'Êzidî wê ti carî terka axa xwe nekin'

Ji Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Şivan Mûrad, Elî Brahîm û endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Seydo Elî gotin, li dijî êrişên dewleta Tirk wê civaka Êzidî xaka xwe neterikîne.

Ji Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Şivan Mûrad, Elî Brahîm û endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Seydo Elî têkildarî êrîşên dewleta Tirk ji ajansa me re axivîn.

'ÊZIDÎ WÊ TERKA AXA XWE NEKIN Û TÊBIKOŞIN'

Şivan Mûrad êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Şengalê û tevahiya Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got, "Şengalî girêdayî xaka xwe ne, bêyî axa xwe nikarin bijîn. Ji bo wê balafirên şer ên dewleta Tirk êrişî wan dikin. Heta yek Ezidî li ser axa xwe ya kevnar bimîne wê li hemberî zilma êrîşên hovane ya çeteyên dewleta Tirk terka axa xwe nekin."

'DEWLETA TIRK BI SERÊ XWE NIKARE ÊRÎŞ BIKE, PLANEK MEZIN LI PIŞT VÊ HEYE'

Mûrad têkildarî êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên şeva 15'ê Hezîranê li ser hemû cih û warên Kurdistanê ev anî ziman: "Planeke pir mezin a hêzên navdewletî û nokerên wan a li pişt van êrîşan heye. Tirkiye bi serê xwe nikare êrîşî axa Kurdistan û Iraqê bike. Ger ku planeke siyasî nebûya wê çawa dewleta Tirkiye bi balafirên xwe yên şer bikare ewqas êrîşî axa welateke din bike."

Mûrad di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Êrîşên hovane yên dewleta Tirkiyeyê û hevkarên wê, wê ji aliyê gelê me ve neyê qebûlkirin. Li hemberî hemû êrîşan gelê me yê bi rûmet wê li ber xwe bide."

'EV ÊRÎŞ BERDEWAMA FERMANÊN BERÊ NE'

Endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Seydo Elî jî êriş şermezar kir û got, "Ev 72 fermane ji destên dewleta Tirkiyê li ser gelê me tê kirin. Ev êrîşa dawî jî encamên van fermanên berê ne. Ger ku dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê di nav vê plana qirêj de nebûna, Tirkiye bi serê xwe nedikarî van êrîşan bikin." 

Seydo bi bîr xist ku dîroka gelê wan tijî kevneşopiya berxwedanê ye û destnîşan kir ku Êzidî wê  li ser vê kevneşopiya xwe ya resen heta dawiyê li ber êrişan rabin û axa xwe neterikînin.

'BI ÊRÎŞAN DIXWAZIN GEL BITIRSÎNIN Û ARAMIYA ŞENGALÊ XERA BIKIN'

Endamê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Ezidiyan (PADÊ) şaxê Şengalê Elî Îbrahîm bal kişand ser êrîşên qirker ên dagirkeran û got: "Dewleta Tirk û hevkarên xwe dixwazin bi van êrîşên xwe çavê gelê me bitirsînin. Dixwazin bibêjin, 'aramî li Şengalê nîne' û bi vî awayî pêşiya vegera gele me ya li Şengalê jî bigirin."

'GELÊ ME BI BÎR Û FELSEFEYA MEZIN XWE RÊXISTIN KIRIYE'

Endamê PADÊ diyar kir ku vîn û berxwedana civaka Êzidî dîrokî ye û wiha pêde çû: "Xelkê Şengalê ne weke berî fermanê ye. Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, gelê me li ser bîr û felsefeke mezin xwe rêxistin kiriye. Ji bo wê çi hêzên ku êrîşî vîna gelê me bikin, em ê bi hêza xwe ya YBŞ'ê û YJŞ'ê li ber xwe bidin. Çawa ku di dîrokê de neyarên gelê Kurd nekarîne gelê me ji holê rakin, Erdogan û hevkarên xwe jî wê nikaribin vîna gelê me têk bibin."

Elî Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Divê gelê me li hemberî van êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê yên xayîn, bi hêza xwe piştrast bin."