Ferec: Dewleta Tirk bi girtina rojnamevanan hewl dide dengê azad û wêrek tune bike

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatih Ferec diyar kir ku faşîzma Erdogan pêşiya bi hev re jiyanê digire û got, “Mînaka dawî ya vê pêşîgirtinê jî destgîrkirina 20 rojnamevanên Bakurê Kurdistanê bû.”

Rojnamevan, Nivîskar û Rewşenbîrê bajarê Kerkûkê Letîf Fatih Ferec têkildarê êrişên faşîzma Erdogan ên li ser çapemeniya azad ji ANF’ê re axivî.

‘FAŞÎZM LI SER DEWLETÊ SERWER E’

Ferec balkişande ser serwerbûna faşîzmê li Tirkiyê û got, “Dewleta Tirk desthilateke faşîstî ye, lewre mirov nikare ti kiryareke baş ji faşîzmê hêvî bike. Bi dirêjahiya temenê komara Tirkiyê, timî faşîzm li ser dewletê serwer bûye û rê nedaye ku bi hev re jiyankirin pêş bikeve. Faşîzm li Tirkiyê kariye xwe di nava pergala perwerde û ol de belav bibe. Her dawî li Tirkiyê faşîzm xwe li parlemento û desthilatiyên din de kom dike ku ew faşîzma Tirkiyê jî Erdogan serkêşiya wê dike.”

‘JI BO PÊŞÎ LI AŞTIYÊ BIGIRE ROJNAMEVANÊN KURD TÊN DESTGÎRKIRIN’

Têkildarê destgîrkirina 20 rojnamevanên Bakurê Kurdistanê ya ji aliyê desthilatiya faşîst a Erdogan Letîf Fatih Ferec ragihand; “Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê HDP, PKK û hemû gelê Kurd, her wiha nivîskar û bîrmendên Tirk û Kurd daxwaza aştî û bi hev re jiyanê dikin, lê faşîzma Erdogan rê nade vê yekê û pêşîgirtina wî ya dawî jî destgîrkirina 20 rojnamevanên Kurd ên Bakurê Kurdistanê bû. Niha Tirkiyê xwe kiriye polîsekî navnetewî û gefan li welatên navçeyê dixwe. Rolê polîsê navnetewî ya li herêmê naza NATO’yê ye li ser Tirkiyê. Ew NATO ye ku bi çekên wê rojane Kurd şehîd dibin, niha erkê NATO û Yekîtiya Ewropayê rasterast bi Tirkiyê tê kirin. Waye niha di vê çarçoveyê de keç û xortên rojnamevan ên Kurd destgîr dike.”

‘GELÊ KURD BI WÊREKÎ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI BERXWE DIDE’

Ferec di dewama axaftina xwe de bal kişande ser berxwedaniya gelê Kurd û wiha pêde çû; “Tevî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zilm û faşîzm heye, lê gelekê wêrek ê li dijî wê desthilatiya faşîzm jî heye û li berxwe dide. Ev wêrekiye jî tenê di gelê Kurd de heye ku li dijî faşîzmê li berxwe dide.”

‘KURD ŞERÊ HEBÛNÊ DIKE’

Nivîskar û Rojnamevanê Kerkûkî Letîf Fatih Ferec di dawiyê de got; “Sala 1921’an dema ku Ataturk dewleta nû ya Tirkiyê damezrand, soz da ku Kurd beşek ji vê dewletê ne. Gelê Kurd li Tirkiyê di nava neteweyên cuda yên Tirkiyê de neteweyekî mezin e. Tirk neteweyê yekem nînin li Tirkiyê, belku tenê 15%’ê nifûsa Tirkiyê Tirk in, weke mînak jî niha li Stenbolê 13 neteweyên cuda dijîn. Niha Kurd şerê hebûnê dike û Tirkiye jî şerê tunekirinê dike. Ji ber ku gelê Kurd xwedî dîrok, xak û bingehekî çandî yê kevnare, lewma Tirkiye bi rêya tunekirina dengê azad û wêrek hewl dide wê ji holê rake. Niha gelê Kurd li dijî faşîzmê şerê man û nemanê dike.”