Fatîh: Temenê min 74 sal e ji min re serfirazî ye ku li dijî dagirkeran şer bikim

Kesayetiyê şoreşger û navdar ê Başûrê Kurdistanê Şêrzad Fatîh got; “Ji bo li hemberî dagirkeriyê bi awayeke yekgirtî bisekinin, lidarxistina kongreya netewî girîng e, ji ber ku tenê bi yekîtiya gelê me ve dikarin nasname û hebûna xwe ji tunebûnê biparêzîn

Artêşa Tirk a dagirker di 17’ê Nîsana 2022’an êrîşeke berfireh a dagirkeriyê ya bi hevkariya nokerên xwe li Başûrê Kurdistanê li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dabû destpêkirin. Berxwedaniya gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li dijî van êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê hewl dide xwe li wan qadan bi cîh bike û li navçeyên stratejîk baregehan çêbike, berdewam e. Her wiha her ku diçe metirsî û gefên dagirkeriya Tirk a li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê zêde dibe, duh jî Erdogan serdana Îranê kir ku li gorî çavdêr dibêjin Erdogan dixwaze ji bo destpêkirina operasyona qirkirina Kurdan û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, dilxweşiya Îran û Rûsyayê bi dest bixe.

Kesayetiyê şoreşger û têkoşer ê navdar ê bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê Şêrzad Fatîh yek ji damezrînerê ‘Komeleya Azadî û Vejîn û Yekîtiya Kurd’ (KAJÎK) bû ku tevgereke netewî bû. Her wiha endamê rêveberiya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan bûye û ji ber rewşenbîr û hizra wî ya netewî û niştîmanî her tim ji bo bidestxistina mafê netewî ya Kurdan xebitiye. Fatîh têkildarê gef û êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ji ANF’ê re axivî.

‘TIRKIYE DEWLETEKE DAGIRKER E Û LAWAZIYA IRAQ Û SÛRIYEYÊ BI KAR TÎNE’

Fatîh di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir cihê serfirazî û kêfxweşiyê ye ku Kurd kariye parastina nasnameya xwe bike û got, “Tevî hemû van êrîşên hovane û dijbertiya dijminên Kurd bi taybetî ya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk tîne ku Tirk her tim hewl daye nasnameya Kurd tune bike. Em dibînin ku li Başûrê Kurdistanê proseyeke berfireh a bi Erebkirinê berdewam e, her wiha Tirkiye hatiye nav xaka herêma Kurdistanê û berpirsên herêmê jî mixabin bêdeng in. Di kanalên ragihandinê yên xwe de jî dibêjin şerê PKK û Tirkiyeyê ye, lê di rastiyê de Tirkiye dewleteke dagirker e û armanca wê dagirkirina Başûr û Bakurê Kurdistanê ye. Lê nikare destwerdana Rojhilatê Kurdistanê bike, ji ber ku Îran heye û welatekî bi hêz a herêmê ye. Lê Sûriye û Iraq lewaz in û ji ber wê jî me dît bê ka dewleta Tirk a dagirker dagirkeriyeke çawa li Rojavayê Kurdistanê pêk anî û plana wê heye heman dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê jî pêk bîne.”

‘CAREKE DIN KURD BÛNE QURBANÊ LIHEVKIRINA WELATAN’

 Şêrzad Fatîh îşaret bi gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha pêde çû “Em niha dizanin ku Tirkiye dixwaze li Rojavayê Kurdistanê hin herêmên din dagir bike. Bi nêzîkbûna êrîşên Tirkiyeyê re Emerîka û welatên rojavayî jî bêdengî hilbijartine. Welatên rojava bi Kurdan re şerê li dijî DAÎŞ’ê kirin û niha Kurdan ku bi êrîşên Tirkiyeyê re rû bi rûye bi tenê dihêlin. Bi rexmê qurbaniyên Kurdan a di şerê DAÎŞ’ê de, lê ji welatên rojava re endambûna Swêd û Fînlandiya zêdetir girîng bû û careke din Kurd berdêla lihevkirina wan welatan dide.”

‘EZ BAWER IM KU WÊ ŞERVAN DERBÊN MEZIN LI TIRKIYEYA DAGIRKER BIDIN’

Derbarê berxwedaniya lehengî ya şervanan a li dijî dagirkeriyên Tirkiyeê Fatîh diyar kir; “Baweriya min a temam bi şervanên Rojava re heye ku dikarin li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê parastina xaka xwe bikin; ji ber ku şervan baweriya wan a temam bi doza xwe ya rewa heye. Ez bawer im jî ku wê şervan derbên giran li artêşa Tirk a dagirker bidin. Ji ber ku Tirkiye dewleteke bi hêz e û piştevaniya NATO’yê digire, dibe ku çend navçeyekê dagir bike û ji ber dagirkeriyên Tirkiyeyê gel jî koçber bibe.

‘LIDARXISTINA KONGREYA NETEWÎ JI BO HELWESTA LI DIJÎ DAGIRKERAN GIRÎNG E’

Beriya niha bi rêya kongreya netewî ya Kurd hewl hat dayîn ku Kurdan bikin yek, lê ji ber nakokiyên PDK’ê bi PKK’ê re bû sedem ku ew kongre serketî nebe. Eger Kurdên her çar beşên Kurdistanê bikarin li ser xalên sereke kongreya netewî lidar bixin, wê demê ti dagirkerek nikare bê nav xaka Başûrê Kurdistanê. Artêşa Tirk zêdetirî 30 kîlometreyan hatiye nava xaka Başûrê Kurdistanê û bi dehan baregehên leşkerî ava kiriye û çend navçeyên stratejîk jî dagir kiriye û xwe li ser Başûrê Kurdistanê serwer kiriye. Her wiha berdewam bajar û navçeyan bombebaran dike. Divê gelê Kurd bibe yek, ji ber ku çi dema Kurd bibe yek ti hêzek nikare xwe li ber wan bigire. Lê pirsgirêka esasî ya Kurd nebûna yek e, pir caran jî hêzên Kurdî dijbertiya hevûdu dikin.”

‘EZ 74 SALÎ ME, JI BO MIN SERFIRAZÎ YE KU LI DIJÎ DAGIRKERAN ŞER BIKIM’

Şêrzad Fatîh di dewamê de ji hemû hizb û gelê Kurd xwest ku li beramber metirsiya dagirkeriyên dewleta Tirk hişyar bin û ji her ferdekê Kurd xwest ku li hemberî dagirkeran çek hilgirin û wiha axaftina xwe domand; “Temenê min 74 sal e û ji min re serfirazî ye ku niha biçim rahêlim çekê û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê şer bikim. Pêwîst e Kurd bi vê hestê ve tev bigere ku her bostek ji xaka her çar beşên Kurdistanê her dîsa Kurdistan e û parastina Kurdistanê erkê hemû ferdên Kurd e. Cihê serfiraziyê ye ku ez ji bo xak û gelê xwe şehîd bibim. Pêwîstiya me bi hişyariyeke ji cûreya hişyariya niştîmanperwerî ya ji hizra dogmatîk a hizbî dûr be heye. Divê ji beriya het tiştî em Kurd û niştîmanperwer bin.”

‘EM BI YEKÎTIYÊ NASNAME Û HEBÛNA GELÊ XWE JI TUNEBÛNÊ BIPARÊZÎN’

Kesayetê şoreşger û têkoşer ê bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê Şêrzad Fatîh di dawiyê de wek şoreşgereke dêrîn ev peyame da; “Peyama min ji bo gelê me ev e; ey Kurdîno bi hewara xwe bên, dijminên we gelek komployan li dijî we pêk tînin û hewl didin Kurd tune bikin. Em dibînin ku li Başûr û Rojava proseya bi Erebkirinê berdewam e. Bi heman rengî li Rojhilatê Kurdistanê û Bakur jî proseyek ya bi Tirkkirinê ya pir xeter li dijî Kurdan tê rêvebirin. Wek kesayeteke şoreşger ez daxwaz ji hemû çîn û beşên civakê dikim ku bibin yek, ji ber ku bi yekîtiyê em dikarin li hemberî hemû dagirkeran bisekinin û nasname û hebûna gelê xwe ji tunebûnê biparêzîn.”