'Ez jî dixwazim aştiyê bibînim'

Dayika Aştiyê ya 75 salî Sabîha Keser ragihand ku wê bi saya kurê xwe Mehmet Keser ê sala 1989'an tevlî PKK'ê bû, têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir û cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Dayika Aştiyê got, "Ez jî êdî dixwazim aştiyê bibînim."

Mehmet Keser ku sala 1964'an li gundê Arîşkusê yê navçeya Adilcewazê ya Bedlîsê ji dayik bû, sala 1989'an hevsera xwe ya 6 salan pê re zewicî bû û du zarokên xwe li pey xwe hişt û tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Keser piştî 3 salên li çiyayên azad, li bejahiya Agiriyê di sala 1992'an de di şer de şehîd bû. Piştî şehadeta Keser 3 salan leşkeran zext li malbatê kirin. Malbatê piştre bar kir navçeya Erdîşê ya Wanê.

Dayika Aştiyê Sabîha Keser (75) ku li taxa Latîfiye ya navçeya Erdîşê ya Wanê dimîne, diyar kir ku piştî çûyîna kurê wê, wê têkoşîna Kurdan nas kir û 30 sal in yekane daxwaza wê aştî ye. Sabîha Keser destnîşan kir ku Dayikên Aştiyê wê ti carî dest ji têkoşînê bernedin.

'DI 16 SALIYA XWE DE HATIM ZEWICANDIN'

Keser diyar kir ku ew di 16 saliya xwe de hate zewicandin, di temenê wê yê zarokatiyê de bavê wê jiyana xwe ji dest da, dayika wê jî bi yekî din re zewicî û got, "Dayika min em jî bir gel kesê ku pê re zewicî. Li cihê ku em çûn, mezin bûm. Piştre xalê min xwest ku min bi kurê xwe bizewicîne. Hîn 16 salî bûm bi kurê xalê xwe re zewicîm, di 20 saliya xwe de bûm dayik. 5 kur û 2 keç anî dinyayê."

'TEVÎ 2 ZAROKÊN XWE JÎ ÇÛ'

Keser dema qala zarokên xwe dike herî zêde kurê xwe yê mezin bi bîr tîne. Keser diyar kir ku kurê wê beriya 30 salan tevlî nava refên PKK'ê bû, 3 sal piştî çûyînê şehîd bû. Keser ragihand ku piştî têkoşîna kurê wê, wê jî têkoşîna azadiyê ya PKK'ê nas kir û qala tevlîbûna kurê xwe kir: "Kurê min li zanîngehê hekîmtî xwend û qezenç kir, lê belê nekarî mafê xwe bi dest bixe. Ji bo kaxiza ezmûnê diçû, lê nedidan wî. Karkerên ku çûbûn Enqereyê lê nekarîn mafê xwe bi dest bixin dîtibû; bi wan re meşiya bû û vê yekê gelekî bandor li wî kiribû. Dewlet weke avaniyeke ku zilmê dike, mafê mirovan dixwe û zextê li Kurdan dike, didît. Timî wiha dipirsî 'Mafên Kurdan tên binpêkirin, heta kengî wê wiha dewam bike?' Rojekê min dît kurê min li ser piştê dirêjkirî digirî. Dema ku min sedema vê jê pirsî wî jî got, 'Mazlûm Dogan miriye, ji ber wê digirî'. Wê wextê haya me ji tiştekî tune bû. Piştre kurê min zewicî, du kurên wî çêbûn, lê tevî vê jî çû."

'LEŞKER TIMÎ DIAVÊTIN SER MALÊ'

Keser ragihand ku piştî çûyîna kurê wî leşkeran timî diavêtin ser mala wan û got, "Du sal di ser çûyîna kurê min re derbas bû. Leşkeran di nava wê demê de her tim diavêtin ser malê. Timî ji min dipirsî ku Mehmet Keser li ku ye. Me jî digot ku ji bo kar bike çûye Stenbolê û nekarîn agahiyê jê bigirin. Ji me bawer nedikirin. Fermandar destê xwe dianî ser milê bavê wî û got 'Bavê wî, tu çi difikire?' Hevserê min jî tiştên min got dubare kir. Fermandar got, 'Kurê we neçûye Stenbolê, çûye çiyê û şer dike'. Ji wê demê ve leşkeran timî diavêtin ser mala me û li malê lêgerîn dikirin. Zexta leşkeran 2 yan jî 3 salan dewam kir. Me nekarî êdî xwe li vê zexta leşkeran rabigirin û bar kir Erdîşê. Hevserê min ji keyatiyê îstifa kir. Tevî ku me bar kir jî leşkeran heta salekê em aciz kir. Piştî demeke dirêj me bihîst ku kurê min miriye."

'BI SAYA KURÊ XWE MIN TÊKOŞÎNA KURDAN DÎT'

Keser diyar kir ku piştî agahiya şehadeta kurê wê leşkeran dest ji acizkirina wan berdane û destnîşan kir ku bi saya kurê xwe wê têkoşîna Kurdan nas kir. Keser got, "Me, weke malbatî bi saya kurê min Kurdîtî nas kir. Me mirovên bindest baştir didît. Beriya vê têkoşînê zext û zordariya herî giran li jinan dihate kirin. Piştre mirovan çavên xwe vekirin û nêrîna li jinê guherî. Her kesî dest bi têkoşînê kir. Berê mirovek ji tirsa leşkeran nekarî biçûya sûkê. Niha li daîreyên dewletê jî ne xema kesî ye. Vê têkoşînê di ser Kurdîtiyê re dest pê kir."

'DIXWAZIM AŞTIYÊ BIBÎNIM'

Keser bang li dayikan bi taybetî jî Dayikên Aştiyê kir ku têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Yekane daxwaza me aştî ye. Ne tenê ji bo kurê xwe, em ji bo zarokên her kesî aştiyê dixwazin, dixwazin zilm biqede. Extiyar im û heta mirinê ev yek wê di dilê min de bimîne. Ez jî dixwazim aştiyê bibînim."