Fermandara fedaî û esîl: Aso Dîren Têkoşîn

Aso Dîren Têkoşîn ku heta kêliya şehadetê şer kir û bi mîsyona pêşengiyê rabû, weke fermandareke YJA Starê bi fedakarî û fedaîtiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re.

Aso Dîren Têkoşîn (Gulîstan Canbey) li navçeya Tetwan a Bedlîsê di sala 1994'an de ji dayik bû û li nava derdoreke welatparêz a dilsozê nirxên xwe mezin bû. Hîn di temenê ciwantiyê de rastiya dijmin nas kir. Ji ber ku malbata xwe welatparêz bû û timî dibû hedefa êrîş û zextên dewletê, di zarokatiya xwe de bi nirxên welatparêziyê mezin bû. Piştî ku kekê wê tevlî nava refên gerîla bû, Tevgear Azadiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û kete nava pêvajoyeke kûr a lêpirsînê. Bi taybetî ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya jinê bi bandor bû.

Di 24'ê Adara 2012'an de li Xîzanê şehadeta 15 gerîlayên YJA Starê bi fermandariya Arjîn Garzan (Leyla Altan) ji bo Aso Dîren bû kêliya dawî û wê salê li Garzanê tevlî nava refên gerîla bû.

Aso Dîren Têkoşîn perwerdeya xwe ya bingehîn li eyaleta Garzanê dît, bi taybetî bi rengekî çalak tevlî nava çalkiyan bû. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û têkoşer di nava hevrêyên xwe de gelekî hate hezkirin. Sala 2013'an di pêvajoya vekişînê de berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Bi perwedeyên gerîla zû bi pêş ket û tevlî nava tabûra bi tevgera a li herêma Metînayê bû. Di sala 2014'an de ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê li ser gelê Kurd zêde bûn, derbasî qada şerê giran Metîna bû û cihê xwe li eniya herî pêş girt.

Di sala 2015'an de ji bo bi rengekî çalak li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têbikoşe derbasî Rojava bû, di gelek çalakiyan de bi roleke serketî rabû. Piştre bi pêşniyara xwe derbasî Bakur bû, tevlî nava Hêzên Taybet bû. Aso Dîren weke fermandareke YJA Starê bi fedakarî û fedaîtiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Di şerê dijî dewleta Tirk de tevî hevrêya xwe Evîn Andok heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû.