'Faşîzma AKP'ê li pêşberî berxwedana gerîla xitimiye'

Ji Fermandarên YJA Starê Cejne diyar kir ku di navbera dewleta Tirk û gerîla de şerî herî giran ê 40 salên dawî diqewime û got, faşîzma AKP-MHP li pêşberî berxwedana gerîla xitimiye.

Yek ji fermandarên YJA Starê Edessa Cejne şerê navbera dewleta Tirk û PKK'ê ji ANF'ê re nirxand.

Cejne diyar kir ku di têkoşîna 40 salî ya PKK'ê de dibe ku şerekî giran ê weke niha neqewimî be û got, "Bi taybetî şerê ku bi êrîşên 24'ê Tîrmeha 2015'an re dest pê kir, îsal derketiye asta herî bilind. Şerê li dijî dewleta Tirk ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê tê kirin. Ev şer li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê, li qadeke gelekî berfireh tê kirin. Faşîzma AKP-MHP li pêşberî berxwedana gerîla xitimiye."

Cejne destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo xwe ji vê rewşa tengav û xitimî rizgar bike, hîn bi êrîşkarî tevdigere û wiha dewam kir: "Dixwaze li Bakur, Başûr û Rojava encamekê bigire. Faşîzma AKP-MHP'ê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li pêşiya polîtîkayên xwe yên înkar û tinekirinê weke astengiyê dibîne. Ji bo karibe gelê Kurd qir bike, divê beriya her tiştî vê astengiyê ji holê rake. Êrîşên li Xakurkê, Efrîn û Şengalê li ser vê bingehê hatin kirin. Divê her kes zanibe ku şerê bi dewleta Tirk re wê dema bê girantir bibe."

HÊZÊN PARAMÎLÎTER TÊN BIKARANÎN

Edessa Cejne da xuyakirin ku artêşa Tirk a dagirker leşker û teknîka xwe ya leşkerî li ser girên li Şemzînanê û li ser sînor zêde kiriye û dema dawî giranî daye ser taktîkên kontrgerîla yên weke JÎTEM, Hîzbûllah, Tîma Xençer û Tîma Esedûllah.

Cejne got, dewleta Tirk bi bikaranîna yekîneyên kontra re dixwaze gelê Kurd bitirsîne û teslîm bigire.

Fermandar Cejne diyar kir, bi kemîn û bomberdûmana bi obus û hawanan artêşa Tirk hewl dide ku pêşî li karê çandinî û sewalkariyê yê gelê herêmê bigire û got, "Yekane çavkaniya debarê ya gelê herêmê çandinî û sewalkarî ye. Lê belê ji ber êrîş û operaysonên giran ev kar nikare bê kirin. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya sewalkarî û çandiniyê gelê Şemzînanê terbiye bike. Dixwaze sîxurî û cerdevaniyê bike yekane çavkaniya debarê. Lê belê piraniya gelê Şemzînanê serî li ber van polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk natewîne. Sîxurî û cerdevaniyê qebûl nake."

GERÎLA BI RÊ Û RÊBAZÊN NÛ TEVDIGERE

Fermandara YJA Starê Edessa Cejne got, artêşa Tirk a ku ji bejahî ve nikare li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê şer bike û cesareta xwe nîne, hewl dide bi rêya teknîkê encamê bigire.

Cejne destnîşan kir ku faşîzm di vê oxirê de hemû derfetên xwe bi kar tîne û got, "Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi berxwedana xwe ya lehengî êrîşên dewleta Tirk têk dibin û nahêlin encamekê bigirin. Ev yek jî nîşan dide ku gerîla ji her demê bêhtir xurt e. Pêwîste her kes bi vê zanibe; ji pratîka me ya 40 salî tê dîtin û fêhmkirin ku em dikarin bersivê bidin her êrîşê. Gerîla bi rê û rêbazên nû, êrîşên tinekirin û tasfiyeyê yên dîktatoriya AKP/Erdogan a faşîst qirker têk dibe."

Cejne da xuyaikrin ku gerîlayên HPG û YJA Starê wê ji niha û pê ve jî bi vê erk û berpirsyariya xwe rabin û got, "Gerîla wê di vê demê de ne tenê êrîşên dijmin bişikîne. Di heman demê de wê dijmin ji hev bixîne. Gerîlayên HPG û YJA Starê ku berxwedana xwe geş dikin, wê nehêlin ku faşîzma AKP-MHP li ser piyan bimîne."

'JI BO ME HER DER QADA ŞER E'

Fermandara YJA Starê Edessa Cejne şehadeta hevalên xwe Agirî, Mazlûm Pîrdogan, Hamza Baz Têkoşîn, Atakan Mahîr, Zekî Şengalî bi bîr xist û got, "Yên ku şoreşgerên têkoşîna şoreşa Kurdistanê bi namerdî şehîd xistin bila kêf nekin. PKK tevgereke tolhildanê ye. Tola wan wê qat bi qat bê hilanîn. Û di demeke gelekî nêz de wê bê hilanîn. Hêz û cesareta hilanîna tola şehîdan bi partiya me re heye. Ev hêz bi gerîlayên me yên azadiya Kurdistanê û bi gelê Kurd re heye. Her kesên dixwazin bibînin bê tola wan wê çawa bê hilanîn, bila li encamên 39 salên dawî binerin. Tolhildan nêz e. Ji bo me her der qada şer e."