Ferec: Eger tu bibe kurmê gel, tu nikare piştgiriyê ji gel bigire

Nivîskar Letîf Feteh Ferec got, piştgiriya gel a ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê roj bi roj kêm dibe.

Nivîskar Fetîf Feteh Ferec li ser pêvajoya referandûmê ya li Başûrê Kurdistanê axivî û diyar kir, rêveberiya li Başûrê Kurdistanê di nava 26 salên bihurî de gelek birîn li nava gel vekiriye û got, "Ji sala 1991'ê û vir ve bû kurmê gel. Eger tu bibe kurmê gel, tu yê nikaribe destekê ji gel bigire."

Letîf Feteh Ferec, pêvajoya referandûmê ya ku PDK'ê li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir, ku yekane rêya serketina referandûmê bi bidestxistina baweriya gel dibe.

Li Başûrê Kurdistanê, pêvajoyeke referandûmê heye. Hûn vê referandûmê çawa dinirxînin?

Her çend tê îdîakirin ku referandûm ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê tê kirin jî, ez bi heman rengî nafikirim. Ez hê jî baweri nakim ku referandûm ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurd tê kirin. Ne bawerim ku Mesûd Barzanî jî bi vê îqna bûye. Bîr û baweriya li vir ew e, ku referandûm li dijî pirsgirêkên navxweyî weke argumanekê tê bikaranîn.

Çima nêrîneke bi vî rengî heye. Sedema wê çi ye?

Li welatê me bê edaletî, bê sîstemî, kuştinên kiryar nediyar û partîtî heye. Ya ku em dibînin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), welatên Ewropa û Ereban jî dibînin. Eger di vir de daxawza referandûmê hebe, divê Goran, beşeke mezin a YNK'ê, Yekgirtû, Komela û baskekî PDK'ê rabûna û bigotina, 'werin em pirsgirêkên xwe yên heyî çareser bikin û piştre bi daxwaza serxwebûnê derkevin pêşberî cîhanê'. Pêwîste em di destpêkê de pirsgirêkên li nava xwe çareser bikin.

Gelo gelê Başûrê Kurdistanê serxwebûnê naxwaze?

Berî ku ji bîr bikim, bibîr bixînim, ku herêmên cihê nîqaşê jî hene. Mîna Kerkûk, Şengal, Saidiye, Xaneqîn, Qeretepe û gelek herêmên din. Pêwîste statuya van herêman bê çareserkirin. Eger em li pirsa we vegerin; Divê em cîhanê û welatên cîran îqna bikin ku ev referandûm ji bo bazara bi navbera hikumeta navendî ya Iraqê re nayê kirin û gelê Kurd bi rastî jî serxwebûnê dixwaze. Hingî wê cidî bê dîtin. Hê di salên 1930'î de gelê Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê daxwazname nivîsandibû. Piştî ewqas sal û bûyerên qewimîne, tiştekî şerm e ku bi senaryoyên mîna referandûma serxwebûnê gel were xapandin. Ya ku em dibêjin, ev e. Naxwe, ev gel ji bo azadiya xwe rabû raperînê, bi sed hezaran şehîd da. Eger em ê bigihêjin cihekî baştir, hingî çima gel nexwaze? Lê belê di rewşa heyî de bawerî bi vê rêveberiyê nîne.

Çima bawerî pê nîne?

Ji ber ku Barzanî jî mîna Erdogan û Pûtîn dixwaze dîrokê bi xwe bide destpêkirin, dîroka Kurdistanê bi xwe bide destpêkirin. Ê baş e, ji xwe ev 26 sal in li Başûr desthilatdariyeke me heye. Di nava 26 salên derbasbûyî de me çi kir? Me rojnamevan kuşt, dengên cuda birîn, delÎl kuş, mirov ji ber ku kincê sor li xwe kirin, pêlavên zer xistin pê hatin kuştin.

Bi dîtina we, referandûm weke amûrekê tê bikaranîn?

Referandûma ku îro tê xwestin bê kirin, ji bilî perdeyek ji bo nixumandina dizî, gendelî, talan, diziya petrolê û bê sîstemiya li Herêma Kurdistanê ne tiştekî din e.

Divê hilbijartin werin kirin. Lê belê ev rabûne ji me re dibêjin, 'em ê dewletê îlan bikin, li hilbijartinan nepirsin'. Dibêjin, yên 'nebêjin erê, ew cehş e'. Mebesta wan ew e ku yê bêje 'na' ew xayin e. Halbûkî xayin ew kes in ku tankên dagirkeran anîne Kurdistanê, xayin ew in ku maeşê gel nadin, xayin ew in ku yên diziyê dikin. Ew di nava dewlemendiyê de dijîn, lê belê nanê gel nîne, elektrîka gel nîne. Em ji wan re dibêjin, 'nan nîne', ew radibin ji me re dibêjin 'pasta bixwin'. Rêveberiyeke bi vî rengî heye ku ewqasî ji gel dûr ketiye. Ew li Serê Reş dimînin, lê haya wan jê nîne bê gel li Kifrî, li Kerkûkê di nava jiyaneke çawa de ye.

Divê çi were kirin?

Pêwîste di destpêkê de cudahiyê nexin nava gel. Bi kîjan çavî li Hewlêrê dinerin, lazim e bi heman rengî li Silêmanî, Kerkûk û cihên din jî binerin. Divê gel îqna bide ku ew ne evîndarê qoltixê ne. Niha dibêjin, em Dr. Yûsif Mihemed qebûl nakin. Çima? Me îqna bikin ku em jî qebûl bikin.  Yanî mebesta min ew e ku divê bes kêfiyetî bê kirin. Eger tu nebe turmê nava gel, hingî wê gel jî bi te re tevbigere. Ji sala 1991'ê û vi ve bûn kurmê gel. Lazim e bes bibe kurmê gel. Eger tu ewqas birînan li nava gel veke, wê gel li cem te cih negire. Ev rastî ewqasî zelal e.

Bi dîtina we, ji bo referandûmê şert û mercên erênî çawa dikarin bên afirandin?

Eger Barzanî, Talabanî, Cemîl Bayik, hemû rêxistin û partî dengê xwe bikin yek, ya ku divê bê kirin ji xwe bê rû bide. Polîtîkaya ku van nêzî hev bike jî yekîtiya neteweyî ye. Şerekî vê heye. Divê kes nebêje ez ê weke axa, weke beg bimînim. Gel, kengî ku dît ew ji bo xwe têdikoşe, wê ji pey vegere. Çawa ku ji bo xiyanet, dizî û talan nebe pêwîstî bi raya giştî heye, ji bo referandûm û tiştên din jî pêwîstî bi raya giştî heye. Ya ku vê bike jî rêxistinbûneke li jora partiyan e. Wê çaxê wê her partî zanibe ku rêxistineke jorîn heye ku kengî şaşitî kir wê hişyariyê bide wan û bi vî rengî tevbigere.