Eylem fermandara jiyan û şer bû

Piştî tekmîla çalakiyê, şehadeta Eylem hate ragihandin. Li ser zimanê her kesî ku qala wê dikin, heman gotin hebû: ked, fedakarî. Fermandara şer û jiyanê bû.

Dema ku me dan pey dilên azad ên Zagrosî, Avaşînî, em li çîroka Eylem rast hat.

Li qada bi navê Tepê Xwedê û Boxaza Benê ya li herêma Avaşînê, di sibeha 7'ê Mijdara 2020'î de tekmîla çalakiyekê ji cîhaza mezin dihate dayin. Gerîla bi liv û tevgera dijmin a li vê herêmê hesiya bû û ketibû nava tevgerê. Li dijî bi dehan leşkerên dijmin û teknîka wan, sê gerîlayan çalakî li dar xistin û xwe berdan nava vê hêza dijmin. Di dema ragihandina agahiyên li ser vê çalakiyê de manga li cîhazê guhdarî dikir bi serbilind bû. Hevrêyên wan li gel zor û zehmetiyan hemûyan, li gel şert û mercên giran ên herêmê, dorpêçî û bombardûmana dijmin jî xwe berdabûn nava çeperên dijmin û li wan xistibûn. Tenê sê gerîla, sê çek bi ser bi sedan leşkerên li pişt qereqolan ve çûbûn. Dema ku em li vê difikirîn, tekmîla çalakiyê bi dawî bûbû. Di vê çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatibûn kuştin, çeperên wan jî hatibûn rûxandin.

BÊDENGÎ SERWER BÛ

Di dawiya tekmîlê de wiha dihate gotin: "Di vê çalakiyê de hevala me Eylem a ku heta fîşeka xwe ya dawî bi fedayî şer kir, bi giranî birîndar bû. Di dawiya çalakiyê de şehîd bû."

Li nava mangayê bêdengî serwer bû. Piştî gotina dawî ya tekmîla çalakiyê em jî ketin pê şehîd Eylem. Ji bo vê jî em li hevrê, heval, şervan û fermandarên wê guhdar dikin. Yên ku qala wê dikin hemû jî heman gotinan bi kar tînin; kedkar bû, fedakar bû, fermandara jiyan û şer bû. Gerîlayên Avaşînê yên bi şehadeta Eylem hesiyan, ji bo tola wê hilînin dest diavêjin çekê û jiyanê. Şervanên wê ji bo şer bi ser bixînin dimeşin. Şehadeta Eylem Dilxwaz di nava gerîlayan de ji nû ve dibe çalakî.

PAYÎZ HAT HEVAL

Dema ku me da dû çîroka Eylem, hevrêyeke wê, şervaneke wê xwe nêzî me dike. Dibêje, 'Min li ser Şehîd Eylem helbestek nivîsî, dikarim wê bixwînim?' Ez jî radihêjim kamerayê û bi gotina 'Payîz hatiye heval' dest bi helbesta xwe dike. Gotinên wê sade ne, ji dil in. Gotin ji dilê wê diherikin, jiyan careke din di dema Eylem de diherike.