Êzidiyên Rojava û Xanesorê çûn serdana çeperên YBŞ/YJŞ’ê
Êzidiyên ji Rojava hatin Şenbalê, tevî şêniyên bajarokê Xanesorê, bi qîrîna dirûşman heta çeperên şervanên YBŞ/YJŞ’ê meşiya û piştgirî dan şervanan.
Êzidiyên ji Rojava hatin Şenbalê, tevî şêniyên bajarokê Xanesorê, bi qîrîna dirûşman heta çeperên şervanên YBŞ/YJŞ’ê meşiya û piştgirî dan şervanan.
Êzidiyên ji Rojava hatin Şenbalê, tevî şêniyên bajarokê Xanesorê, bi qîrîna dirûşman heta çeperên şervanên YBŞ/YJŞ’ê meşiya û piştgirî dan şervanan.
Girseya gel, piştî Goristana Şehîdan derbasî "Baxçeyê Serokatî" bûn û serdana gerîlayên HPG’ê yên li vir kirin. Girse piştre jî derbasî Xanesorê bû û ji ber Meclîsa Xanesorê heta çeperên berxwedanê yên YBŞ/YJŞ’ê meşiya.
Di meşê de alên YBŞ/YJŞ’ê, Meclîsa Avakar a Şengalê, Mala Êzidiyan a Rojava, Kongra Star hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Meşvan li çeperên berxwedanê ji aliyê şervanên YBŞ/YJŞ’ê ve hatin pêşwazîkirin. Piştre li ser navê girseyê ku ji Rojava hatibû Ebdulxenî Oso axivî û got: "3 Tebaxa 2014’an êrîş hatin şikandin. Wê demê dixwestin gelê Êzidî qir bikin. Lê berxwedanek mezin hat nîşandan û ev planên wan pêk nehatin. Niha jî dixwazin vê qirkirinê berdewam bikin. Lê belê bi bedelên mezin, berxwedan hat nîşandan. Em li hemberî hemû şehîdên Şengalê bejna xwe ditewînin. Heta dilopek xwîna me hebe, em ê li ser rêya wan bin. Em wekî Êzidiyên Rojava dibêjin ku em ê heta dawiyê piştgiriya gelê xwe yê Şengalê bikin. Ti kes nikare van deran dagir bike. Em ê parastina xwe bikin."
Piştre Serderiyê Mezargeha Şerfedîn Şêx Xelef axivî û xêrhatina gelê Rojava kir. Şêx Xelef bibîr xist ku gelê Rojava ji destpêkê ve piştgiriya gelê Şengalê kiriye, îro jî dîsa ev piştgiriya xwe nîşan daye, her wiha îspat kiriye ku gelê êzidî ne bi tenê ye û spasiya xwe anî ziman.
Di pêşwazîkirinê de li ser navê YJŞ’ê Sorxîn Sîdar jî axivî û got: "Em ê heta azadiyê têkoşîna xwe bidin meşandin da ku karibin wekî jin xwe bi xwe biparêzin”. Sorxîn Sîdar sipasiya gelê Rojava kir ku serdana wan kiriye û di rojek wiha watedar de ew bi tenê nehiştine.
Piştî axaftinan, girseya gel dîsa heta ber avahiya Meclîsa Xanesorê bi dirûşmeyan meşiya. Li vir girseya Rojava, bi merasîmekê oxirî Rojava hat kirin.