Fermandarê Berxwedana Nisêbînê: Kawa*

Dema digot 'Ez diçim ji bo dijmin bisekinînim, kî bi min re tê?' hevrêyên wî didan dû wî. Li ku şer giran dibû, Kawa li wir bû. Şervanên xwe ti carî bi tenê nedihişt.

Tu çiyayê me bû, deşta me ya bêhempa bû. Gelek dilxwazên te hebûn. Tu çiyayên me yên bêhempa bû ku lehengên vî welatî di nava xwe de vedihewand. Tu Bagok bû ku mîna volkanekî berxwedanê li pêşberî Nisêbînê bû. Tu Omeryan bû.

Ey bajarê bedewiyan Nisêbîn, te leheng bi stranên azadiyê mezin kiribû. Bi hesreta li azadiyê, mîna lavên volkana lehengan herikîbû li deştan, bi taybetî ber bi te ve...

Kawa hatibû warê te.

Pêşengî kiribû ji hevrêyên xwe hemûyan re.

Bi biryardariya ji bo têkoşîna azadiyê hatibû Nisêbînê.

Tu Kawa bû.

Tu bi hesreta vê yekê bû û êdî roja ku tu li bendê bû, hatibû. Bi vê hestê xwe gihandibû Nisêbînê û silavek bi vî rengî dabû.

Destpêkê ji Şehîd Gelhat re, Koçera re û piştre ji Elîqa re.

Pêşeng di berxwedanê de faktora herî bi bandor e. Tevlîbûn û sekna pêşengan rêveçûna berxwedanê diyar dike. Di vê mijarê de dilê me rehet bû. Li dijî Nemrûtan hemûyan tu bûbû Kawayê me yê hemdem ê çekdar.

Kawa dest ji hesinkariyê berda bû, rahiştibû çekê.

Baweriya me ya bi wî bêdawî bû.

Ji kê dihat ku êdî pişta me bide erdê?! Li dijî xezeba Nemrûtan ku her cûreyên qirkirinê ferz dikirin, Kawa wê meşaleya berxwedanê geş bikira û agirê me yê azadiyê roja ku bihata li Bagokê, li Omeryanê vêxistibûya.

Kawa li navçeya Xelfetî ya Rihayê li gundekî li qiraxa Çemê Firatê ji dayik bûbû. Ji ber ku malbata wî çû Ewropayê, Kawa li Ewropayê tevlî nava karên ciwanan bû bû. Bi hesreta li çiyayên azad, di sala 2009'an de ji Ewropayê hat çiyayên Kurdistanê.

Di demeke kurt de bi pêş ket. Di sala 2012'an de derbasî Bakur, Botanê bû. Payîza heman salê li Bagok a Mêrdînê hate wezîfedarkirin.

Kawa bi bejna xwe ya dirêj û çavên xwe yên mezin bal dikişand ser xwe. Gotinên ku nekarîbû bigota bi tembûra xwe vedigot. Dema ku li tembûrê dixist, tiliyên wî bi notayan re dibû yek. Nikarîbû hem bistira hem jî li tembûrê bixista. Lê belê ev yek di qedexeya dawî de bi strana 'bir ay dogan' şikand.

Heta dawiyê bi hevrêyên xwe re dilsoz bû. Kes nebû ku jê hez nedikir. Kesî nedidît ku ew li cihê xwe sekiniye, timî tevdigeriya. Li taxan hemûyan yek bi yek digeriya, cihê her bend, xendek û çeperan diyar dikir, bi rêveberiyê re nîqaş dikir, ciwan komî ser hev dikir, yek bi yek ew nas dikir û civîn bi wan re dikir.

Gava ku digot 'Ez diçim ji bo dijmin rawestînim, kî wê bi min re were' hevrêyên wî hemûyan didan dû wî. Li ku derê şer giran bûya Kawa li wir bû. Wî ti carî şervanên xwe bi tenê dihişt. Li her çeperê kelecan û zindîbûneke cuda dida hevrêyên xwe. Bi sekn û tevlîbûna xwe ji 7 heta 70 salî ji her kesî re dibû hêz û moral.

Bi sekna xwe ya bi heybet, bi dûrbîna xwe, bi çeka xwe timî cuda bû. Reng û cewhera xwe bi awayekî herî bedew nîşan dida. Bi axaftina xwe ya cihê bawerî û moralê li her derê kêmasî çareser dikir, bêyî ku alîkariyê bide hevalên xwe ji wir nediçû.

Li her çepera ku serdana wê dikir, hêz dida. Lewma her kesî gelekî jê hez dikir. Mîna ku rengê jiyanê yê Egîd bû.

Kawa fermandarê berxwedana Nisêbînê bû. Bi sekna xwe ya serbilind û hevrêtiya xwe, xwe dabû naskirin. Ranediwestiya, cihê xwe di dilê her kesî de girtibû. Her timî hewl dida hîn zêdetir bike. Di vê berxwedanê de tenê armanceke wî hebû. Nisêbîn wê nekeve û pêvajo wê biguhere.

Kawa şehîd ketibû. Nayê zanîn bê hatibû qebûlkirin yan na. Tenê tiştek dihate zanîn, ew jî şopa wî ya li dilê mirovan.

* Kawa Çekdar (Vakkas Tumen) di Gulana 2016'an de di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd bû.