Ferît Şenyaşar: Îbadet û rojiya zaliman nayê qebûlkirin

Ferît Şenyaşar a ku tevî dayika xwe Emîne şenyaşar ji bo xizmên xwe yên hatibûn qetilkirin li Rihayê di Nobeta Edaletê de ye got “Kesên bûne şirîkên vê zilmê, ne îbadeta wan û ne jî rojiya wan nayê qebûlkirin.”

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman komkujiyê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda edaletê de ye. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 403’an de didome.

Ferît Şenyaşar di çalakiyê de diyar kir ew çûye serdana birayê xwe Fadil Şenyaşar ê ku 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de ye. Ferît Şenyaşar diyar kir ku wê rojekê edalet pêk were û got “Birayê min li benda wê rojê ye ku edalet pêk were. Ji ber vê ez û dayika xwe em ji salekê zêdetir in, di nobetê de ne. Ev bû 4 sal hê jî kujer nehatine girtin. Kîjan pergala darizandinê û dozger dikarin têkiliya vî tiştî bi hiqûqê re deynin. Tekane sedem heye, ev jî ew e ku li Edliyeya Rihayê hiqûqa serweran heye.”

Şenyaşar diyar kir ew di meha Remezanê de ne û got “Îroj În e, rojeke pîroz e. Bîsteke din wê Serdozger bi wesayîta xwe ya luks ji ber me derbas bibe û wê biçe nimêja Înê. Piştî xutbeyê wê mele bibêje ‘Xwedê dixwaze edalet pêk were.’ Him bibe şirîkê vê zilmê û him jî biçe nimêja Înê! Ev her du nabe ku bi hev re bin. Kesên bûne şirîkên vê zilmê, ne îbadeta wan û ne jî rojiya wan nayê qebûlkirin. Heta ku edalet pêk were, ez û dayika xwe em ê li pêşiya edliyeyê bin.”