Eylem Kasim: Divê girtî ji berxwedana Îmralî hêzê bigire

Kasim: Her çendî sekna rêxistinî, bîrdozî bihêz be, encamê vê berxwedanê çiqas derkeve holê wê faşîzm jî di wê astê de vala derkeve û negihîje armancên xwe. Hişmendiya desthilatdar û yek kesî ji bo desthilat û berjewendiyê xwe civak xistiye mîna zindanan.

Endama Komîteya Zîndanan a PAJK’ê Eylem Kasim di derbarê girtinên ku roj bi roj li Tirkiyeyê zêde dibin, êrîşên dewleta Tirk a ku di zîndanan de li hemberê dîlgirtiyan dimeşîne, li hemberê vê têkoşîna dîlgirtiyên azadiyê nirxand.

Kasim, diyarkir ku Tirkiye ji bo gelan bûye girtîgehekî servekirî, ji bo dîlgirtiyên azadiyê jî bûye girtigehekî girtî.

‘SEKNA RÊBER APO GIRTIYÊN AZADIYÊ BÛYE RÊYA BERXWEDANÊ’

Eylem Kasim, tecrîda Îmraliyê a ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin nirxand û got: “Rêbertiya me ya ku xwedî hilberînê mezin e, niha dîwarê zindana Îmraliyê bê watekiriye, nîşanê kerkesî da ku mekan zêde negîrîng e, ya girîng yekîtiya fikir, zikir û çalakiyê ye. Rêber Apo teslîmiyetê lenet kiriye û ti carî ji baweriyên xwe tawîz nedaye. Berxwedana Îmraliyê bûye navê azadiyê ku nayê hepiskirin. Ev sekin ji bo hemû kesên berxwedêr gelê me û dîlgirtiyên azadiyê bûye rêya berxedaniyê.”

Kasim di nirxandinên xwe de bal kişand ser van xalan:

‘TI HÊZÊN DÎKTATOR NIKARIN LI HEMBER BERXEWDANA GEL BI SER KEVE’

Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe bi şêwazên cûda cûda zêdetir dibin. Hûn tabloya ku li girtîgehên Tirkiyê tê jiyîn çawa dinirxînin?

Di dîroka mirovatiyê de bi pêşketina nijadperestiyê, gelên bindest û yên ku tIne tên hesibandin. Ji bo hebûna xwe biparêzin û li hember faşîzmê her di nava tekoşînekê de bûne. Hêzên hegemon û yên deshîlatdar ji bo vê berxwedaniyê û vîna mirov bişkînin. Her tim ji bo êşkence û komkujiyan serlêdan dikin. Encax ti rêveberiyê dîtator li hember berxwedaniya gelên bindest nekarîne serkeftinê bi dest bixin.

Ev polîtîkayên deshilatdar û yên nijadperest jî ku îro li Tirkiyê û li ser gel gelê Kurd tê meşandin. Ji vê mijarê ne qut e. Hikumeta AKP’ê çawa ku li çiyayan li deştan nikare gelê Kurd teslîm bigre. Hewl dide ku bi zextan bi êşkenceyan re derbas bike. Di nava çar diwaran de bikaribe ku şerê taybet bimeşîn e, wisa teslîm bigre. Bi hezaran jin û zarokên ku di girtîgan de êşkence dike. Sedema xwe ew e ku bê çaretiya faşîzma AKP’ê dide nîşandan. Bi hefs kirinê, bi zext û zordariyê, dixwaze armanca xwe pêk bîn e. Li Tirkiyê veguherandîna girtîgehên vekirî sedema xwe ya bingehîn e. Îro ji bo gelê Tirkiyê. Ji bo girtiyan jî; girtîgeha dewletê ya ser girtî mimkun e.

 ‘AKP DIXWAZE JINÊN KU VÎNA XWE DANÎNE HOLÊ BÊZAR BIKE’

Zextek mezin li ser girtiyên jin jî hene. Li hemberî binpêkirinan têkoşîna jinan a li zindanan jî heye. Ev desthilatdariya heyî mirov çawa dikare bi van kiryarên li dijî jin binirxîne?

Li hember hişmendiya dewletperestî û yekperestiyê rêxistinbuyina jinên şoreşger ên ku di girtîgehan dimînin. Dîsa dijberiya ku heye bi vekirî radixe ber çavan. Girtiyên azadiyê bi serî netewandinê, bi hêza xwe ya cewherî re ku qet baweriyê ji dewlet û zilamtiyê nabe. Ji dîktatoriya Erdogan re bûye, tirsa Xewnê. Li Tirkiyê ji bo Erdogan jina ku nayê pergalê naxwaze di nav pergalê de cihê xwe bigre. Her jin ji bo dewletê ji bo pergala yek alî re sûcdar e. Ji bo wê jî; ji temenê jinan zêdetir cezayê girtinê û yê girtîgehê zêde dide. Tekoşîna azadiyê ya jinan bi hewldana ku dixwazin di nav çar diwaran de bişkînin. Hikûmeta AKP’ê ya nijadperest di girtîgena de jî, jinên ku rêxistinbuyîna xwe çêdikin, jinên ku radestî û teslîmiyetê qebul nakin, pêdîviyên wan yên rojan e jî; tên desteserkirin, tên qedexe kirin. Bi van nêzikatiyan hewl didin jinan di girtîgehê de teslîm bigrin. Di demên hikûmeta AKP’ê de dijberiya li hember jinan, destdirêjiya jinan, kuştina jinan hwd. cezayê ku tê zêde kirin. Li hember vê jî, jinên ku li ber xwe didin. di girtîgehan zêdebûna jinan asta lutkeyê ye. Bi van êrîşan bersiva bi hêz ya jinan kevneşopiya tekoşînê ew e ku vala derxistina wan polîtîkayan e. Ev jî her roj bi rêxistinbûyinê re tê kirin.

 ‘MIDÛRÊN GIRTÎGEHAN ÇAVÊ XWE JI RASTIYAN RE DIGIRIN’

Li Girtîgehên Tirkiye bi sedan girtiyên nexweş hene. Ji ber ku ev girtî nayên derman kirin pir caran jiyana xwe ji dest didin. Tevî hewldanan jî mafê wan ên dermankirinÊ ji dest wan tê girtin. Raporên ku ji bo van girtiyan tê amadekirin jî bi destê mûdurê girtîgehan tê amadekirin, ango hiqûq nayê pêkanîn. Hûn vê rewşê dikarin çawa binirxînin?

Xwezaya mirov mekanê zîndanan li hev nake. Li Tirkiye yê jî; şert û mercên ku mirov di nav de dijî. bi van pêkanînên zehmet re mafê jiyanê di rewşekê wisa de nayê jiyan kirin. Eger girtiyên PKK’î PAJK’ê di van şert û mercên wisa de li ber xwe didin. ev jî; hêza wan ya raman fikir û girêdanbûna armancê ye. Li hember politikayên dijmin ên bi zext û zordariyê, baweriya çavkaniyê ya azadiyê ye. Gelek hevalên me rexmê ku berxwedaniya bi heybet raber dikin, lê disa şert û zirufên di girtîgehê de ji destê wan tê girtin, pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin. Mafê girtiyan ji destê wan tên girtin. Rexmê ku berpirsyarên li girtîgehan vê rewşê dizanin, ji nedîtinê ve tên. Ne sewqî tiba edliyeyê tê kirin. Ne jî ev bê hiqûqî tê dîtin. Ji ber vê sedemê ye ku girtiyên li zîndanan, nayên derman kirin. Ji mirinê re tên hiştin.

Ewên ku nikarin li girtîgehan jî bimînin, nayên berdan. Gava nexweşiya wan ber bi mirinê ve diçe, piştre tê berdan. Ji ber ne eleqedarûnê û li ser nayê sekinandinê girtiyên nexweş yê li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên siyasi Selahattin Aytek çawa ku di wextekê kin de li girtîgehê derket. Jiyana xwe ji dest da. Ev bê hiqûqiyê jî derbas dike. Ji exlaq û ji wijdanê mirov dûr e. Ev polîtîkayekê bi zanebûn e. Bi vê gef li girtiyan tê xwarin. Li hember van gefan xwarina, sekna wan vîna wan bersiv e. Bi vê bersivê re bê edaletiya li Tirkiyê carek din li nav çavên dixin.

‘BERXWEDANA ÎMRALIYÊ RÊYA TÊ ŞOPANDIN E’

Di pêvjoyên borî de girtiyên di zindanên Tirkiyê de, bi taybet ên ku ji bo demokrasî û azadiyê têkoşîn kirine, demên ku ji bo gele Kurd xeterî çêbûne ketine berxwedanê. Mînaka vê jî berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Di heman demê de berxwedana Îmraliyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê pêşxistin pir caran ji aliyê tevgera we ve hat ziman. Eger berxwedaniya Îmrali û berxwedaniya 14’ê Tîrmehê nebûya girtiyên azadî û demokrasiye dikarîbûn berxwedanî bikin?

Li Tirkiyê kevneşopiya me ya berxwedana 14 Tîrmehê û çavkaniya xwe ji jiyan berxwedan u felsefeya Rêberê Gelê Kurd digre. Berxwedana 14’ê Tîrmehê Serokatiya me girêdana hevaltiyê, serî ji faşîzmê re netewandin. Ji bo rûmeta mirovatiyê, nasnameya xwe û dîroka xwe parastin. Ji bo wê her tişt li ber çavan girtin û bingeha wê parastina exlaqî ye. Ji ber vê ye, kokên dîroka me ya girtîgehê pir bi hêz e. Di roja me ya îro de jî, polîtîkayên ku tên birêvebirin, ji salên 1980’ê derbas dike hinek aliyên wê cuda ye. Hêza li zindanan ew zextên ku li ser û bi darê zorê yê ku his dike, di heman demê de jiyan dike, hêzekê wisa ye berxwedana li Îmraliyê tevahî bala cîhanê kêşandî ye. Tekoşîna azadiyê ya Rêbertî û ji nû ve vejinkirina gelê Kurd şibandina ku weke ji derziyê kolandina bîrê ye. Xwediyê xuliqariya mezin ew e ku Rêbertî yê diwarên îmraliyê bê wate kiriye. Bê girîngiya mekan re fikir û zikir nîşanê her kesî dide. Bi baweriya xwe qet tewîz nedayîn û lenet li teslîmiyetê hatiye kirin. Berxwedana li Îmraliyê navê azadiyê ye ku nayê hefs kirin. Girtiyên azadiyê yên li zindanan ji bo gelê me û hemî kesên ku li ber xwe didin. ji wan re rêka şopdariyê ye.

 ‘DIVÊ ALIYÊN DEMOKRATÎK LI DIJÎ PÊKANÎNÊN DEWLETÊ BÊDEN NEMÎNIN’

Di demekî ku li Tirkiye hem li zindanan hem li derve faşîzm lûtkêya xwe ya herî jorîn jiyan dike, divê girtî û stratejiyekî çawa ya berxwedanê bimeşînin? Divê mijarê de peyama we ji bo aliyên demokrasiyê çiye?

Li Tirkiyê ti caran pêkanînên nijadperest xilas nebÛne. Di her wextê de ku nayê fikirindin bi ziravî di hundir de jî bi destwerdanên zorê berdewam dike. divê girtiyên azadiyê yên li zindanan rastiya serokatî ya Îmralî bikaribin baş bixwînin. Ji ber ku di wir de dîrok heye. Eger dîrok rast were şopandin wê çaxê gihiştina heqîqetê çêdibe. Sedema ku ewqas di ser gîrtî û girtîgende diçin çavkaniya xwe ji hêz û potansiyela wê digre. Sekna birdozî û ya rêxistinî çiqas xurt û saxlem bibe, ev seknên wisa nijadperestiye vala derdixîne. Wê faşîzm negihije armanca xwe. Helbet li rex girtiyên şoreşger yên zindanan. Li derve rewşenbîr, akademisyên, demokrat û gelê me li hember pêkanînên dewletê re bêdeng nemayîn girîng e. Divê neyê ji bîrkirin ku girtîbûyîn ne di nav çar diwaran de ye. Hişmendiya yek alî ya tek perest ji bo armanca û berjewendiyên xwe, jiyana civakê diguherîne girtîgehê.