Ez li cem Dewrêşê Evdî bûma!

Bi avakirina Baxçê Serok Apo yê ku li têketa çiyayê Şengalê hate danîn, daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bûyina li Çiyayê Şengalê, ku di hebesta Dewrêş de diyar kiribû, ji hêla gerîlayan ve hate pêkanîn.

Helbesta ku Ocalan tê de xwestibû, ‘’Xwezî ez li Çiyayê Şengalê li cem Dewrêşê Evdî bûma’’, li Çiyayê Şengalê bi Kurdî û Erebî hate danîn.

Şehîdgeha Baxçê Serok Apo ku 2015’an avakirina wê dest pê kirî û piştî bi salekê 4’ê Nîsana 2016’an hatî vekirin, giyan û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 18 sal in di Girava Imraliyê de, di tecrîdê de ye, li Şengalê dide jiyîn. Ocalan Îlona 2011’an daxwaza hevrêtiya bi lehengê dastana Kurd Dewrêşê Evdî re û ji bo têkoşîna ku dayin ji Evdî re gotibû ‘’Kurdîtiya teqez bûyî û ya jiyana azad’ helbesta ku azweriya vegotina rasteqîniya ebedî piştî 5 salan ji hêla şervanên ku ramanên Ocalan didin jiyîn hate pêkanîn.

BI BAXÇE RE HÎSA DI HELBESTA OCALAN DE PÊK HAT

Baxçê Serok Apo yê ku li têketa çiyayê Şengalê hatî danîn, roj bi roj tê bi gul û kulîlk û daran tê xweşikkirin. Di Baxçê Serok Apo de wêneyên 100 şervanên HGP, YJA Star, YPG û YPJ, YBŞ û YJŞ’ê yê ku di pêngava azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dayin, wêneyê Ocalan û Erebî, Kurdiya helbesta Dewrêşê Evdî yê li Baxçê Serok Apo, dibe delîla berbiçav a pêkhatina hîs di helbesta Ocalan de.

DEWLETA TIRK, LI OCALAN Û HELBESTA WÎ DEWRÊŞ XIST

Dewleta Tirk ku dît Kurdîtiya azad ku Ocalan beriya bi salan daxwaz kirî li Şengalê pêk hat, 25’ê Nîsanê saet 02.00’an gelek niqte ku di nav wan de Baxçê Serok Apo jî hebû bombe kir. Di bombekirinê de ya balkêş ew bû ku cihê ku wêneyê Ocalan û helbest lê bû bi taybetî kiribûn hedef.

 ‘GELÊ ÊZÎDÎ BI ROJAN BAXÇE NETERIKAND’

Şervan Argeş Hêşet ku derbarê Baxçê Serok Apo me agahî jê wergirtî, got, baxçe ji bo gelê Êzîdî nirxekî girîng e, piştî ku baxçe hatiye bombekirin gelê Êzîdî bi rojan ji baxçe derneketiye, xwedî li raman û felsefeya Ocalan derketiye. Şervan Hêşet diyar kir di heman demê de dewletê jî fêhm kiriye ku nikarin ramanên Ocalan ji Şengalê rakin, dewlet her ku êrîş dike ew ê çêkirina baxçeyê bidomînin.

Ocalan bi helbesta Dewrêş a ku Îlona 2011’an nivîsî, niha bi hezaran şervanên Şengalê li gel Dewrêşê Evdî ye.

Helbesta Ocalan wiha ye;

"Ji Dewrêş re,

Xwezî ez li Çiyayê Şengalê

Li cem Dewrêşê Evdî bûma!

Li ser pişta hespên spî

Li deşta Mûsilê bûma!

Dema ku Dewrêş ketî,

Min ew li pişta xwe bikira û bibira çiyayên Kurdistane!

Min jê re bigota, ‘’Binere,

Bi hezaran Edûlê û Donzdeh hene!

Li van çiyayan ku xwedavendan kon vedaye

Min bigota, ‘’bi aramî raze!’’

Min bigota, ‘Mirin…

Her ji kût ê,

Ji kû ve tê

Êdî xeman nexwe!

A ku teqez bûyî Kurdîtî û jiyana azad

Rasteqîniya ebedî ye!’’