Ferhat Şiblî li cihê şehîd bû hat bibîranîn

Alîkarê Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhat Şiblî ku di êrîşê dewleta Tirk de şehîd bû, li gundê Berlût ê Kelarê ku lê hat qetilkirin, hat bibîranîn.

Alîkarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî di salvegera şehadeta xwe de li cihê lê şehîd bû hate bîranîn. Di merasima bibîranînê de gul li ser cihê lê şehîd bûye hatin danîn. Beşdarên bibîranînê li dijî dagirkerên Kurdistanê banga yekitiyê li gelê Kurd kir.

Li nêzîkê gundê Berlût ê navçeya Kelarê ya li ser Îdareya Germiyanê ku Alîkarê Hevserokê Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî lê şehîd bû, bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên Tevgera Azadiyê û welatparêzan hate bibîranîn.

Merasima bibîranînê, bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre, Nûnera Rêveberiya Xweser a Herêma Kurdistanê Evîn Siwêd di meresimê de axivî. Siwêd, diyar kir ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li cîhanê ji bo tevayî azadîxwazan bûye çîrûskeke hêviyê û wiha got; “Gelek kesayetên ku bi giyan, jiyan, raman û ruhê xwe ber bi serkeftinê ve diçûn, yek ji wan jî Şehîd Ferhat Şiblî (Ferhat Dêrik) bû.

Evîn Siwêd wiha axivî; “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker, roj bi roj li ser gelê Kurd zêde dibin, asta faşîzmê bilindtir dibe. Her Kurdekê azadîxwaz di hedefa dagirkeran de ye. Ji bo wê jî li ser hemû kes, partiyên siyasî erk û berpirsyarî ye ku li dijî van êrîşên dagirkeriyê rawestin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Herêm Mehmûd di meresima bibîranînê de wiha got: “Ev êrîşên terorî ne êrîşên asayî ne, ev êrîş, li dijî serwerî, çand, exlaq, ol û civakê ne. Bibîranîna van şehîdan li vê derê bêyî cihêxwazî, encama wê ye ku em dest ji xebatan bernedîn û bedela wê çi dibe bila bibe heta azadiya gelê Kurd divê em bêyî sekin, têbikoşîn.”

Di meresimê de, peyamên Hizba Komînîst a Kurdistanê û Komîteya Azadiya Rêber Ocalan hatin xwendin û hate gotin ku divê gelê Kurd û aliyên azadîxwaz her tiştî daynin aliyekê, ji bo bidestxistina azadiya gelê Kurd û Kurdistanê yekitî û yekrêziya xwe pêk bînin.

Di dawiya meresimê de taca gulan ya rêz û wefayê ji aliyê Tevgera Azadiyê û Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li ser cihê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî lê şehîd bûye hatin danîn û find hatin pêxistin.

Roja 17’yê Hezîrana 2022’yan, balafira biçek û bê mirov (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker, li gundê Berlût yê devera navçeya Kelarê, wesayîta ku Ferhat Şiblî têde bû bombebaran kir. Di encama êrîşê de Ferhat Şiblî bi sê hevrêyên xwe re bû şehîd.