Farqînî di şikandina tecrîdê de bi biryar in

Di hevdîtin bi gel re ya di çarçoveya bernameya “Em HDP ne, li her derê ne” de li Farqînê hat lidarxistin, li dijî tecrîdê peyam hatin dayîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Farqîna Amedê di çarçoveya bernameya “Em HDP ne, li her derê ne” de bi gel re hevdîtin pêk anî. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, Desteya Rêveber a Navendî ya partiyê, endamên Meclîsa Partiyê yên bajêr, rêveberên navçeyê û gelek kes tevlî hevdîtinê bûn.

Şande ji li ser rêya Amed-Farqînê ji aliyê gel we hat pêşwazîkirin. Şande tevî konvoyekî dirêj ê wesayîtan ber bi navçeyê bi rê ket û di ketina navçeyê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan şewb û bernameya ku HDP’ê 14’ê Tebaxê li Êlih pêkanî kirin hêcet û rêya ketina navçeyê bi mertalan girt. Girse û şandeyê bertek nîşanî vê yekê dan û di nava çend deqîqeyan de dorpêça polîsan şikandin.

Polîsan li Farqînê serdana esnafan a HDP’ê asteng kirin. Parlamenter Meral Daniş Beştaş diyar kir ku tu kes nikare xebata wan asteng bike. 

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê di çarçoveya kampanyaya “Em HDP ne, li her derê ne” xwest li li navçeya Farqînê serdana esnafan bike. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Ayşe Acar Başaran û rêveberên HDP’ê çûn serdana esnafan. Polîsan serdana HDP’ê ya ji bo esnafan dorpêç kir û asteng kirin. Beştaş li hemberî astengkirinê ji Miduriyeta Emniyetê ya Amedê re got, “Hûn di bin sîbera desthilat de bê hiqûqiyê dikin. HDP gel e, hûn nikarin gel bidin sekinandin û bêdeng bikin.”

Şande beriya ku li ber avahiya navçeya Farqînê daxuyaniyê bide xwest biçe serdana esnafan bike. Şande di dema li cadeya Gazî serdana esnafan dikir cara duyem dîsa hat astengkirin, li wir şande û rojnamevan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Bi dehan kesên ku li dora dorpêçê hatin ba hev bi çepik û fîtikan ev yek protesto kirin. Kesek xwe nêzî dorpêçê kir û ji polîs re got, “Hûn nikarin dora wekîlan bigirin. Wekîlên me bi hatina xwe ya navçeyê re şanazî dane me. Mertalên xwe rakin. Hûn nikarin dengên me bi mertalan qut bikin. Em Kurd in û bi Kurdbûyîna xwe serbilind in.” Her wiha demek dirêj ji bo gotina zarokekê ku di nav dorpêçê de ji polîsan re got, “Hûn ji me ditirsin. Ev kiriyarên we ji ber tirsa we ye, em dizanin” çepik hat lêxistin. Şande li dijî sînordarkirina hejmarê ya ji aliyê polîsan dihat ferzkirin derket û piştî demekî dirêj karîn careke din dorpêçê bişkînin û xwe gihandin avahiya navçeyê.

‘WÊ BERXWEDAN MEZIN BE’

 Li avahiya HDP’ê ya navçeyê di hevdîtina bi gel re destpêkê Hevserokê Rêxistina Bajêr ya HDP’ê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan ji ber berxwedana gelê Farqînê sipasiya wan kir û diyar kir, “Îro gelê Farqînê nîşan dan ku tu kes nikare bi zincîrên qirêj ên sîstemê rêyên aşitiyê bigire û têkoşîna me asteng bike. Zilm çiqasê mezin dibe bila bibe, wê berxwedan jî ew qas mezin bibe.”

‘DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Piştre Alîkarê Hevserokê HDP’ê Omer Onen axivî û bal kişande ser ferzkirina tecrîda Îmraliyê ya li ser gel û wiha pêde çû: “Divê tecrîda girankirî ya li ser Serokê  PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin. Ji bo wê jî divê em dengê xwe bilind bikin.”

Piştî Onen, Meral Daniş Beştaş jî di axaftina xwe de îşaret bi encamên siyasetên tecrîdê kir û ragihand, “Îro me rengdanekî din ê tecrîdê li Farqînê dît. Gelê Farqînê rê neda van polîtîkayên tecrîdê. Xwedî li têkoşîn û partiya xwe derket. Îro tecrîd bi hemû rehendên xwe ve belavî hemû gelan bûye. Dixwazin pêşiya aştiyê bigirin. Ji ber vê sedemê ye ku îro bi sedan kes li girtîgehê ne. Niha girtî di greva birçîbûnê de ne. Divê em jî ji bo grevên birçîbûnê dengê xwe derxînin û bibin hêz. Daxwazên wan yên me ne jî. Divê demildest tecrîd were rakirin.”

Ayşe Acar Başaran jî axifî û anî ziman, “Divê em nîqaş bikin bê ka em çawa polîtîkayên tecrîdê pûç bikin. Weke ya îro jî me pêk anî, dema em hêza xwe bikin yek û me yekîtiya xwe çêkiribe tu hêzek nikare li hemberî me bisekine, me bi hezaran carî ev yek ceribandiye. Me li her derê got ku HDP gel e.”

Başaran di dawiyê de got, “Em li hemberî wan hemû helwestan dibêjin ku em ê bibin yek û bi hev re li dijî vê îttîfaqê têbikoşîn û bersivê bidin. Ji bo vê yekê em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”