Ev mekap hatin bîra we?

Ev mekap hatin bîra we? A niha dîsa ji bo nivîsandina destaneke li Cenga Heftanînê li dijî Kurdên xayîn û kontra yên ne hêja ne pênc qiruşan û artêşa Tirk a kujer re şer dikin.

Ev mekap hatin bîra we? Xwediyê van mekaban hate bîra we? Mekabên cengawerên ji bo azadiya gelan, bêyî fikar berê xwe didin mirinê. Kesên ji ber demsalan gazinan nakin, bêyî fikar, bêyî li pey tu hesaban ne bi tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo hemû gelên azadîxwaz şer dikin… Wan bînin bîra xwe! Hê kesî jin wekî nîvê civakê nedihesibandin wan gotin “Heta jin azad nebe, civak jî azad nabe” û her kes ji xewa xefletê hişyar kirin. Wan destê zaliman şikand, ew zalimên ku çarşefên reş li ser jinan ferz dikirin. Dema ku DAÎŞ’ê êrîş kir ew çûn Kerkûk, Şengal, Kobanê û Hewlêrê û piştre dîsa vegeriyan çiyayên xwe. Dema ku zarok bi zindî bi şûran dihatin kuştin, ew çûn hewara dayikan, ev kes tên bîra we? Heke mesele azadiya gelekî be, tî, birçî, bêxew û bêyî rawestan ew dimeşiyan û dibeziyan, ev kes hatin bîra we?

EW RÊHEVALÊN KÊ NE

Ew rêhevalê wan kesan in ku dema qirêjiya jiyaneke erzan dihate ferzkirin, wan bedena xwe dan ber mirinê û êrîşî mirinê kirin. Ew şervanên Mahsûm Korkmaz e yê ku qereqoleke dewleta Tirk a li Dihê di 7 deqîqeyan de talan kirin.

Ew şervanên Zeynep Kinaci ne, dema ku hate gotin ‘PKK xitimiye’ wê li Meydana Cûmhûriyetê ya Dêrsimê bi taktîteke nû faşîzm hilweşand. Ew ji bo Reyhan Jabbarî ya ku kesê tecawizê wê kiribû kuştibû û ji ber ku endamên îstîxbaratê teşhîr kiribû hatibû darvekirin, ji bo Ferînaz Xwesravanî ya ku dema fêm kir wê tecawizî wê were kirin xwe ji avahiyê avêtibû, ji Zeynep Celaliyan a ku ji ber Kurdistaneke azad dixwaze bi salan e di zindana Îranê de ye şer dikin. Ji bo Ozgecan Aslan a ku ji aliyê mêrên dewleta faşîst hatibû parçekirin beriya gelên Tirkiyeyê wan gotibûn divê tola Ozgecanê were stendin. Ew ji bo Erdal Eren ê ku di temenekî ciwan de hatibû darvekirin jî li heq digerin. Ew neviyên Nûrî Dêrsimî ne yê ku digot, “Ji bo paqijkirina qirêjiya li ser namûsa Kurdan, tolhildan” û ew neviyên Rindêxan in a ku xwe ji pirê avêtibû. Ew rêhevalên Ristem Cûdî ne yê ku digot, “Fermandara min Bêrîtan e, ez ê jî wekî wê teslîmî we nebim” û ji bo teslîm nebe xwe ji zinarên Heftanînê avêtibû.

Li gorî min bînin bîra xwe. Ji ber ku dilê gerdûnê li wir hildiavêje. Ew lêgerên jiyana azad a PKK’ê ne. Ew gerîlayên hêza parastina gel a HPG û YJA Starê ne.

DEMA HER TIŞT DIQEDE EW ŞERÊ MANEYÊ DIKIN

Di vê serdemê de ya ku her tişt bêwate dibe, ji ber ku wan sond xwarine ku wateyê ji nû ve ava bikin, ew şer dikin. Ji bo ku jin, parêzer di zindanên rezîl ên vî welatî de di rojiyên mirinê de wekî Ebrû Tîmtîk nemirin, ew şer dikin.

Ji bo ku li Rojhilata Navîn textê zalimtiyê neyê avakirin ew şer dikin. Ji bo min, ji bo we û ji bo hemû kesan şer dikin. Di dilê gerîlayan de dinya heye û di dilê dinyayê de gerîla heye. A niha dîsa ji bo nivîsandina destaneke li Cenga Heftanînê li dijî Kurdên xayîn û kontra yên ne hêja ne pênc qiruşan û artêşa Tirk a kujer re şer dikin.

Ligel ku ev dinya bêwate, bêhîs û bêhest û bêfikir dibe jî ew dibêjin ‘jiyaneke din pêkan e’ û li hemberî bêwateya dinyayê şerekî wateyê didin destpêkirin. Ew gerîlayên li Cenga Heftanînê ne. Ji ber vê jî dilê dinyayê li cihê ku mekabên gerîlayan pê lê dike, hildiavêje. Heke hûn dixwazin li dilê dinyayê guhdarî bikin, berê xwe bidin Heftanînê. A niha dilê dinyayê Heftanîn e!