NÛ BÛ

Ferman a YNK'yî: Yên Şengal firotin, hêsan e axa Kurdistanê jî bifiroşin

Piştî Wîkîleaksê belgeyên firotina petrol herêma Kurdistanê eşkere kir Endama Sekreteriya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistanê Blêse Cefer Ferman got: “Şengal hate firotin, keçên me li bazaran hatin firotin, hêsan e ku axa Kurdistanê jî bifiroşin.”

Blêse Cebar Ferman duh li ser tora civakî ya Facebookê daxuyanî da û wiha got: “Gelek asayî ye, Şengal firotin, keçên me li bazaran hatin firotin, dixwazin çekên me jî bifiroşin Tirkiyeyê û şerê PKK’ê bikin. Erdnîgariya me bi erzanî firotin, ev navçeyên ku bi xwîna şehîdan hatin rizgarkirin, dixwazin piştî rizgarkirina Mûsilê radest bikin, bifiroşin. Gelek hêsan e ku petrol û xaka me jî bifroşin.”

Ferman destnîşan kir ku li ser behra petrolê dijîn, bi belaşî didin cîhanê, lê mixabin ji bo gelê Kurd petrol nîne.

Di daxuyaniya xwe de Ferman bal kişand ku dikarin xaka Kurdistanê jî bifiroşin û gel li ser xaka bav û kalan bidin koçberkirin, got; “Ev der herêma Kurdistanê ye û hemû tişt asayî ye.”
Wikileaks di 27’ê Kanûnê de, di belgeyekê de eşkere kiribû ku wê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bîrên petrolê bifiroşe Tirkiyeyê. Piştre jî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ev agahî piştrast kir.