BI DÎMEN

'Ez ji tank û topên dewleta Tirk natirsim'

Hesen Hecî Mûsa El Alî, ku tevî êrîşên dewleta Tirk ên li xeta Minbic û Babê gundê xwe Boxazê naterikîne, dibêje "Ez bimirim jî ez vê derê naterikînim."

Êrîşên provokatîf ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li gundên rojhilatê Babê û rojavayê Minbicê dewam dikin.

Ji ber êrîşan bi tank û topan, xaniyên sivîlan xera dibin û heywan telef dibin. Gel ji ber van êrîşan xwe li herêmên ewle digire. Lê yek heye, ku tevî êrîşa bi tank û topan jî, bi hevser, du zarok û pênc neviyên xwe li gundê Boxaz ê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê ve tê parastin, dijî.

Hesen Hecî Mûsa El Alî, emrê xwe yê 60 salî li vî gundê Boxaz ê bajarokê Arîma derbas kiriye. Tevî hemû zehmet û êrîşan jî, bi biryar e ku gundê xwe neterikîne. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî, malbata wî jî hurmetê nîşanî vê biryara wî didin. Hem herêmê, hem jî malbata xwe diparêze.

El Alî destnîşan dike, ku heta dawiya emrê xwe ew ê li gund be û got, "Eger ji ber topbarana dewleta Tirk bimirim jî, ez ê ji vir neçim."

El Alî dibêje, ew di sala 1941'ê de li gundê Boxazê ji dayik bûye, zarokatî, ciwantî û extiyariya wî li vî gundî derbas bûye û zehmet jî be salên herî bedew ên emrê wî li vî gundî bihurî ne.

El Alî got, "Ez ê li vê derê bimirim. Ti zordarî wê nikaribe min ji axa min derxîne. Em hemû gelên li ser vê axê dijîn, bi hev re mîna xwişk û bira em jiyan. Em niha jî dixwazin bi biratî bijîn. Lê belê dewleta Tirk ji bo vê biratiyê xera bike, çi jê tê dike. Bi kuştinê jî gefê dixwe." El Alî bibîr xist, ku dewleta Tirk û çeteyên wê beriya niha bi çend rojan êrîşî gundê wan kirin.

El Alî anî ziman, ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, xaniyên gundiyan xera bûn, gundî neçar man gund biterikînin û wiha dewam kir: "Ez neçûm, naçim jî. Ez li vir ji dayik bûm, ez ê li vir bimirim. Ez, hevser, du zarok û pênc neviyên xwe em ê li vir bin. Ez ji şervanên meclîsê piştrast im ku me diparêzin. Ev der bi qasî sê salan di destê çeteyên DAIŞ'ê de ma. Jiyan li me herimandibûn. Piştî ku Minbic hat rizgarkirin, şervan hatin vê derê û em jî rizgar kirin. Ew roj ji bo me cejn bû. Niha jî dewleta Tirk û yên pê re hewl didin me bikin kole. Lê wê bi ser nekevin. Ez bi van şervanan piştrast im ku nanê xwe bi me re parve dikin û me diparêzin."