Farisogûllari: Em bi hevgirtinê dikarin zilmê bisekinînin

Parlementerê HDP’ê Mûsa Farisogûllari bal kişand ser êrîşa polîsan a duh û got ku “Ew hatibûn me qetil bikin.” Farisogûllari diyar kir ku ew dikarin bi hevgirtinê zilmê bisekininîn.

Parlementer û rêveberên HDP’ê derbarê êrîşa polîsan a li dijî avahiya HDP’ê ya bajêr a Amedê, îro daxuyanî dan. Li ser navê heyetê parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku armanca vê êrîşê qetilkirina hevalên me bû.

Farisogûllari di axaftina xwe de got ku, “Derî, pace û camên partiya me şikandin û ketin hundir. Qaşo li hundir kesên sûcdar hene. Lê ev kesên ku qaşo sûcdar in, hevalên me ne û çend roj berê hatibûn destgîrkirin. Van hevalên me çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê di nezaretxaneyê de jî domandin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya parlementera me Leyla Guven di roja 120’an de didome. Çalakiya Nasir Yagiz li Hewlêrê di roja 100’î de ye. Li girtîgehan jî grevên birçîbûnê di roja 80’an de didome. Di 1’ê Adarê de li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û bi deh hezaran kes ketine greva birçîbûnê.

Dun bi hezaran polîsan dora avahiya me ya partiyê girtin. Ez vêya zelal û eşkere dibêjim, duh ji bo qetilkirinê hatin êrîşî me kirin. Duh polîsan em parlementer jî lînc kirin. Wekî dagirkeriya Moxolan êrîşî hevalên me kirin û ew destgîr kirin. Divê ev yek baş were zanîn, bi çekan û bi rûpoşên û bi polîsên robokop êrîşî me kirin. Em vê êrîş û helwesta polîsan şermezar kirin. Em bang li gelê xwe dikin li dijî van êrîşan piştgiriya hev bikin. Kî li ku derê be, bila nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Êdî dem hatiye ku em ji van êrîşan re bibêjin êdî bes e.”