Fermandarê gerîla Goyî: AKP bi hemû hêza xwe jî bê, wê têk biçe

Yek ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Goyî destnîşan kir, polîtîkaya ku AKP dimeşîne wê AKP'ê bi xwe biqedîne.

Ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Şerîf Goyî, êrîşên AKP'ê yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd, ji ANF'ê re nirxand.

Goyî destnîşan kir, ku AKP bi van polîtîkayên xwe dawî li xwe tîne û got, "Sîstema ku Erdogan li Tirkiyeyê ava kiriye, sîstemeke faşîst e. Sîstemeke ji zîhniyeta tekparêz, bi ti awayî nikare bidome. Em bi aqûbeta rejîmên dîkta dizanin. Dema ku mirov li polîtîkayên Erdogan dinerin, ev yek bi zelalî tê dîtin. Ne tenê Kurd, gelek mûxalîfên li Tirkiyeyê jî li dijî vê rewşê ne. Bala xwe bidinê; rewşenbîr, nivîskar ji ber ku çend gotin nivîsandine hatine girtin. Yanî ev yek tê wê wateyê ku 'ji bilî Erdogan nabe kes baxive'. Erdogan û derdora wî ji ber ku qels in, dixwazin her tiştî li gorî xwe eyar bikin. Bi zîhniyeta xwe ya tekparêz re rewşa xwe ya qels radixe pêş çavan. Ji ber ku yekî qels ji nêrînên cuda yên li dora xwe ditirse. Gelek beşên civakê ji vê rewşê aciz in. Erdogan dixwaze li her derê serdest be. Lê ev yek demeke dirêj bi vî awayî nameşe. Em bi dawiya hemû rejîmên dîkta dizanin."

'HÊZA ME HEYE KU EM BERSIVÊ BIDIN HEMÛ XETERIYAN'

Goyî bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên sala 2017'an li dijî gerîla dike û diyar kir, AKP'ê hemû hêz û teknîka xwe bi kar anî, lê tevî vê jî encamek negirt. Goyî anî ziman, bi taybetî polîtîkayên AKP'ê yên li herêma Botanê têk çûne û wiha dewam kir:

"AKP êrîşî qadên gerîla dike. Bi taybetî êrîşeke mezin li Botanê dike. Li gorî AKP'ê, bi tinekirina gerîla li Botanê re wê temamiya gerîla biqede. Divê zanibin ku Botan ti carî nakeve. Li ser sînor bi çêkirina qereqolan û rêyên ewlekariyê dixwazin li hin cihan serdest bin. Çima Botan? Ji ber ku Botan ji destpêkê ve bûye navenda şer. Nepêkan e ku Erdogan karibe vê navendê têk bibe. Di şerê nava bajaran de jî derket holê. Derket holê ku di dilê gel de çi heye. Di referandûmê de derket holê. Navenda mirovahiyê Botanê ev yek bi rengekî vekirî nîşan da. Ji wan heye ku bi xistina vê navendê re wê tevgerê biqedînin.

Gerîla bi girekî ya jî nuqteyê ve girêdayî nîne. Dema ku diçin ser girekî, mîna ku encameke gelekî mezin bi dest xistine nîşan didin. Gerîla li her derê ye. Ne tenê li çiyê. Her tişt bi rengekî zelal li pêş çavan e. Ewqasî rê li ser giran çêkirin. Lê belê gerîla xwedî wê hêzê ye ku li ku bixwaze dikare lê bide. Ev çare nîne; çareya bi tenê qebûlkirina vîna gelê Kurd e. Bi salan e partî bang dike. Ji bo aramiya Tirkiyeyê bang dike. Ji bo Tirkiye nebe weke hin welatan û li ser bingeha edalet û aramiyê çareserî bê kirin ban dike. Lê belê bersiveke erênî ji van bangan re nehate dayin. Dixwazin doza Kurd bi temamî îmha bikin. Li ser bingeha tinekirina navê Kurd û Kurdistanê dixwazin çareseriyekê bikin. Ev jî zerarê dide Erdogan. Gelê Kurd û gerîlayên gelê Kurd mîna berê nînin. Li her derê xwe birêxistin kiriye. Dikare bersivê bide her şêwe xeteriyan. Sîstema Erdogan ancax wî biqedîne; nikare navenda şer biqedîne.

'SÎSTEMA ERDOGAN WÊ TIRKIYEYÊ BIQEDÎNE'

Di demên dawî de, derewên mîna 'Me gerîla qedand, tevlîbûn kêm bû' encamekê bi dest naxin. Êdî kes ji van derewan bawer nake. Berê digotin, 'çend heb li çiyê man e, ew ê wan jî biqedînin'. Halbûkî gerîla roj bi roj mezin bû. Dema ku girekî kontrol dikin, ji wan heye ku gerîla qedandine. Van derewan ehm li xwe dikin hem jî li gel dikin. Halbûkî Erdogan Tirkiye bi xwe qedandiye. Bi welatên derve re, her wiha li hundir xwedî gelek pirsgirêkan e. Her tim hewl dide gelê Kurd bixapîne. Sîstema Erdogan Tirkiyeyê diqedîne. Ji ber ku rejîma şexsekî ye."

'BI RÊYA YEKÎTIYÊ BERSIVA HERÎ XURT DIKARE WERE DAYIN'

Goyî da xuyakirin, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel bûye hêviyek û destnîşan kir, yekane rêya pêşîgirtina li polîtîkayên faşîst ên Erdogan, pêkanîna yekîtiya Kurdan e. Ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Şerîf Goyî bi berdewamî got, "Kurd di roja îro de bê çare nîne. Çareya xwe felsefeya Rêbertî ye. Felsefeya Rêbertî ji bo her kesî rê û hêvî ye."

Di dawiya axaftina xwe de Goyî diyar kir, bi yekîtiya Kurdan pêşî li polîtîkayên Erdogan dikare were girtin û got, "Divê gelê me bi rola xwe ya welatparêziyê rabe. Rola xwe ya di şerê bajaran de bidomîne. Eger di bin sîwanekê de bibin yek û li dijî Erdogan şer bikin, wê hingî bersiva herî mezin were dayin. Em ê jî ti carî ji têkoşîna xwe venegerin."