‘Ez naxwazim bi Kurdekî re şer bikim’

Gerîla Kendal Kanîreş ê ku di malbateke cerdewan de mezin bûye, ji bo nebe amûrê birakujiyê, hatiye çiyayên azad û dibêje: ‘‘ Weke gerîlayekî Kurdistanê ez naxwazim bi Kurdekî re şer bikim.’’

Ciwanên Kurd roj bi roj lîstokên dewleta Tirk dibînin û berê xwe didin çiyayê Kurdistanê yek ji wan jî Kendal Kanîreş e

Pergala dewleta Tirk a Cerdewaniyê bi salan e Kurdan bi Kurdan dide kuştin. Di operasyonan de, di pevçûnan de cerdewan her dem dane pêşiyê û weke mertal bikar anîne. Di her pêvajoyên şer ên di navbera Tevgera PKK’ê û dewleta Tirk de cerdewan hatine lîstoka birakujiyê. Gerîla Kendal Kanîreş ê ku di malbateke cerdewan de mezin bûye, ji bo nebe amûrê birakujiyê, hatiye çiyayên azad û dibêje: ‘‘ Weke gerîlayekî Kurdistanê ez naxwazim bi Kurdekî re şer bikim.’’

'MIN TU CARAN CERDEWANÎ QEBÛL NEKIR'

Gerîla Kendal Kanîreş di axaftina xwe de wiha qala civaka ku tê de mezin bûye dike: ‘‘Navê min Kendal Kanîreş e, ez ji navçeya Kanîreşê ya girêdayî Çewlik, ji gundê Çirikî me. Gundekî bi her tiştê xwe ve girêdayî dewletê ye û hemû gundiyên wê cerdewaniyê dike de mezin bûm. Çewlik Jî, navçeya wê Kanîreş Jî pir xweş e lê ji ber ku girêdayê dewletê bû ez pir xemgîn dibûm. Tiştê ku ez herî zêde pê xemgîn dibûm Jî ew bû ku gundiyên me hemû Kurd bûn lê bi destê dewleta Tirk a dagirker bibûn dijminê birayê xwe yê Kurd. Dema ku ez piçûk bûm min nizanibû ku cerdewanî karekî bêrûmetiyê ye, lê dema ez mezin bûm ji ber ku malbata me û gundê me cerdewan bû min pir şerm dikir. Gundiyên me cerdewan bûn ji ber vê, ji aliye gundên derdor û bajêr ve nedihat qebûlkirin. Ji ber ku ew welatparêz bûn wateya cerdewaniyê dizanibûn. Her çiqas bavê min, kalikê min û gundiyên min bin jî, min cerdewanî ji bo wan qebûl nedikir lê dema min ji wan re digot jî ez piçûk didîtim. Di navbera min û malbatê de her tim nîqaşên wisa çêdibûn. Dema ez bûm ciwan piranî li bajarên cuda disekinîm.”

 

Gerîla Kendal Kanîreş dîyar kir ku her dem bi welatparêziyeke mezin li gelê xwe, welatê xwe hez kiriye û axaftina xwe waha domand: ‘‘Ez di nava malbat û civakeke cerdewan de mezin bûm lê tu caran weke wan nebûm di dilê min de her tim welatparêziyeke mezin hebû. Dema ez mezin bûm tevli karê ciwanan bûm. Her cihê ku ez diçûmê hevala pir nirx didane min û digotin di gundeî wisa de ciwanekî welatparêz derketiye. Ez, pêvajoyekê çûm metropolên Tirkiyê min li wir dît ku mirov cerdewan be jî, welatparêz be jî, ji ber ku mirov Kurd e, kesek mirov naecibîne. Tu karê mirov hêja nabînin û nirxê Kurda li gel wan nîn e. Min di nêzîkatiyê li hemberî Kurda têne kirin de dîtin ku ji min re nişan da ku rastiya Kurd bi êş e û pêwîst e were dermankirin.’’

‘Ê KU TÊ KUŞTIN JÎ, KUJER JÎ KURD E’

Gerîla Kendal diyar kir ku pêwîst e gelê Kurd politikaya cerdewaniyê bizanibin û wiha berdewam kir: ‘‘Dema ku cerdewanek dimire li cihê wî pere didin. Lê ev jî rastiyeke ku pere canê çûye nayne. Ger mirov li ser vê mijarê difikire xemgîn dibe. Tişta ku ez herî zêde bi wîcdanî pê xemgîn dibim Jî yê ku tê kuştin jî Kurd e, yê ku dikuje jî Kurd e. Malbata me û gundiyên me ji ber cerdewan bûne bi dewletê re her tim nav hevkariyekê de bûne dema ku dewleta Tirk zilm û zordarî li ser gel meşandiye wan jî alîkarî dayê. Malbata me carnan ji me re digotin ka çawa di ser mala de girtine, îşkence li gel kirine û pere girtine. Pêşketinên ku li Kurdistanê pêk hatin, bûn sedem ku di gundê me de jî hîn tişt biguherin. Di salên dawî de li hemberî cerdewaniyê zanebûna jin û ciwanan pêş ket. Divê lîstoka dewleta Tirk a ku li ser gelê me dilîze were dîtin. Ew lîstokên ku dihiştin gelê me li hev zilmê bike, êdî nikaribûn weke berê bikin. Bêguman ev jî çavkaniya xwe ji Rêber APO û Tevgera Azadiyê digire.’’

Gerîla Kendal di nav axaftina xwe de bal kişand li ser bikaranîna Cerdewanan û axaftina xwe domand: ‘‘Dewlet di her pevçûnû û operasyonê de cerdewanan dide pêş dibêje ‘jixwe Kurd e bimire ez ê hinek pere bidim malbata wî bes e.’ Min jî di şer de dîtiye dema gerîla şer dikir leşker direviya, Cerdewan diman. Tevgera me di vê mijarê de ji ber ku cerdewan Kurd in dixwaze heya dawî tiştek bi cerdewanan neyê. Ji ber ku Tevgera me dibêje ew jî gelê me ye. Ew jî Kurd e. Bangawaziya min ji bo hemû cerdewanan ew e ku, çekên dewleta Tirk deynin. Nebin dijminê birayê xwe.’’

‘EM DEYNDARÊ RÊBER APO NE’

Gerîla Kendal di nava axaftina xwe de anî ziman ku wî nexwastiye leşkeriya dewleta Tirk bikim û qala tevlibûna xwe ya nav refên gerîla kir: ‘‘Min di sala 2012’an de biryara tevlibûna nav refên gerîla da. Jixwe li her deverê Kurdistanê îşkence û kuştin hebû, min Jî dixwest ez bibim parazvanê gelê xwe. Ez ê di sala 2012’an de tevli bûma pirsgirêk çêbûn, ez di sala 2014’an de li Stenbolê tevli bûm. Dema ez nû tevli bûm kesayeta ku pergala dagirker di min de pêş xistibû ez teng dikirim. Min fêm kir ku feraseta dewletê di me de çi xirabî ava kiriye.”

 

Kanîreş di axaftina xwe de helandina ciwanên Kurd a bi destê dewleta Tirk kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: ‘‘Min fêm kir ku cewherê ciwanên Kurd tê valakirin. Min bi alîkariya fikir û felsefeya Rêber APO û hevalan, hewl da ku ez van derbas bikim. Di vî milî de ez gihiştim rastiya ku em bi jiyana xwe û hemû nirxên xwe bi rûmet deyndarên Serok APO ne. Ji bo vê yekê em çi bikin jî ji bo Serokatiya xwe û gelê Kurd em ê têr nebînin. Em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin. Dema ez nû hatim çiyê, min got qey ez hatime cihaneke din. Min xweşikiya çiyayên Kurdistanê dît û got sedema dagirkirina dewleta Tirk a Kurdistanê, yek jî xweşikiya axa wê ya pîroz e. Em weke gerîla dixwazin bi gelê xwe re bibin yek û ji bo azadiya Serokê xwe, gelê xwe, welatê xwe tekoşîn bikin. Ji ber wê pêwîst e gelê me bi zarokên xwe re be.’’