ESP Kurdistan: Divê PDK dev ji hevkariya bi dewleta Tirk berde

ESP Kurdistan: Divê PDK dev ji hevkariya bi dewleta Tirk berde û li pêşiya yekîtiya neteweyî nebe astengî.

ESP Kurdistan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di vê pêvajoyê de li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê me geşedanên girîng hene. Ev êrîşê provokatîf ên PDK’ê jî roj bi roj zêde dibe. PDK a ku li dijî DAÎŞ’ê şer nekir û gel bi destê zaliman berde, niha jî hewl dide êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurdan bike. Mixabin ev êrîş ji aliyê hêzên faşîst ên herêmê tên pêşniyazkirin.

PDK’ê xwe radestî mêtingeran kiriye. Divê PDK dev ji vê helwesta xwe berde û li pêşiya yekîtiya neteweyî ya gelê me nebe asteng. Divê PDK berê xwe bide yekîtiya neteweyî ya Kurdan û azadiyê.

Li dijî qetlîma û êrîşan divê gelê me têkoşîna li hemberî mêtingeran xurt bike.”