "Erdnîgariya Kurdistanê bala hêzên hegemonîk dikişîne. Her çend komplo di çarçoveya berjewendiyên biçûk û erzan ên aborî de tê dîtin jî, hîn kûrtir e."

Fermandar Roj ragihand ku di komploya bi beşdariya 32 dewletan de rola piyoniyê dan Tirkiyeyê û got, "Komplo ji gelek aliyan ve hatibe pûçkirin jî weke konseptekê dewam dike. Hesabê komplogeran bi giranî pêk nehatin, ya ku plan dikirin nebû."

Roj destnîşan kir ku Ocalan ji şexsekî wêdetir rastiya civakekê ye.