BI DÎMEN

'Ez bi têkoşîna kurê xwe dijîm'

Dayika endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ê 23 salî ku li jêrzemîneke Cizîrê hat qetilkirin Hanim Yavûzel, soza daye kurê we bi cih tîne. Bi rûmetdarî dide ser şopa kurê xwe û bi vî rengî êşa dilê sivik dike.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 15’ê Kanûna 2015'an derketina derve hatibû qedexekirin û di encama êrîşan de zêdetirî 250 welatî bi awayekî zindî hatin şewitandin û qetilkirin. Yek ji van kesê ku di jêrzemînan de hate qetilkirin jî Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel bû. Dayîka Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel, Hanim Yavûzel wiha qala jiyana kurê xwe Yavûzel dike.

‘MEHMET ZAROKEKÎ BI KELECAN BÛ’ 

Kurê min Mehmet di 28’ê Tirmeha 1993’an de li navçeya Haran a Rihayê çavê xwe li dinyayê vekir. Mehmet di zarokatiya xwe de xwedî kesayetekî cuda û zarokekî gelek xweşik bû. Mehmet têkoşîn ji birayê xwe girtibû. Di 15 saliya xwe de ket nava têkoşînê û dest ji dibistana dewletê berda. Mehmet ji aliyê malbat û hevalên xwe ve gelek dihat hezkirin. Zarokatiya Mehmet bi coş û têkoşînê derbas bû. Mehmet di temenê xwe yê biçûk de bavê xwe winda kir û dest bi kar kir.

‘ÊŞA GEL HÎS DIKIR’

Mehmet hin di zarokatiya xwe de zilm û zextên li ser gelên Kurd ji kûrahiya dilê xwe hîs kir. Mehmet hîna zarok bû dest bi lêkolîna Têkoşîna Azadiya Gelên Kurdistanê kir û pirtûkên Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan dixwend. Weke vê rojê li bîra min tê dema ku Mehmet sê salî bû, di wê deme de di televîzyonê de bernameyeke muzîkê ya bi navê ‘Stranên biratiya gelan’ hebû û her dem Mehmet li wê bernameyê temaşe dikir. Mehmet hemû stranên di wê bernameyê de ji ber kiribû. Di wê bernameyê de strana herî bala wî dikişand jî strana ‘yek, du, sê, gelê me qet natirsê, em ê welat bistînin û çavê dijmin derînin’. Mehmet dema dihat malê digot ez ê ji we re stranekê bêjim û dest bi vê stranê dikir.”

‘DI 18 SALIYA XWE DE HAT GIRTIN’

Mehmet ji aliyê mamoste û hevalên xwe ve gelek dihat hezkirin. Dema ku em diçûn dibistanê me pirsa Mehmet dikir, mamosteyan digot ti pirsgirêkên Mehmet tuneye û xwendekarekî gelekî jîr e. Mehmet hem ji bo jiyana xwe bidomîne dixebitî hem jî ji bo azadiya xwe têdikoşiya. Di 17 saliya xwe de dersên muzîk û folklorê distend. Rojekê got ‘dayê were, xwepêşandana me heye’.Ez çûm. Dema direqisî li min dinêrt û dikeniya. Govend tevlîhev kir. Ew ti car ji pêş çavê min naçe. Ez carinan diçim navenda çandê.  Tê ber çavê min. Ez dibêjim qey wê Mehmet niha derkeve bilîze. Têkoşîna Mehmet wisa dest pê kir. Piştre çend caran hat binçavkirin. Ji ber biçûk bû hat berdan. Di 18 saliya xwe de hat girtin.  Du salan li Mêrdînê di girtîgehê de ma.  Bi Mehmet Tûnç re diman. Mehmet Tûnç wek zarokê xwe jê hez dikir.  Ji hev veneqetiyan, bi hev re jiyana xwe ji dest dan.

‘BIHAR HAT LÊ MEHMET DÎSAN NEHAT’

Hêjayî gotinê ye ku dema ku Mehmet Yavûzel di jêrzemînê de birîndar bû, Dayîk Hanim Yavûzel wiha qîr dikir: “Kurê min ez ê bêm ez ê bêm we derxînim, ez we bigirim pişta xwe û derxînim.” 

Dema mirov mirişkekê jî serjê dikin kezeba mirovan dişewite.  Lê wan ewladên me ji me girtin. Ji ber ew ne mirov in, wehşî bûn. Mirov dikarin mirovan zindî bişewitînin? Bi sedan kes şewitandin.  Me hestiyên zarokên xwe berhev kirin. Xwezî her kesê ji xwe re digotin em mirov in rabûna ser piyan. Belkî îro zarokên me bijiyana. Ez ji bîr nakim heta mirinê. Êşa min mezin e. Wek roja ewil, min her aliyê xwe bi wêneyên Mehmet tije kiriye.  Li min dinêre deng nake. Ez diçim ser gora wî, gazî dikim, bersiv nade. Mehmet ji min re gotibû, dayê ‘bihar were em ê werin û em ê xelas bibin’. Va ye du bihar hatin û çû lê Mehmet nehat…”