Farîsogûllari: Armanca AKP’ê tasfiyekirina Kurdan e

Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari diyar kir, AKP-MHP'ê ji sala 2015'an ve li dijî gelê Kurd plana şer xistine dewrê û got, "Armanca rejîma faşîst ew e ku Kurdan tasfiye bike."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajêr a Amedê xwest li Parka Koşuyolu ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku şaredarên bi biryarnameyan hatine îxrackirin erka wan betalkirin, şermezar bike. Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir. Di mudaxeleyê de Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Mûsa Farîsogûllari birîndar bûn. Farîsogûllarî têkildarî êrîşên li ser HDP, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê axivî.

‘LI DIJÎ KURDAN POLÎTÎKAYA ÇONK ŞIKANDINÊ’

Farîsogûllari diyar kir ku bi konsepta nû re armanca AKP’ê tasfiyeya Kurdan e û wiha axivî: “Demek dirêje êrîşên dijwar li ser gelê Kurd û nûnerê wan pêk tê. Berî du rojan jî polîsên AKP’ê bi awayek hovane êrîş gelê me kir. Di encama vê êrîşê de gelek dayik, ciwan di nav de hevala me ya wekîl Remziye Tosun û ez jî birîndar bûn. Ji bo ku mirov van êrîşan binirxînin divê mirov veger berî çar sal berê. Di sala 2014’an di civîna MGK’ê de li dijî Kurdan şer hate îlankirin û polîtîkaya çonk şikandinê xistin dewrê. Di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştî û demokrasiya vê axê pêvajoya aştiyê hate destpêkirin. Ji wextê pêvajo hate destpêkirin ku heta ji aliyê AKP’ê ve hate xerabkirin, welat di nava aramî û aştiyê de jiyan kir. Tu mirin çênebû û dayîkan rûndik ne rijand. Lê belê di 4’ê Nîsana 2015’an de Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan derxet pêş çapemeniyê û got, tu pêvajo tuneye û pêvajoyek aştiyê xirab kir. Piştî pêvajo ji aliyê AKP’ê ve hate xirabkirin, biryara şer û çonk şikandinê ku 30’ê Cotmeha 2014’an hatibû girtin xistin dewrê. Êrîşa duh li dijî gelê me û nûnerê wan jî hat berdewama vê polîtîkayê ye.”

‘NAVENDÊN JIYANÊ WÊRAN KIRIN’

Farîsogûllari anî ziman ku biryara şer a AKP’ê roj bi roj li Kurdistanê kete dewrê û wiha pê de çû: “Li Kurdistanê 12 navendên weke Sûr, Farqîn, Cizîra Botan, Şirnex, Nisbêbîn, Gever û Gimgim hatin topbarankirin. Desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê li ser biryara tunekirinê êrîşî navendên Kurdan kirin û êrîşî cihê jiyanê yê Kurdan kirin. Bi vê êrîşê xwestin destkeftiyê Kurdan tune bikin û Kurdan bê îrade bikin. Berdewama şerê taybet li Kurdistanê qeyûm tayîn kirin, hevşaredar û wekilên me xistin binçavan û girtin. Gelê Kurd di 31’ê Adarê de li dijî polîtîkayên faşîst yên AKP-MHP’ê çûn li ser sindoqan û hêrsa xwe nîşan dan. Ev hêrsa Kurdan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bû.”

‘TECRÎD BI DAWÎ BIBE DÊ ARAMÎ PÊK BÊ’

Farîsogûllari destnîşan kir ku êrîşên pêtên Faşîzma reş e û ev tişt got: “Partiyame bi her awayî di bin dorpêça polîsan de ye. Hemû kolan û rêyên tên partiya me hatine girtin. Em wekî nûnerên gel nikarin li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin. Weke nûnerê gelê xwe me jî xwest balê bikêşin li ser tecrîda kûr û çalakiyên grevên birçîbûnê. Bi dehan caran me daxuyanî dan û me rayedarên dewletê hişyar kir. 20 sal e li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û 4 sal in ji di bin tecrîda mutlaq de ye. Biryara şer a AKP-MHP’ê di serî de li Îmraliyê kete dewrê de. Dema ku em li tecrîda mutlaq dinêrin dibînin ku komploger li ser karin û koplo dewam dike. Di vê koployê de rola ji bo Tirkiyê hatiye dayîn jî gardiyanî ye. Ji vê tecrîdê CPT û Welatên Ewropa berpirsyarin. CPT û DEMM’ê jî ji bo berjewendiya welatên xwe rol û misyona xwe pêk ne anîn. Ne gelê me û ne jî girtî vê tecrîdê qebûl nakin. Tecrîd nêzîkatiya li hemberî gelê me nîşan dide. Bi çavê dijmin li gelê me dinerin. Divê êdî dawî li van polîtikayan bînin. Kengî tecrîd bi dawî bû wê her tişt asayi û aramî bibe.”

‘BERXWEDAN LI CIHANÊ BELAV DIBE’

Farîsogûllari bal kişan li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo bi dawîkirina tecrîda girankiriya ya li ser Ocalan û wiha dom kir: “Berxwedana çalakgerên di grevên birçîbûnê de ne pêl bi pêl li seranserî dinayê belav dibe. Berxwedana Leyla Guven di roja 163’emîn de didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 150’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 124’emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiye 125 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 48’emîn de didome. Tecrîda li Îmraliyê li dijî şikandina vîna gelê Kurd e. Dixwazin bi vê tecrîdê çongê bi gelê Kurd bidin şikandin. Daxwaza çalakgeran daxwaza gelê Kurd e. Ev grevên birçîbûnê di heman demê de helwesta li dijî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn e.”