Ev 20 sal in di nava şer de ye

Ev bîst sal in, bi çeka li mil û çenteyê li piştê yê bi hêviyê dagirtî, bi çiyê ve hildikişe û li deşt û newalan dimeşe.

20 salên ku guh nade serma û seqemê, guh nade fîşek, bombe û topbaranê û li ser wê xeta zirav a navbera mirin û jiyanê derbas bû. Gerîla Yûsûf Aslan ev 20 sal in bi dijmin re rû li hev tê, li dijî dijmin şer dike û di rêya doza jê bawer dike de bi gavên ji xwe bawer dimeşe.

Yûsûf Aslan sala 1975'an li gundê Kirkisrak ê navçeya Sariz a Kayseriyê ji dayik bû. Bi vî rengî qala cihê lê ji dayikbû kir: "Gundekî Kurdên Elewî ye, ku di salên 1600'î de hatine sirgûnkirin. Di dema şerê Çaldiranê de, ji Kurdên sirgûnî Anatoliya Navîn hatine kirin pêk tê. Li nava sêgoşeya Mereş, Sêwas û Meletiyê ye, li quntara çiyayê Bînboga ye. Gund beyar e, bê xêr û bêrê, lê serî li ber zilmê netewandiye. Kevneşopiya Elewî lê serdest e; taybetmendiyên xwe yên civaka xwezayî parastiye. Welatparêz û şoreşger e. Gundê cîranê gundê Huseyîn Înan e; tevî Denîz Gezmîz û Yûsûf Aslan hatiye gundê me. Navê temamiya zarokên li gund Huseyîn, Yûsûf, Denîz, Înan e. Gundê me di salên 1980'î de rahişt çekê û otorîteya dewletê qebûl nekir. Gundekî ku dewletperestiyê, mêtingeriyê, talan û diziyê qebûl nake."

KURDÎTÎ ZÛ NAS KIR

Aslan qala wê dema ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir, dike: "Li gundekî bi vî rengî çûm dibistana seretayî û lê mezin bûm. Piştre li navçeya Sarizê çûm polên 4. û 5. ên dibistanê. Malbata min xizan e. Bavê min şivan e, dayika min bi karê malê dibile. Min ked gelekî zû nas kir. Ji ber ku mezinê malê bûm, sibê zû diçûm dibistanê, danê nîvro jî min karê boyaxtiyê dikir. Berpirsyar bûm ku nan bibim malê, debara malê bikim. Min Kurdîtî jî di emrekî gelekî ciwan de nas kir. Nêrîna neyînî Tirkên li navçeyê jî bû sedem ku bibim xwedî vê hişmendiyê. Min ji Kurdîtî, xizanî û Elewîtiya xwe şerm nekir. Di emrê lîseyê de hişmendiya min a Kurdîtiyê xurtir bû. Min ciwanên şoreşger nas kir. Min dixwest havînê biçim gund, hevalan nas bikim û wan bibînim. Malbata min ji bo min ji PKK'ê vegire, xwest min bişîne Ewropayê. Xalêm min sala 1992'an ez bir Ewropayê."

WELATÊ MIN BANG LI MIN DIKIR

Li Ewropayê bi hevalên xwe yên li nava TDKP'ê re têkilî danî û di nava Partiya Komunîst a Ciwan de dest bi kar kir. Li Frankfûrtê weşan belav kir, belavok belav kir, afîş daliqand û tevlî çalakiyan bû. Lê dizanîbû ku ev têra wî nake. Bi van gotina dest bi vegotina wê demê dike: "Her şev min di xewna xwe de kanî, çiya û gundê xwe didît. Van ez ber bi xwe ve dikişand. Di vê demê de min hevalên Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Çûm komeleyên Kurdan." Aslan wiha dewam dike: "Di destpêkê de ji bo demeke kin min cihê xwe di nva karê YCK'ê de girt.  3-4 mehan tevlî karê ciwanan bûm û piştre derbasî xebatên eniyê, karê ERNK'ê bûm. Hevalan ez şandin kampeke ciwanna. Min 15 rojan perwerde dît. Di wê perwerdeyê de hemû hevalan biryara tevlîbûnê dan. Lê belê min nekarî bidim."

PIŞTÎ ÇALAKIYA ZEYNEP KINACI

Yûsûf Aslan, ku piştî çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) a sala 1996'an tevlî nava refên PKK'ê bû, çû Hollandayê û ji bo sê mehan tevlî kampeke perwerdeyê bû. Ji hate xwestin ku li Amsterdamê tevlî xbatê bibe. Dayina wezîfe û berpirsyariyê bandor li wî kir û piştî karê li vir derbasî Rotterdamê bû. Destpêka sala 1997'an daxwaza xwe ya çûyîna welêt ragihand. Bi erênî hate pêşwazîkirin. Destpêkê çû Îranê û Rojhilatê Kurdistanê.

YÊ KU EW PÊŞWAZÎ KIR, KARASÛ BÛ

Ji rêveberiya PKK'ê Mûstafa Karasû ew pêşwazî kir. Bi vî rengî qala wê kêliyê dike: "Hevalê Karasû em bi wesayitê girt û bir Tehranê. Di rêwitiyê de me pê re sohbet kir. Di dema vê sohbetê de got ku ew li gundê me maye û wan deran nas dike. Li Tehranê em demeke kin li malekê man. Piştre tevî hevalê Karasû em ji Tehranê derbasî Ûrmiyê bûn. Piştî demeke kin em ji wê derê jî ber bi Zagrosan rêwîtiya min dest pê kir."

PERWERDEYA ŞERVANAN Û GERÎLATIYA ÇALAK

Ji wê derê derbasî Xakurkê dibe û tevlî perwerdeya şervanên nû dibe. Yûsûf Aslan wiha dewam dike: "Yê ku perwerdeya şervanên nû dida hevalê Şehîd Mazlûm Amed bû. Piştî perwerdeyê ez çûm cem hevalê Şerîf ê ji Sînanê Sor berpirsyar bû. Hevalan wê wextê dor li herêmên Çoman, Sidekayê girtibûn. Me jî cihê xwe di parastina vê dorpêçiyê de girtin, bi vî rengî tevlî jiyana gerîla bûm. Sala 1997'an tevlî yekîneya hevalê Şerîf bûm. Min şehadeta hevalên Şerîf û Berçem jî dît û vê yekê bandoreke giran li min kir. Hevala Berçem fermandara tîm bû. Zanîngeh xwendibû, li qada Rêbertî perwerde dîtibû. Hevalê Şerîf jî hevalekî gundî, wêrek û fedakar bû. Heta sala 1998'an operaysonên tinekirinê yên hevkariya PDK-Tirkiyeyê yên li qadên gerîla hebûn. Di van operasyonan de me li gelek cihan li dijî dijmin şer kirin. Gelek caran şer qewimî. Sala 1998'an em weke yekîneyekê li qada Zerzanê bi cih bûn. Piştre li herêma Çarçellayê hatim wezîfedarkirin. Ji wir jî derbasî Çemço bûm. Piştî komploya navdewletî çûm Garê. 3-4 salan li vê herêmê mam."

BERÊ XWE DIDE AMEDÊ

Bi Pêngava 1'ê Hezîranê re ji bo Amedê tê wezîfedarkirin ku çûyîna vê derê ji bo wî xewn û xeyala zarokatiyê bû. Heta sala 2009'an li Amedê dimîne. Piştre dîsa li Herêmên Parastinê yên Medyayê vedigere. Li dû perwerdeyê diçe Metîna. Piştî ku 3 salan li vir dimîne ji nû ve tevlî pêvajoya perwerdeyê dibe. Piştî vê perwerdeyê jî li Xakurkê tê wezîfedarkirin.

XWE WEKE MIROVEKÎ BI ŞENS DIBÎNE

Yûsûf Aslan, ji ber Kurd e, ji ber ku gerîlayekî Tevgera Azadiyê ya Kurd e xwe mirovekî bi şens dibîne. Destnîşan dike ku gelekî kêfxweş e ji ber ku ji bo azadiya gelan li çiyayên Kurdistanê têdikoşe. Bang li hemû ciwanên Kurdistanê dike ku cihê xwe di nava têkoşîna rûmetê ya gelê Kurd de bigirin.