Fermandar Garzan: Herekol wê timî ji dijmin re bibe goristan

Fermandar Egîd Garzan li ser êrîşên li dijî Herekolê axivî û got, "Dijmin tenê çû ser çend girî û li wir êsîr ma. Herekol wê her tim ji wan re bibe goristan."

Berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên giran ên dewleta Tirk dewam dike. Fermandarê Herekolê Egîd Garzan êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herekolê nirxand û got, artêşa Tirk li pêşberî berxwedana gerîla gelekî tengav bûye. Fermandar Egîd Garzan bal kişand ser rewşa nebaş a psîkolojîk a leşkerên Tirk û got, "Leşkerên Tirk di tarîtiya şevê de dema ku çav li kevirekî dikevin, ji tirsa gerîla bi sedan fîşekî li kevir direşînin. Rewşa psîkolojîk a leşkeran xera bûye."

Fermandar Garzan li ser şerê leşkerên Tirk û gerîla yê li Herekolê agahî da û wiha dewam kir: "Dijmin ji bo propagandayê dibêje 'Em ketine filan cihî, me filan cih kontrol kirine'. Lê belê operasyoneke wan a bi vî rengî li herêmê nîne. Dewleta Tirk mîna her carê şerê taybet dike. Dijmin di 25'ê Tîrmehê de li derdora Çemê Karê dest bi operasyonê kir. Heman rojê hevalan li leşkerên derketin operasyonê xistin. 3 leşker hatin kuştin."

Fermandar Egîd Garzan anî ziman ku 26'ê Tîrmehê êrîşa li ser Herekolê hinekî din hatiye berfirehkirin û wiha bi mijarê daket: "Dijmin qadên Kulind, şehîd Sorxwîn û şehîd Canxort kontrol kir. Bi vî rengî çû ser çend girî. Dijmin digot, 'Em ketine her devera Herekolê, me her der kontrol kirine', lê tiştekî bi vî rengî tine bû. Xwest bi rêya van derewan şerê taybet bike. Ev derewên dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê pûç bûn. Çiqasî hewl bide jî dijmin nikare rastiyan veşêre. Leşkeran hîn di destpêka operasyonê de derbeke mezin ji gerîla xwarin."

Fermandar Garzan bi bîr xist, ji roja ku dewleta Tirk li Herekolê dest bi operasyonê kiriye û vir ve gerîla çalakiyên xurt dikin û got, "Di çalakiyên gerîla de nêzî 40 leşker hatin kuştin. Dijimin dixwaze derba ku li Herekolê xwariye veşêre, lewma hejmara kuştiyên xwe jî nade. Me di vê operasyonê de jî dît, dewleta Tirk nikare li dijî gerîla şer bike. Leşkerên wan li ser sînor di nava tinebûnê de ne. Leşkeran di operasyonê de pişta xwe bi teknîkê û balafiran germ kirine. Ne ji balafirên keşfê be nikarin razên û rabin. Psîkolojiya leşkerên Tirk li pêşberî çalakiyên gerîla xera bûye. Li girê ku xwe gihandine ser, bi 100 metreyî jî nikarin bi pêş ve biçin. Li ser giran çikiyane."

'DIJMIN NIKARE BI REHETÎ LI SER ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BISEKINE'

Egîd Garzan işaret bi bandora gerîla ya li ser leşkerên Tirk kir û bi bîr xist ku 35 sal in ew têkoşîna çekdarî dikin: "Me daxuyaniyên dijmin jî şopand. Dibêjin, 'Herekol ji bo me cihekî stratejîk e'. Bi salan e bi vê rêbazê tevdigerin. Ji bo gerîla her çiyayekî Kurdistanê stratejîk e û haya dijmin ji vê heye. Dijminê ku dixwaze bi propaganda gemarî vî şerî bidomîne, nikare bikeve nava Herekolê. Tenê xwe digihîn ser çend girî û li wir asê dimînin. Hem ji ber dijwariya Herekolê, hem jî ji ber çalakiyên gerîla dijmin nikare bikeve Herekolê."

Fermandarê Garzan diyar kir, artêşa Tirk mehekê li ser çend girî ma û 40 leşkerên wan hatin kuştin. Garzan got, "Hevalan li girê Şehîd Berxwedan çalakiyek kirin û hemû leşkerên li wir reviyan. Dijmin dest ji wî girî berda û reviya cihekî din. Dijmin ber çalakiyên gerîla nikare bi rehetî li çiyayên Kurdistanê be. Cihên ku dijmin lê ye bi giranî nêzî bajar û zozanan e. Ji tirsa li herêmên jêrîn e û nikare bikeve nava Herekolê."

'DEWLETA TIRK RASTIYÊ JI RAYA GIŞTÎ VEDIŞÊRE'

Fermandar Egîd Herekol li ser propaganda gemarî ya dewleta Tirk û medyaya wê axivî û got, "Li gorî nûçeyên medya Tirk û daxuyaniyên dijmin, Herekol û gelek çiyayên Kurdistanê hatin kontrolkirin. Li gorî derewên wan, gerîla gelekî tengav bûye. Lê gerîla bi çalakiyên xwe bersivê didin van propagandayên derewîn. Gerîla niha li hemû çiyayên Kurdistanê derbên giran li dijmin dixîne. Dewleta Tirk jî vê rastiyê ji raya giştî vedişêre."

Fermandarê Herekolê Egîd Garzan diyar kir, bi operasyona Herekolê re hatiye fêhmkirin ku dijmin nikare çiyayên Kurdistanê kontrol bike û herî dawî got, "Herekol wê di vê operasyonê de jî ji wan re bibe goristan. Gerîlayên azadiyê wê li dijî êrîşên dijmin timî xwe biparêzin. Herekol wê her tim ji dijmin re bibe goristan."