Evîn a ku xwe jinûve afirand

Evîn Rêber Andok bi evîneke mezin dilsoza azadiyê bû. Çiya ji bo xwe weke rêya rizgariyê dît. Bû milîtaneke Apoyî ku li ser rêya heqîqetê xwe jinûve afirand.

Evîn mîna navê xwe bû, evîndara gelê Kurd, şehîdan, Rêber Apo, azadî û jiyanê bû.

Evîn Rêber Andok (Rojda Şik) li Amedê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên xwe yên manewî ji dayik bû. Welatparêziya derdora wê kir ku bi têgihiştina welatparêziyê û dilsoziya nirxên Kurdistanî mezin bibe. Li dijî zextên dewleta Tirk a mêtinger kete nava lêgerînê. Li dijî sîstema ku axaftina bi zimanê dayikê jî qedexe dikir, bû xwedî hêrseke mezin. Ti carî biçûkxistina gelê Kurd qebûl nekir û xwest gavekê biavêje.

Biryar da ku bibe gerîla û li Garê tevlî bû. Êdî weke Evîn Rêber Andok li ser rêya azadiyê dest bi meşê kir. Têkildarî tevlîbûna xwe wiha digot: "Di nava sîstemê de mîna ku ez di nava kaoseke mezin de bûm. Ji bo bibim bersiv di nava lêgerînekê de bûm. Min ev yek li çiyê dît. Dema ku min gerîlatî kir û ji bo jiyaneke bi wate ked da, di nava xwezayê de cewhera mirovahiyê hîs dikim. Gerîlatî ji bo min xwegihandina li cewherê û pîrozmendiyê ye. Beriya ku tevlî bibim min nizanîbû ku gerîla ewqasî bi xwezayê re bûne yek. Li çiyê her ku dibînim gerîla bi xwezayê re bûye yek, hîn bêhtir pê ve tême girêdan. Li çiyê bersivê ji kaosên di nava xwe de dibînim. Ev yek jî bi rengekî bêhempa min bi azadî û jiyanê ve dide girêdan. Lİ gel bedewiyên xwezayê xwe nas dikim."

GERÎLAYA KU ZANE ÇI ÇAWA BIKE

Ruhê xwe bi bedewiya xwezayê pak kir, mîna navê xwe bû evîndara çiyê, bû milîtaneke YJA Starê ya xwedî îrade. Bi pakbûn û durustiya xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Bersiva li pirsa 'Divê çawa bê jiyîn', bi xwendin û jiyana Rêbertî bû bersiv. Ji aliyê îdeolojîk ve kûr bû, ji aliyê taktîka leşkerî ve xwe bi pêş xist û gavên mezin avêt. Bû gerîlayek ku pêşketin ji xwe re kir esas, zanîbû çi dike, kîjan gavê çawa biavêje. Dilsoziya bi şehîdan re mezin bû. Ji bo fêhmkirina Rêber Apo xwendin ji xwe re timî kir esas. Xwe pêşberî gelê Kurd timî deyndar hîs kir.

BI BIRYARDARIYEKE MEZIN BERÊ XWE DA GEVERÊ

Piştî ku ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe xurt kir, ji bo bi berpirsyariya pêvajoyê rabe berê xwe da Geverê. Ji bo bibe milîtanek hêjayî gel û Rêberê xwe, dest bi têkoşîneke bêeman kir. Ji bo karibe li Geverê pratîkeke bi îdîa û xurt bimeşîne bêrawestandin ked da. Daxwaza xwe ya ji bo tevlîbûna li pratîkê bi van gotinan anîbû ser ziman: "Ez gelekî dixwazim biçim Geverê û îdîaya min gelekî mezin e. Em şoreşger in, kîjan wezîfe bê dayin em ê bi cih bînin. Ez dixwazim biçim pratîkê. Me sozeke mezin dane şehîdan. Alek heye ku radestî me hatiye kirin. Dixwazim vê alê bi serbilindî bi ser bixînim."

DI ŞERÊ SÎNG BI SÎNG DE ŞEHÎD BÛ

Evîn mîna navê xwe bû, evîndara gelê Kurd, şehîdan, Rêber Apo, azadî û jiyanê bû. Gerîlaya kedkar û rû li ken a YJA Starê Evîn li çiyê bû sembola ruhê fedaî. Tevî hevrêyê xwe Aso li dijî artêşa Tirk bi saetan sîng bi sîng şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.