Ferhan Turk dîsa hate binçavkirin

Hevşaredarê berê yê Qoserê Ferhan Turk ku heta niha 7 caran hatibû girtin û herî  dawî di 15’ê Kanûnê de hatibû berdan, dîsa hate binçavkirin.

Hevşaredarê berê yê Qoserê Ferhan Turk ku di 21’ê Mijdara 2016’an de hatibû girtin û di çarçoveya darizandina dozê de di 15’ê Kanûnê de hatibû berdan. Li ser biryara berdana Turk 2’emin Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdinê ku li ser Dozgeriya Komarê ya Mêrdinê ye îtiraz kirîbû.

Îtiraza ku hatî kirin hate qebûlkirin û di derbarê Turk de biryara girtinê hate dayîn. Şevê din  li Mêrdinê bi ser mala Turk de girtin û hate binçavkirin.

Diyar bû ku piştî li dadgehê biryar ji bo Turk li ruyê wî were xwendin, wê Turk bibin girtîgehê.

Turk ji sala 1980’an ve ji ber xebatên partiyên siyasî cara 7’an tê girtin û  14 salên xwe di girtîgehê de derbas kir.