Fermandarê gerîla Dersim Nurhak: Em bawer in ku em ê bi ser bikevin

Yek ji Fermandarê Akademiya Apollon Dersim Nurhak got bi konsepta êrîşê re ku ji 2015'an û wir ve didome armanc ew e ku Kurdan îmha bikin. Nurhak diyar kir şêwaza gerîla di vê pêvajoyê de cuda ye û got, ''Em bawer in ku em ê bi ser bikevin.''

Yek ji Fermandarê Akademiyên Apollon Dersi Nurhak ji radyoya Dengê Welat re axivî, bal kiaşnde ser konsepta ku ji sala 2015'an û wir ve didome, diyar kir dewleta Tirk xwe li ser îmhakirina gelê Kurd ava dike û dixwaze hebûna xwe wiha bidomîne.

KONSEPTA ÊRÎŞÊ YA KU JI SALA 2015'AN Û WIR VE DIDOME

Nûrhak ev nirxandin kirin:

''Erîşên 24’ê Tîrmeha 2015’an konsepteke nû bû. Dewleta Tirkiyê ji avabûnê heya niha li ser esasê tinekirina gelan, taybet jî li ser tinekirina gelê Kurd xwe ava bike,biryar girtibû.Ev konsepta jî berdewamiya wê biryarê bû. Ev ji bo Dewleta Tirkiyê biryarek stratejîk bû. Di rastiyê de van çend salên dawiyê de şer sekinîbû. Hedef ev bû ku bi rêbazên cuda, bi rêyên nerm rêxistinê tasfiye bikin. Dîsa hedefa wan ev bû ku li ser tinekirina gelê Kurd xwe  ji nû de ava bikin û vê sedsalê jî li ser vê bijîn. 
Heke em bînin bîra xwe li Rojhilatanavîn di şexsê gelê Ereb de bi navê Bihara Ereban bi serhildaneke berfireh li hemû erdnîgariya Erebîstanê belav bibû. Esas ev hêrs û aciziya li hember sîstema hegemon, di destê netew-dewletên ku Erebîstan wekî 22 dewlet hatine belavkirin sîstem li ser gel ferz dikin bi zorî bê ku îradeya gelê Ereb nas bikin wekî ku Kurdistanê bi dewletên dagiker kirine 4 perçe û sed salan ji holê rakirin,  gelê Ereb jî bêwate û îrade hiştin û hêza xwe ya hegamon li ser ferz kirin. Gel êdî nema tehammul dikir. Li dijî vê raperînêkî çêbû. Hêzên hegamon ji bo vê rewşê biqulibînin, ketin rewşekî cûda. Ev hêza ku bin navê Îslamê  ava kiribûn, di esas de ti eleqayê xwe bi Îslamê ve nîne û Îslamê reş dike. Baweriya ku 1500 sal berê ava bûye, gel di aliyê wijdan, pîvanên exlaqî kar dianî, ji bo berovajî kar bîne, bi navê  îslama siyasî, temsîla vê niha AKP dike, ev xistin devrê. 
Ev hêza demokratik ê ku di nav gel de xwe rêxistin nekiriye, ji vê feyde girtin. Ev hêza îslama radîkal, her cureyê tundî li ser gel kar anîn,ji bo ku îradeya gelan bişkîne. Di wan salan de li ser Kurdistan û gelê Kurd jî heman êrîşê pêk anîn. Rêber Apo ev wekî şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav kir. Di van salan de ku gel rabû êdî dîtin ku nikarin li hember van pêşketinên gelan bisekînin bi navê îslamê van komane tevger kirin. Dewleta Tirkiyê jî ji wan re pêşengtî kir. Ji salên 80’yî  heya niha bi derbeya 12’ê Îlonê li Tirkiyê li hember hêzên çep û li hemberî PKK’ê komên îslamî dane pêş û tanzîm kirin. Ev hêdî hêdî di nav civaka Tirkiyê de wekî alternatîf nîşandan. Salên 2000’î şûn ve kirin desthilatdar. Tam ev salên ku gel rabû serhildanê ev sazkar kirin. AKP pêşengtî ji wan hêzan re kir. Hêzên hegemon yên rojavayî jî li pişt bûn. Piştre hin hêzên hegemon ên Rojhilatanavîn jî ketin nav û piştre ew bi hev ketin û di navbera van de nakokî çêbûn. Lê di van salande AKP hema bêje pêşengtî li van koman dikir. Navend jî Kurdistan bû. Yanî şerê cîhanê yê sêyemîn navenda xwe Kurdistan bû. Ser de jî ji bo ku PKK’ê tasfiye bikin, îradeya gelê Kurd bişkînin, AKP û Dewleta Tirk jî ji wî bawer kir. Ji bo vê yekê AKP ev agirbesta van salên dawiyê, ji bo berjewendiyê xwe pêwîst dît. Wê gerîla bikişanda Başûr an jî Rojava û bi destê wan komikan tasfiye bikira. Dema ku şer wekî ku wan xwestî derneket, ji Başur - Rojava, Kobanî bigre, Şengal heya Kerkûkê, wan çeteyan bi destê yên ku fikir û ramanê xwe ji felsefa Rêber APO girtî ve, bi pêşengtiya gerîla  ew komikene têk çûn. Ser de jî ev berxwedanî ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve erînî hate dîtin. Dewleta Tirk di van salan de ji bo Kurd statûya xwe bi dest nexin, xwe bi rêkûpêk bi cih nekin û berdewamiya şoreşê neynin bawer kir ku bi destê wan komika xwe bigihîne hedefê xwe. 

'XEYALÊN DEWLETA TIRK A BI NAVÊ OSMANÎ KETE XETERÊ'
Dewleta Tirk li Rojava bi serneket. Şoreşa Rojava hêdî hêdî mezin û bi hêz bû. Di nav raya giştî de ew siyaseta Dewleta Tirkiyê û AKP rûçikiyê xwe derketin holê. Dîsa hêzên hegemon PKK’ê  bi navê terorîzmê dixwazin teşîr bikin. Lê ev rastî jî derket holê ku ne wisa ye. Car din bi pêşengtiya HDP’ê di nava Tirkiyê de gelek hêzên demokrat û sosyalîst li gel hev kom bûn. Di sala 2015’an de derket ku pêşîya Tirkiyê vekiriye. Fikrê şerê taybet ê ku li ser PKK’ê dihat meşandin û di nava gelê Tirkiyê de PKK’ê derveyî rastiyê bidin naskirin, ev êdî hate şikandin. Dewlata Tirk a ku stratejiya sedsala li ser tinekirina gelê Kurd dabû avakirin, dît ku di Bakur de jî nagihije armanca xwe, li Başûr û Rojhilat jî palanê wan pêk nehat. Dîsa ew xeyala wan a Osmanî ku dixwest dîsa di Rojhiltanavîn de bibe hegemon, ew plana wan jî kete xeteriyê. Erîşên di meha Tîrmehê de bi wî rengî dane destpêkirin. Ew hevdîtin û geşedanên li Tirkiyê çêdibûn, vana hemû ji bo pêşeroja xwewekî xeteriyekê didîtin. Ji bo vê dewleta AKP’ê, her çiqas bi destê dewleta Tirkiyê ya kûr bi AKP’re heta astekê bi hev ketibûn û wusa şiklî jî be ev dewleta kûr dibêjin yên wekî Mehmet Agar, hinekî din bi Ergenekon bi nav kirin, şiklî hinek mehkeme kirin, yanî vana zêde nekirin bin zextê ku ji bo pêşiya xeyala osmanî ya AKP’ê zêde nebin asteng û ji bo ku sedsala nû de, Tirkiye bi nasnama Tûrk Îslam bi vî rengî bikaribin nûda bidin cih kirin. 
AKP di van deman de firsend dît ku wekî berê çawa bi navê gladyo NATO ve girêdayî, Tirkiye jî di hindirde her milî ve di nava zeptûreptekê de tanzîm kiribûn. Tirkiye gorî xwe nedikarî, pêwîst bû li gorî hêza hegemon gav havêtiba. Salên 90’î şunde, her çiqas di aliyê gladyo, di giştî siyaseta cîhanê de qismî guhertin çêbibin jî, vê carê di Tirkiyê de ew hêza ku elimîbû veşartî kar bimeşîne, dewletê ji bin ve wekî navendeke bi rê ve bibe, li hember Tekoşîna PKK’ê dîsa bi hêzên hegemon yên derve de di nava tifaqekê de tekoşîn meşandin.Ev bû sedem ku li Tirkiyê ji aliyê ekonomi, ji aliyê civakî de hilveşandinek çêbibe. Bi AKP’ê xwestin bi nasnama îslamî vê nû bikin, baweriyeke nû bidinê. Dixwestin vê carê bi rêyek nermtir têkoşîna me tasfiye bikin. Di van salan de dîtin ku ev nabe, aşkere bûn û ketin êrîşê. Ji bo êrîşên sala 2015’an mirov dikare vê bêje. 
'BI NAVÊ ÎSLAMÊ ÇI KOMIK HEBÛN HEMÛ BI PêŞENGIYA AKP'Ê DIŞIXULÎNIN'
Ev 6 sal in dewleta Tirkiyê bi hemû dost û hêzên ku li pişt wan in, bi hemû îmkan û derfetê xwe topyekûn di êrîşê de ne. Her sal plan çêdikin. Carna rojane daxûyanî didin. Wekî ku îro me xilas kir, em ê sibe xilas bikin. Bi şerê taybet tenê li ser derewan bi bombardimanek psîkolojîk timî di êrîşê de ne. Wiha kir ku êdî civaka Tirkiyê jehrî bibe. Civaka Tirkiyê jehrî bibe jî qet ne di xema wan de ye. Yanî van 6 salan de hedef ev bû ku PKK’ê tine bikin. Ew hêzên ku li ser hegemonyayê pê re ketin nakokiya jî cardin her çiqas bi Emerîka, Ewropa û NATO re ketibin di nava nakokiyan de jî, pêşiya raya giştî wisa bidin xuya kirin ku dijberê hevin. Lê di dawiyê de ew jî derket holê ku hemû derew in. Hêzên Ewropî îslamêwekî dijmin didin nîşandan,wekî xeterîyek ji bo şaristaniya rojava dibînin. Çawa ku berê fikrê sosyalîzmê sovyet wekî xeterî didan nîşandan, gel xistibûn dibin bandoriya vê de û sovyet têk birin, vê carê jî îslam ji bo xwe wekî xeterî dîtin. Yê ku bin navê îslamê jî wan çeteyan rêxistin kirin, ji Efqanîstan bigre heya Lîbyayê, dîsa ew hêzane ne. Hem civaka xwe ditirsînin hem jî hêzeke wekî Tirkiyê xistine di navbera Rojava û Rojhilat wekî dîwarekê bi kar tînin. Carinan alîkarî didinê, carinan jî zextê lê dikin, bi destê dewleta Tirkiyê hêzeke wekî AKP çi komik û çeteyên li cîhanê hene bin navê îslamê de hemû kom kirine û li Rojhilatanavîn didin şixulandin. Ger lazim bû li hember me bi kar tîne, ger lazim bû jî li hember hin hêzên din bi kar tîne. Dewleta Tirkiyê ji bo xwe bi kartînin û îslamê jî li ser civaka xwe wekî xeterî dibînin. Dema di Rojhilatanavîn de hin hevildanên demokratîk çêdibin wana jî di tepisînin. Yanî gelek milan ve jî îslamê li dijî civaka Rojhilatanavîn bi kar tînin. Pêşengtiya vê jî AKP dike. 
Niha li Tirkiyê AKP, MHP û Ergenekon gihiştine tifaqekê û ev 6 sal in bi hemû îmkanê xwe êrîşê li ser gerîla dikin. Car din li ser çapemenî û medyaya civakî yêk dema  rexnekê dike,bi yek ser digrin, dixin zindanê û ceza didinê. Ewqas çeteyên derdikevin mirova qetil dikin, her cûre gemarî kirine û li hemberê wana yek dozek venekirine. Ew bi xwe jî di nav xwe de tengasiyê jiyan dikin û êdî baweriya civaka Tirkiyê jî bi wan nayê. Hinek alternatîfên cuda digerin. 
'DAGIRKERÎ BI ÊRÎŞÊN 23-24'Ê NÎSANÊ KETE QONAXEKE NÛ'
Di van 6 salên dawî de berxwedaniya gerîla û gelê Kurd kir, ewana anîn astekê ku hêzên pişt wan jî bawer kirin ku wê nikaribin PKK’ê. Îcar di van operasyonên ku di vê dawiyê , 23 û 24’ê Nîsanê de dan destpêkirin kete merheleyek nû. Niha jî armanca wan heman hedef e ku îradeya gerîla bişkînin. Salên ku derbas bûn nikarîn bikin.Di van salan de çawa dixwazin bikin; hinek hêzên ku li hember dagirkeriyê nikarin li ber xwe bidin, ev îrade di wan de nîne, bi salan ceribandinên ku kirine nikarîne bi ser bixin, taybet hinek çînên li Kurdistanê yên serdest, yên ku li ser Kurdistanê her tim bi dagirkeran re di nava hevkariyê de bûne, her bi wan re ajantî kirine, taybet yên pêşengtî ji nêrîn û zîhniyeteke wisa dikin ku li hember dagirkeran Kurd nikarin serbikevin ji bo vê jî pêwîste bi hinek hêzên hegemon re, heta dagirkeran re di nav tifaqê de bin, bi îcaza wana, bi qebûl kirina wana bikaribin hinek berjewendiyên xwe biparêzin bi wan hêzana re dixwazin bikin. Ew hêzên ku pişta xwe dide dagirkeran û dixwazin berjewendiyê xwe biparêzin, ew jî nikare dewleta Tirkiyê xilas bike. 
Her çiqas Dewleta Tirkiyê di salên derbasbûyî de, cardin bi şiklekî  wan hêzên hegemon pişt wan, bi destê NATO, sergirtî an jî aşkera ji dagirkirina Efrînê heta Serêkaniyê, Girêspî li ser Rojava xwest hinek armancê xwe pêk bîne û şoreşê bifetisîne nikarî, car din bi hêzên dagirker re kete hevkariyê li Kerkûkê bû sebep ku cardin ji dest Kurdan derkeve û li Şengalê niha hevl dide îrada ku li wir derketî bişkîne, di her milî de di nava liv û tevgerê de ye. Di van 6 salan de bi hemû îmkanê xwe li ser gerîla şixulî ,ji Xakurkê heta Heftanînê niha jî li Avaşîn, Zap û Metîna bi heman hedefê bi hemû îmkan û yên ku li pişt xwe re di nava êrîşekê de ye. Hêzên derve hem çavê xwe jê re digrin hem jî aşkera piştgirî dikin. Lê wekî salên berê de PKK çawa bi rihê Apocîtî bi felsefa baweriya Rêber APO 40-50 sal derbas kir di gelê Kurd de îradek çêkir û kir xwedî tanzîm, rêxistin û niha dikare bi fikreke nû paradîgmayeke nû ji têkoşerên cîhanê re pêşengtî bike îlham bide û di şexsê Rêber APO’de 23 sal in di rewşeke tinebûnê de hemû planê dewleta deshilatdar deşîfre kir. Mirov di şertên herî zehmet de di nav tinebûnê de çawa dikare berxwebide, hem heqîqeta xwe biparêze hem jî hêz bide gel û hevalên xwe jî. Di vê berxwedaniya Rêber APO de çawa gerîla bi hemû îmkanê xwe xwest gerîla temsîl bike. Wekî di dîroka PKK’ê de çawa ev meha Tîrmehê ya berxwedana mezin ya zindana ne 14’ê Tîrmehê rihê fedayî yê Apociyan di şexsê hevalê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de, çawa di wan salan de îrada dewleta faşîst a Tirk li ser tinekirina gelê Kurd an jî tine kirina gelê di Rojhilatanavîn de dixwaze xwe ava bike derbeke esasî bû. Di zindanê de ev îrada dijmin şikand. Ji wê rojê heya roja îro bi hezaran fedayîyên ku bi wî rihî berxwedidin li Avaşîn, Zap û Metîna bi heman rihî berxwedidin. 
'DAGIRKERÎ EV SÊ MEH IN JI YEK DU GIRAN ZÊDETIR BI PÊŞ VE NEHATIYE'
Gerîla li gorî demê xwe nû kiriye li gorî taktîk û êrîşên dijmin xwe her carê berçavan re derbas dike û xwe nû dike. Gerîlayên ku niha di heremên medya dibe ku ne wekî Bakur an jî beşeke din tim di nav tevgerê de be,lê hinek cihan dibe sabît be, hinek gir û cihên ku çêkirine, herêm girtine di van hereman de heta dikare derbe li dijmin dixe, dijmin tê de dişkîne,dide sekinandin û şerê xwe dike, teknîk û êrîşên dijmin pûç dike û dema pêwîst kir jî derdikeve derve bi rêbazekî din çalakiyê xwe dike. 
Ji ber ku dijmin li hember vê rêbazê tengav bûye, ev 3 meh in yek du gir zêdetir nekariye pêş ve were. Her girekî jî dema ku bigre sedan cara bi balafiran lê dide, bi hezaran leşkerê xwe dixe çeperan û dixe êrîşê.Bi van jî nikare gazên jehrî, kîmyevî bi kartîne.Ji bo ku bikare tîmeke gerîlayên HPG-YJA Star bê bandor bike. Carna derfet dest gerîla nakeve ku derkeve an jî dema derdikeve ji bo ku cîhek nekeve dest dijmin heya dawiyê bi fedayîyane şer dike û vê fedayîbûnê qebûl dike dide berçav û li gorî vê xwe tanzîm dike. Li ser vê esasê bi biryar berdewam dike.Wekî Zendura an jî Mamreşo. Artêşa Tirka hemû ewin ku yên kirê girtine, yên bi pera girtine, ew çeteyên ku Tayîp Erdogan li her derê bin navê îslamê bi kartîne yan jî hinek çeteyên kontra ji nav Kurdan derxistine, bi wana dixwaze şer berdewam bike. Bi giranî jî dixwaze teknîkê encam bigre. Dema ku li hember teknîkî gerîla xwe parast ev çi birêbazên veşartî çi jî bi rêbazên tunêlan be, ev teknîk jî pûç bike. Yên ku li hemberî me êrîşê tînin, xwedî baweriyê nînin, hedef û armanceke wana an jî îdayeke wan nîne. Armanca wan tenê pere ye. Yan jî hinek kesên ku mejiyê wan hatine dagirtin. Dema ku tên li hember gerîla şer dikin jî dikevin ferqê ku ne ew hêz in ku wekî ew difikirin. Ji ber vê hem di aliyê moral û maneviyat de evana ticarî nikarin xwe bigihînin gerîla hem jî li pişt xwe dema rewşa dewletê dibînin û pê dihesin yên ku wana rêvedibin qaşo reîsê wan, mezinê wanin bi çi we mijûl dibin û çawa pê diziyê ketine çawa mal û malbatê xwe zangîn dikin, bi bawerî û mêjiyê însana re dilîzin, heke kêmek eqilê wan hebe di bînin li ser ragihandinê şerê taybet tê gotin, ew jî maneviyata wan dişkîne. Teknîk jî êdî wan xilas nake. Hatine cografyayek wusa ku nas nakin, bi salane gerîla tê de ye xwe hazir kiriye, servere her kevir û dolika nas dike, tenê bîrîmeke gerîla dikare bi hezaran leşkerên dijmin bi rojan mijûl bike çep û rast lê de hemûya perîşan bike û hilveşîne. 
Di vê demê de terzê gerîla ne wekî salên derbasbûyî ye. Her wext li gor xwe taktîkek jê re lazim e. Dewleta Tirk teknîk zêde da pêş û bi vê teknîkê dixwaze encam bigre. Her ku çû teknîk jî ji milê gerîla ve hate naskirin ku bi çi rêbazê tê bi karanîn. Dema mirov nas bike û li gorî vê tedbîra bistîne, taktîkê xwe li gorî vê diyar bike, di pratîk de vêya rast pêk bîne, yekeyek biçûk dikare di heremekê de hemû hêzên dijmin vala derbixe. Pratîk li ber çavê li Heftanîn, Xakurkê niha jî li Zap, Avaşîn û Metîna, cardin di Bakur de yekeyên gerîla ji Serhedê heya Dersîmê û Botanê hem çalakî dikin hem jî di karê xwe de di nava tevgerînê de ne. Gerîla li her derê di nava berxwedaniyê de ye. Di van 6 salên derbasbûyî de ev sala dawiyê jî wekî zîrve dibînin.Her ku diçe di nava xwe de tangav dibin, têkiliyên dîplomasî hemû li ser wî şerî dimeşînin. Aboriya xwe bi wî şerî ve girêdayiye, psîkolojiya gel êdî nema dikare rake û hemû ragihandin li ser vê şerê taybet dişuxule. Li wir de jî tengav dibin, ne şerê taybet têrê dike ne jî aborî, dîplomasî têrê dike. Dewlet her diçe ji hev du hildiweşe. Ev berxwedan çiqas berdewam bike cografya ya ku her çiqas wekî ku ev dixwazin nikarin xwe li ser serwer bikin, encam de binekevtina dewleta Tirk ewqas nêzîk dibe. 
Carinan Bakur de digotin me kes nehişt ji bo ku ji gelê xwe bidin bawerkirin an jî wekî ku yên derve ewên ku alîkariya wan dikin bi xapînin. Ev gerîlayê ku dibêjin me nehişt, kes tine ye her sal bi derbên cuda cuda li dijmin dixe. Vê carê jî wê çawa veşêrin, kuştiyê xwe çawa bidin, bi şêwazekî ser bigrin bi vêna re mijûl dibin. Niha jî binkeftina li Garê jiyan, ji bo ku ji bîrkirin di nav dewletê de tengaviya ku jiyane ji bo ku derbas bikin ji Nîsanê de destpê kirin û heta niha xetimîne. Bi rêbazê gerîla yê nû  her çiqas ev dibêjin hejmar kêm be, îmkan  kêm be emê zû bigihijin encamê lê wisa xuya dike ji Xakurkê heya Heftanînê cardin şerê Efrînê, Girêsipî û Serêkaniyê car din berwedaniya xweseriyê ya ku di bajarên Kurdistanê de YPS û ciwanan û gelê Bakur yê ku berxwedanî meşand tecrûbeyên ku ji wir derketin van 6 salan de erîşên topyekûn ên ku dijmin pêşxist bi xwe re topyekûn berxwedaniyek anî, di giştî de taktîkek nû anî û li ser van tecrûbeyên ku derketin gerîla xwe ji nûve perwerde kir.
 Îmkan çiqas kêm be lê heke rihê Apocî û fedayîyane hebe yekeyên herî biçûk di nava şertên herî zeyîf de bi rêbazê gerîla yê ku gelê Kurd di pêşengtiye Serokatî û PKK’ê gihand van rojane ev gerîla bû. Tê de kêmasî hebin jî dema ev kêmasî tên rast kirin derbe li dijmin dixin û gelê xwe ber bi serkeftinê ve dibin. Niha van pêngavên Bazên Zagrosan û Cenga Xaburda gerîla bi vê rêbazê têkoşîna xwe berdewam dike. Gerîla cardin bi herkesê da ispat kirin ku bi sekna Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Sakîne Cansiz li ser esasê berxwedanê be, bawerî bi Serokatî û Şehîdan heta dawiyê ji bo serkeftinê xizmet, ji bo wî gelî yê her milîtanekê hebe li kîderê kîjan şertan de be bila bibe vê bixwe re serkeftin bîne. Zindanan de di şexsê hevalên ku derveyî laş û mêjiyê xwe wekî din tiştekî wekî çek bi kar bînin ku di dest de tinebû çawa teslîmiyet qebûl nekirin wekî heval Mazlum got berxwedan dibe zaferê, teslîmiyet dibe îxanetê. Yê îro teslîmiyetê li ser gelê Kurd ferz dikin, xwe wekî Kurd dibînin welatparêz dibînin wekî hinek hêzê ku qaşo Kurdistanê temsîl dikin her tim ji wana re ew sekn bû bersiv, ev jî bi rastiya Rêber Apo rihê PKK’ê bû. Li kuderê ev berdewam bike encam dibe serkeftin. Wekî ku 96’an de çawa Rêber Apo kirin hedef, xwestin bi sûîkastê tine bikin û bi wî rengî bikaribin PKK’ê têk bibin, hevala Zîlan eva di wextê de dît û di terzê fedayîyane de adeta guhertin çêkir. Wekî terzekî nû, taktîkeke nû diyar kir. Rêber APO ji bo wê got Zîlan fermandare û em şervanê wê ne. Ew terz îro di çiyayê Kurdistanê de her berdewam e. Salên 2015-16 di şerên xweseriya demokratîk de haman ruh berdewam kir. Hevalên wekî hevalê Çiyager di wan bajaran de ruxmê her der dorpêç kirî bû bi hijmareke kêm cardin îspat kirin ku dibe ku hinek cihan bigrin, hinek mevziyan bigrin, hinek deran dijmin bi hêza xwe ve xwe nû de cih bike yê mihum wî ruhî berdewam bikin, şervan û fermandarên xwedî vê seknê her hebin, gel jî vê  her pey wan be li gel wan di nav têkoşînê de be. Ew di roja me ya îro de cardin îspat bûye. 
'DAGIRKERÎ DIXWAZE CIVAKÊ ÇAVTIRSANDÎ BIKE'
Gelê Kurd bi heyecanê, bi coşê, bi hişyariyê li her derê derdora berxwedaniyê cardin cih digre. Dijmin dixwaze tirs têxe dilê civakê.Wekî êrîşên li ser HDP ya Îzmîrê çêkir ku bû sebebê endamekê HDP Denîz Poyraz wê derê şehîd bikeve. Wekî dayika Denîz Poyraz jî got ‘yek Denîz şehîd bikeve wê şûna vê hezar Denîz bigrin’. Hedef ev bû ku bi qetliyameke wusa gel bi tirsînin. Rêbazên demokratîk yên rastiya dijmin deşîfre dike vêya ji holê rakin. ji  bo ku hêza gel, îradeya gel a ku li kêleka gerîla derketî bitepisînin qetlîyameke wusa pêk anîn. Lê ev gelê Kurd ne tirsand hîn bi hêztir gel daket qadan û piştgiriya xwe bi berxwedaniyê re nîşandan. Ew nexweşiya bi navê Korona kirin hacet û qedexeyên ku derxistin vêya wekî firsend dîtin, lê gel ew hacetene jî nas nekirin. Her derê Bakur û Tirkiyê di nav berxwedaniyekê de ye. Wana hemû bi berxwedaniya gerîla ve girêdayi ye û bi gerîla yê îrada ji pola ji bo wî dijminî cardin rastiya PKK’ê û milîtanê PKK’ê re rû bi rû bihêlên û bidin naskirin ku xeyalên ew dikin di şexsê PKK’ê de cardin gelê Kurd bi bin bixin, bê maf bihêlin, îrada gelê Kurd bişkînin, wê nikaribin vêya bi serbixin. Gerîlayên ku di niha çeperên heremên medya de berxwedanî dikin derbe li dijmin dixin, amadekarî dikin, êrîşên dijmin pêşwazî dikin ji kîjan milî ve were ji dagirkeran an jî hevkarên wan be dê bikaribin lê bixin, wan vala derxînin û bişkînin. Wê îdaya xwe hem cardin nîşanî gelê Kurd û dostê gelê Kurd didin hem jî ji dijmin re îlan dikin. Wekî di Cenga Xaburê de hevalê Kurtay di Bazên Zagrosê de hevalê Serhed, hevala Diyana, hevalê Bawer, hevala Delal, hevalê Andok û bi dehan hevalên wekê wan  çawa temsîlê ruhê Kemal, Xeyrî û Mazluman dikin, berxwedana Rêber APO ya 23 salan tenê bi serê xwe di zindana Îmraliyê de bi wate dikin, ew ruh wê niha şunde jî berdewam bike û dike jî. Heval Şoreş di Garê de çawa di pêşengtiya grubeke fedayî de êrîşên dijmin di zivistanê de vala derxistin ev îspat kir ku tîmeke gerîla bi rojan dikare hemû teknîkê dijmin û îmkanê wan bide sekinandin. Niha ew ruh li Avaşîn, Zap û Metîna jî berdewame. Li Mamreşo hevalê Serhed wan cardin li Cîloyê Biçûk hevalê Bawer li Metîna wekî hevalê Kurtay bi dehan hevalên din ev 3 heyvin nahilên ku dijmin gavekî pêş de were. Bi mehane dijmin ji bo hin cihan bigre bedelên mezin dide. Ew dijminê ku bawer dikir di çend hefteyan herêmên medya bixe destê xwe, niha di nav xwe de xetimiye. Ewqas xetimiye ku niha ji piştê ve bi hin hêzên Kurd hêvî dike ku bi şiklekî piştgiriya wan bikin. Dixwazin bala gerîla bikişînin hinek cihên din. Ji hêza fedayîyan re çend cepheyek din vekin hemû hêviya xwe bi vana re girêdaye. 
'YÊN KU DIXWAZIN GELÊ KURD QIR BIKIN EW BÛN KU ERMEN, SÛRYA QIR KIRIN'
Cardin ew hêzên komploger ku di sala 99’an de bi vê armancê Rêber APO dîl girtin, 23 sale jî ji bo ku Rêber APO teslîm bigrin, tine bikin her milî ve bi Dewleta Tirk re ne. Niha jî hevldaneke herî biçûk çi li Ewropa çêdibe, çi cihekî din çêdibe ji bo ku rastiyê bîne ziman heqîqeta wî gelî çi dixwaze, ew gel ji bo çi ewqas berxwedide, çima ewqas bi Rêber APO ve girêdayiye,çima ewqas li pey şopê şehîdê xwe ye, ruxmê Dewlata Tirk artêşa NATO a duyemîn e hemû alîkariyê ji wa digre gelê Kurd her li berxwedide, gav paşde navêje û hertim di rêya xwe de israr dike. Ji bo ku vê heqîqetê bi de veşartin, kes nebîne, raya giştî pê nehese, ji bo ku tiştê wan ê gemar dernekeve, veşartî an jî aşkere cardin piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk dikin. 
Yê ku gelê Ermen li Anadolu tine kir, ên gelê Sûryan tine kir dîsa heman hêz û siyeseta wane. Dixwazin vê qirkirinê li gelê Kurd jî bidin meşandin. Gerîlayên HPG û YJA Star di ferqa vê de ne. Ew ruhê ku di zindana de temsîla xwe Mazlum, Kemal Pîr û Xeyrî Dûrmûş bû heman ruh îro li Avaşîn, Metîna û Zapê de di şexsê gerîla de ye û li vir jiyan dibe. Ê ku niha dijmin dide sekinandin ev ruhe. Ev ruh û sekne gelê Kurd tevahî xistiye tevgerê. Li kuderê Kurdek hebe, ne tenê dilê xwe bi gerîla re lêdide çi îmkanê xwe hene daniye holê ji bo ku bikare rastiyê hinek din aşkere bike, yan jî bikare bi şekleke piştgiriya gerîla bike. Ji hunermendên Kurd bigre, dostê Kurdan ref bi ref derdikevin dixwazin berê xwe bidin Kurdistanê.Dixwazin hinek kesîmên ku raya giştî temsîl dikin vijdanê wana têxin tevgerê û heqîqetê bidin aşkere kirin. Dixwazin têkoşîna gelê Kurd a bi maf bi cîhanê bidin qebûlkirin. Ew hevalên ku li Mamreşo berxwedan li Zendura berxwedidin gel vana his dike. Gel di ferqa vê berxwedanê de ye. Ji bo ev berxwedan bigihije serkeftinê gel çi ji dest were dixwaze bike. Pêwîste êrîşên ku 6 sala berê dabûn detpêkirin mirov wusa fam bike. 
BAWERIYA ME EW E KU EM BI SER BIKEVIN
Stratejîk êrîşa dewleta Tirk niha di asta herî jor de berdewam e. Em jî wekî gel û gerîla ku pêşengên vê têkoşînê wekî endamên HPG û YJA Star tiştê ku dikeve li ser milê me hem dîroka me ji me dike perpirsyar, hem hevalên ku şehîd ketin ev ruh her zindî girtin û wekî wezîfe datînin pêşiya me hem jî hêvî û baweriya gelê Kurd me dike perpirsyar ku em vê berxwedanê zindî bigrin heta ku em bigihînin serkeftinê. Bi vê wesîlê hem hevalên ku berê de ev amadekarî kirin ji bo ku em bikaribin wekî gerîla di van çeperan de berxwebidin, hem hevalên ku niha li wir çi fermandar çi şervan di cephe de di nav hemû tinebûnan de bi îradeke ji pola berxwedidin em silav dikin. Cardin di şexsê heval Kurtay, heval Serhed, heval Andok, heval Diyana, heval Bawer û heval Delal tevahî şehîdên berxwedanê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Cardin meha Tîrmehê û 14’ê Tîrmehê berxwedana zindanan bi bîrtînin di şexsê wan şehîdan de hemû şehîdên şoreşê li hember wan bejna xwe ditewînin. Bi vê wesîlê girêdana xwe bi Rêber APO cardin dûbare dikin hezkirina xwe tînin ziman.  Em bawer dikin ku hemû hevalên berxwedidin, gelê me emê bi hev re serbikevin. ''