Faraşîn a 8 salî diyariyeke bi wate da gerîla

Faraşîn Asmîn a 8 salî ku li Fransayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ji gerîla re qerteke diyariyê şand.

Faraşîn tevî qerta ku wêneyê bi xwe xêz kiriye li ser e, kulîlkek û ji xerciyên xwe yên dibistanê 100 Euro şand. Li ser qertê jî peyameke bi vî rengî nivîsand, "Heval ez gelekî ji we hez dikim; bi vî pereyê min hûn ê ji xwe re ya gore yan jî lepikan bikirin."

Piştî ku ev diyariya bi wate ya Faraşîn gihîşt gerîla, Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan jî nameyek ji bo Faraşîn nivîsî.

Mûrat Karayilan anî ziman ku wêneyê Faraşîn, peyam û pereyê ku şandibû gihîşt wan, ev diyarî ji bo gerîla bû moral û diyar kir ku wê bi wî pereyî ji gerîla re lepik û gore bikirin, wêneyê wê jî bixin nava Arşîva HPG'ê.

Karayilan di nameyê de ji bo Faraşîn got, "Hevala min a hêja, keça bedew a Kurd" û anî ziman ku gerîlayên jin ên ciwan jî ji bo Faraşîn hin diyarî amade kirin û jê re şandin. Ji Faraşîn jî xwest ku silavên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bigihîne ciwan û zarokên Kurd ên li Fransayê.