Fedaiyên bi destê PDK’ê hatine şehîdxistin -X

Birayê gerîla Berbang diyar kir “PDK îxanetê li Kurdistanê dike. Lê divê neyê jibîrkirin wê ev gel stûyê xwe li ber wan xwar neke. Wê hesab bidin gel.

Di sala 1992’an de dema ku hêzên PDK’ê li hemberî gerîlayan êriş dabûn destpêkirin gerîlayê ji Efrînê Mihemed Sido şehîd bûbû. Ehmed ê ku birayê Mihemed Sido ye diyar kir PDK’ê hevkariya xwe ya bi dijminên Kurdan didomîne û bang li gelê Kurd ku li hemberî îxanet û dagirkeriyê dengê bilind bike.

Mihemed Muslim Sido bi navê xwe yê gerîlatiyê Berbang di sala 1971’an de li Racoya Efrînê ji dayik bû û di sala 1989’an de li Şamê têkoşîna azadiyê nas kir. Piştî ku li herêmê du salan xebitî li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde bû. Berbang piştre tevlî nav refên gerîlayan bû û di şerê îxanetê yê li Başûr şehîd bû.

TEVÎ 7 HEVALÊN XWE YÊN ZAROKTIYÊ TEVLÎ NAV REFÊN GERÎLAYAN BÛ

Ehmed Muslim qala birayê xwe yê şehîd kir û got “Di dema xwendinê de dema hat pola nehan li ser wî ferz kirin ku bila tevlî nav partiya BAAS’ê bibe lê wî ev tişt qebûl nekir û dev ji dibistanê berda. Sal û nîvekê li Şamê li aşxaneyekê xebitî. Li wir Tevgera Azadiyê nas kir. Di sala 1991’an de li Lubnanê bû piştre çû Başûrê Kurdistanê û li çiyayên Kurdistanê têdikoşiya. Tevî 7 hevalên xwe yên zaroktiyê yên gund tevlî nav refan bûn. Bi qasî ku dizanim 5 ji wan şehîd ketin.”

DI DEMA ŞÎNÊ DE EZ DI NEZARETÊ DE BÛM

Ehmed Muslim diyar kir dema wan nûçeya şehadetê stendine ji aliyê rejîma BAAS’ê hatine girtin û got “Wê bîranîn bihata lidarxistin. Lê rejîma BAAS’ê ez û bavê min destgîr kir. Em sê rojan di nezaretê de man. Ji bo ku şîn were betalkirin û kes kom nebin, zext li me kirin.

‘TIŞTA KU PDK DIKE NE KARÊ MIROVAN E’

‘Birayê min ji aliyê PDK’ê hate şehîdxistin. Ev ne karê mirovan e. Em wan nalet û şermezar dikin. Divê PDK aliyê xwe baş diyar bike, wê bi MHP û dijminê me Erdogan re be yan jî wê bi me re bin. Em bi yekîtiya gel bangî wan dikin, divê dev ji şirîkatiya dijmin berdin. Lê ew hê jî îxanetê li Kurd û Kurdistanê dikin. Wê PDK hesabê van şehîdan bidin û ew ê bidin jî.”

Ehmed Muslim diyar kir ku malbatên şehîdan ên ji Rojava ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên li Xelîfanê şehîd bûne li Deriyê Sêmalka çalakî dane destpêkirin û got “Dema li Sêmalka çalakî hate kirin, ma me li hemberî wan stûyê xwe xwar kir? Me cenazeyê zarokên xwe xwest. Bila nebêjin qey em ê dev ji vê doza xwe berdin. Em ê tu carî li hemberî PDK û şirîkê wê dewleta Tirk stûyê xwe xwar nekin. Em ê bi çalakiyên xwe bigihêjin armanca xwe. Em ê tu carî dev ji doza şehîd û Rêbertiya xwe bernedin.”